Pablo Neruda
Pablo Neruda helbestvanek Şîlîyî ye.
Di 12 Tîrmeha 1904'da ji diya xwe dibe. Navê wî Neftalí Ricardo Reyes Basoalto ye. Ji ber ku gelek helbestvanê Çekî Jan Neruda hez dike navê xwe dike Pablo Neruda. Sala 1924 da bi helbestên xwe tev li pêşbirka wêjeya dibe bi vî serkevtinê mafê bûrs girtinê bi dest dixe û di Santiago'da dest bi xwendina wêjeya Frênsî dike. Piştî qedandina perwerdê wek rojnamevan dest bi xebate dike. Demek dirêj wek dîplomat li başûrê Asyayê û meksêka yê da dijî.
Di sala 1949 da Partiya Kominîst a Şîlî yê dibe senato, Ji ber ku serokê demê Gonzalez Videla rexne dike xayîn tê îlankirin, ew jî Şîlîye direve îdî mîna koçerek li Arjantîn ê, Çîn ê, Yekîtiya Rusya û li gelek welatên ewrupaye digere.
Di sala 1952 ya da dîsa vedigere welatê xwe.
Di 11 Îlon 1973 Pinochet bi darbeyek leşkerî tê ser text û mala wî dide talankirin û pirtûkên wî dişewîtîne.
Nerûda 23 Îlon 1973 terê ser dilovaniya xwe.
Berhemên wî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- Crepusculario, 1923
- Veinte poemas de amor y una canción desesperada, 1924
- Residencia en la tierra, 1935
- España en el corazón, 1937
- Los versos del Capitán, 1952
- Odas elementales, 1954
- Nuevas odas elementales, 1956
- Tercer libro de las odas, 1957
- Estravagario, 1958
- Memorial de Isla Negra 1964, 5 cîld, Otobîyografî
- Confieso que he vivido, Bîranîn
- Incitación al nixonicidio y alabanza de la revolución chilena, 1973
Xelat[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- Xelata Aştiyê 1950
- Xelata Nobelê 1971
Çend helbestên Nerûda[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Strana Genimê
Gelim ez, ku bi tilîkan nayê hejmartin
Hêzek pîrûpak heye di dengê min da
Bo bejn girtina di tariyê de
Bi kêrhatina derbasbûna bêdengiyê
Mirî, egît, sî û cemed, çi he be
Dîsa tov diçînînin
û gel, di bin axê da çalkirî
Tovê disekine li cîhekî
Genim çewa aja xwe bide
Û derkeve ser axê
Bi destê xwe yî sor û delal
Qul bike... bêdengiyê wekî behremeyê
Em gel in, ji nû ve ji dayîk dibin bi mirinan
Wergêr: Baran Acis
Şeva li ser giravê
Şevê gişî ez bi te re raketim
nêzîkî derya, li ser giravê.
Kûvî û evînok bû tu di guhertina nav bijokiyê û xewê de,
di guhertina nav agir û avê de.
Belkû xewnên me dereng, gelekî dereng
dibûn yek,
bilind li ser
yan kûr li bin,
li bilindî wek şaxan, ji ba bi xwe dihatin leqandin
li kûrbûnê wek qurmên sor, digîhan hev.
Belkû xewna te dev ji
ya min berda
û li ser derya reş
li min digeriya
wek wê demê,
dema ko hîn tu tuenbû,
ko min te derbaskir
bê ko ez hayê xwe ji te bînim
û li çavên te digeriyam,
tiştê ko ez nûha
- nan, mey, evîn ű hêrs -
bi destên tije didim te,
çinko tu ew piyal i
yê ko li bendî danên jiyana min i.
Şevê gişî ez bi te re raketim
dema ko erda reş xwe bi
zindiyan û miriyan digerand,
û di dema hişyariyê de,
di nîvê tarîbûnê de
zendê min bi newqa te girt.
Ne şev û ne xewn
dikarîbûn me ji hev vekin.
Ez bi te re raketim, û
di dema hişyariyê de,
devê te
- nûh ji xewnê filitî - ,
çêja axê, av û kevz,
bingeha jiyana te,
da min
û maçek gîha min,
di torekî ji şeveqê de,
wek ko ji derya tê
ya ko li vêderé peşkên pêlanên xwe bi me werdiki
Wergêr: Sîrwan Hecî Berko [1]
Girêdanên Derve[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- ↑ Berko, Sîrwan Hecî (2001). "Şeva li ser giravê". http://www.amude.de/amude/kurdi/nivis/nivis7/neruda.html. Di vê parametreyê de URL nehatiye nivîsîn:
|website=
(alîkarî)