Harold Pinter

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Harold Pinter
Harold-pinter-atp.jpg
Jidayikbûn 10 çiriya pêşîn 1930  Li ser Wîkîdaneyê biguherîne
London  Li ser Wîkîdaneyê biguherîne
Mirin 24 kanûna pêşîn 2008  Li ser Wîkîdaneyê biguherîne
London  Li ser Wîkîdaneyê biguherîne
Sedema mirinê liver cancer[*]  Li ser Wîkîdaneyê biguherîne
Cihê goristanê Kensal Green Cemetery[*]  Li ser Wîkîdaneyê biguherîne
Hevwelatî Keyaniya Yekbûyî  Li ser Wîkîdaneyê biguherîne
Perwerde Central School of Speech and Drama[*], Royal Academy of Dramatic Art[*]  Li ser Wîkîdaneyê biguherîne
Pîşe Şanonivîs, lîstikvan, derhêner[*], senaryonivîs[*], nivîskar, theater director[*], daner[*], helbestvan, Romannivîs  Li ser Wîkîdaneyê biguherîne
Dîn ateîzm  Li ser Wîkîdaneyê biguherîne
Hevjîn Vivien Merchant[*], Antonia Fraser[*]  Li ser Wîkîdaneyê biguherîne
Zarok Daniel Brand[*]  Li ser Wîkîdaneyê biguherîne
Dê û bav
Xelat Xelata Nobelê ya Wêjeyê, Knight of the Legion of Honour[*], Laurence Olivier Award[*], Commander of the Order of the British Empire[*], Hermann Kesten Prize[*], Franz Kafka Prize[*], America Award in Literature[*], Sretenje Order[*], Order of the Companions of Honour[*], Fellow of the Royal Society of Literature[*], Austrian State Prize for European Literature[*]  Li ser Wîkîdaneyê biguherîne
Malper http://www.haroldpinter.org/  Li ser Wîkîdaneyê biguherîne
biguherîne - Wîkîdaneyê biguherîneBelge

Harold Pinter (jdb. 10ê çiriya pêşîn 1930 li Londonê – m. 24ê çileya pêşîn a 2008an li Londonê, Brîtanyaya Mezin) nivîskarekî îngilîz e. Di sala 2005an de Xelata Nobel a Wêjeyê qezenc kir.

Jînenîgarî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Pinter di sala 1930î de li Hackneya Londonê ku cihê karkeran e, wekî kurê terziyek cihû hatiye jiyanê. Bi destpêkirina Şerê Cîhanê yê Duyemîn re ji bajêr derket û di 14 saliya xwe de vegeriya Londonê. Di dibistanê de wî ji nivîskarên wekî Franz Kafka û Ernest Hemingway hezkir. Piştî dibistana amadeyî beşdarî Dibistana Akademiya Drama a Hunerê ya Keyaniyê, lê du sal paşê dev jê berda. Sala 1949î de ji ber ku çûyîna leşkeriyê red kir hat darizandin, lê bi cezaya pereyan ji girtîgehê rizgar bû.

Sala 1950î de bi navê Harold Pinta di kovara Poems de helbestên wî derketin. Di bernameyên radyoyê yên BBC de xebitî, sala 1957î de yekem lîstika xwe bi navê "The Room" (Ode) ji bo Zanîngeha Bristolê 4 rojan de nivîsî

Yekem berhema wî ya radyoyê "A Slight Ache" 1959î de di BBC de hatiye weşandin. Lîstikên wî bi giştî di nav odeyekê de, bi karekterê kesan ên têne hatin lîstin. Armancê wan ê sereke, ne ji aliyê temaşevan, ne jî ji aliyê karakteran ve nayê zanîn û hêzên nayên zanîn wan tehdît dikin. Ev karakter gelek caran ji bo neyên kuştin têkoşîneke kûr didin

Piştî derbeya li hemberî serokê Şîleyê Allende ku 1973î de bi derbeyê ji kar hatibû girtin, Pinter di nav têkoşîna mafên mirovan de xebateke aktîf dike.

Ew di sala 1999î li hemberî tevgera NATO'yê ya li Kosovoyê derket, sala 2001ê de di nav ji bo parastina Slobodan Milosevîç, di nav Komîteya Neteweyî de cih girt.

Sala 2002îde bi şêrpenceya (kanser) qirikê ket. Heman salê di meha çiriya paşîn de nêzîktêdayîna Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê (DYA) ya bi rengê "şerê pêşîlêgirtinê" rexne kir.

Li hemberî Serokê DYA George W. Bush derket û got: "Bush got, 'emê destûrê nedin çekên herî xirab ên dinyayê, di destê rêberên herî xirab de bimînin' tu rast dibêjî, li neynikê binêre dostê min. Vaye ew tu yî."

Pinter di sibata 2005 de ragihandibû ku wî êdî dev ji nivîsandina nivîskariya şanoyê berdaye û ew ê hemî kariyera xwe ji bo siyasetê bikar bîne. Û gotibû: "29 sal e ez lîstikan dinivîsim. Ma ev ne bes e?"

Berhem[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]