Giorgos Seferis

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Seferis di sala 1963an de
Seferis (1921)

Giorgos Seferis (bilêvkirina bi kurdî: Giyorgos Seferîs, grekî: Γιώργος Σεφέρης, navê berê Giorgos Stylianos Seferiadis; jdb. 13ê adara 1900an li Îzmîr; m. 20ê îlona 1971ê li Atîna) dîplomat û nivîskarekî Yewnanî (Grekî) bû. Sala 1963î Xelata Nobelê ya wêjeyê wergirtiye.

Li Îzmîrê hatiye jiyanê ku wê demê tevahiya rojavayê Anatoliyayê ji Grekiyan pêk dihat. Piştî damezrandina Komara Tirkiyê gelê Yewnan hate derxistin û yên mayîn bi darê zorê hatin Tûrkîzekirin. Malbata wî di sala 1914î de koçberê Yewnanistanê dibin. Li Parîsê perwerdeya dadnasiya bidawî dike. Bavê wî jî herwekî parêzer bûye. Wekî balyozê Grekyayê li gelek welatan dixebite. Li dijî dîktatoriya leşkeran a ku di salên 1967–1974an de li ser desthilatiyê dimînin têdikoşe.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Helbestên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Goşeveger (Στροφή), 1931
  • Στέρνα, 1932
  • Danezana jiyanê ya mîstîk (Μυθιστόρημα), 1935
  • Deftera ceribandinê (Τετράδιο Γυμνασμάτων), 1940
  • Logopirtûk I (Ημερολόγιο καταστρώματος Α΄), 1940
  • Logopirtûk II (Ημερολόγιο καταστρώματος Β΄), 1944
  • Κίχλη, 1947
  • Logopirtûk III – Kîpros (Ημερολόγιο καταστρώματος Γ΄), 1955
  • Sê helbestên veşarî (Τρία κρυφά ποιήματα), 1966
  • Deftera ceribandinê II (Τετράδιο Γυμνασμάτων Β΄), 1976

Ceribandin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Ceribandin (Δοκιμές), Band I (1936 - 1947), 1974
  • Ceribandin (Δοκιμές), Band II (1948 - 1971), 1974
  • Ceribandin (Δοκιμές), Band III, Nivîsarên jê mabûn (1932 - 1971), 1992
  • Şeş şevên li Akropolîs, Roman, 1974
  • Bapirtûk – Bêjeyan, 1987

Rojîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Rojan, Band I, 16. sibat 1925 - 17. tebax 1931, 1975
  • Rojan, Band II, 24. tebax 1931 - 12. sibat 1934, 1975
  • Rojan, Band III, 16. nîsan 1934 - 14. kanûna pêşîn 1940, 1977
  • Rojan, Band IV, 1. kanûna paşîn 1941 - 31. kanûna pêşîn 1941, 1977
  • Rojan, Band V, 1. Januar 1945 - 19. April 1951, 1973
  • Rojan, Band VI, 20. nîsan 1951 - 4. tebax 1956, 1986
  • Rojînên polîtîk, Band I, 25. çiriya paşîn 1935 - 7. çiriya pêşîn 1944, 1979
  • Rojînên polîtîk, Band II, 13. kanûna paşîn 1945 - 5. gulan 1952, 1985