Alice Munro
Alice Munro | |
---|---|
![]() | |
Jidayikbûn | 10ê tîrmeha 1931an Wingham, Ontario, Kanada |
Pîşe | Nivîskar |
Zimanê nivîsinê | Inglîzî |
Perwede | Zanîngeha Western Ontarioyê |
Şêweyê wejêyî | Kurteçîrok,rastîparêzî , Southern Ontario Gothic |
Xelat | Xelata Governor General's (1968, 1978, 1986) Xelata Scotiabank Giller (1998, 2004) Xelata navneteweyî ya Man Booker (2009) Xelata Nobelê ya Wêjeyê (2013) |
Hevjîn | James Munro
(z. 1951; bd. 1972)Gerald Fremlin
(z. 1976; mir 2013) |
Zarok | 4 |
biguhêre![]() |
Alice Ann Munro (navê wê yê berî zewicînê Alice Ann Laidlaw bû ; jdb. 10ê tîrmehê 1931ê li Wingham, Ontario, Kanada) nivîskareke kanadayî ye ku bi îngilîzî dinivîse.
Wê Xelata Nobelê ya 2013ê ya wêjeyê û Xelata Man Booker International ya 2009ê ji bo koma karên xwe wergirtin, wê her wesa sê caran jî Xelata Fermandarê Giştî yê Kanadayê ji bo Destanan (Canada's Governor General's Award for fiction) wergirtiye.
Tekeza çîrokên Munroyê Başûrê Rojavayê Ontario ya wargehê wê ye. "Çîrokên sanahî û hest-livîn" yên wê aloziyên xweriskê mirovî bi şêwazekê gellek rehet û rewan vedikolin. Nivîsên Munroyê cihê wê wekî "yek ji mezintirîn nivîskarên hevdemê me" an, her wekî Cynthia Ozick dibêjit, "Çexovê me" peyt kiriye. Li sala 2013ê, wê Xelata Nobelê ya Wêjeyê û ji bo karên xwe wekî "hosta ya kurteçîroka nûdem" wergirt[çavkanî hewce ye].