Doris Lessing
Doris Lessing CH OMG | |
|---|---|
Lessing di sala 2006an de | |
| Navê rastî | |
| Jidayikbûn | 22 çiriya pêşîn 1919 |
| Mirin | 17 çiriya paşîn 2013 London |
| Sedema mirinê | Stroke |
| Cihê goristanê | Golders Green Crematorium |
| Hevwelatî | |
| Perwerde | |
| Pîşe |
|
| Xebat | |
| Hevjîn | |
| Partner | |
| Xizm | |
| Xelat |
|
| Malper | www |
| biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre | |
Doris May Lessing CH OMG (jdb. 22ê çiriya pêşîn a 1919an li Kirmaşan, Îran (li axa Kurdistana rojhilatê) – m. 17ê çiriya paşîn a 2013an) yek ji nivîskarên navdar ên Brîtanyayê ye. Di sala 2007an de xelata Nobelê ya wêjeyê wergirt.
Ji ber xebata bavê xwe li derveyî Brîtanyayê ji dayîk bûye. Di 5 saliya xwe de ji Îranê çûne parzemîna Efrîqayê. Di avabûna partiyeke çepgîr de cihdigire. Xwedî nêrînên komûnîst û çepgirbûna wê, wê nêzîkî siyasetmedarekî Alman dike û bi Gottfried Lessing re dizewice.
Lessing di çîrok û romanên xwe de derûnî û nakokiya kesayetiyan, bi taybetî yên bindestan tîne zimên. Herwekî femînîzm, têkiliyên cinsiyetan û şer-aştî mijarên wê yên sereke ne. Pirtûka wê ya herî navdar a di sala 1962î de hatiye weşandin Deftera Zêrîn (Dagirtûka Zêrîn) e.
Çend ji berhemên Lessing
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Giya (Giya) distirên
- Arşîvên Kanopûs
- Daxûyaniya daketina dojehê
- Mara û Dann
- Girtîgehên daxwazkirî
- Zaroka pêncemîn
- Madonnaya Reşik
- Çîroka mêrikê (zilamê) nezewicî
- Terorîst
| Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |