Octavio Paz
Octavio Paz (bilêvkirina bi kurdî: Oktavyo Paz jdb. 31ê adarê 1914 li Mixcoac, îro Ciudad de México; m. 20ê nîsanê 1998 li heman derê) nivîskar û dîplomatekî Meksîkanî bû. Sala 1990î de li gel gelek xelatan, guncavê Xelata Nobelê ya wêjeyê hate dîtin.
Ew yek ji navdarên întelîjansiya Latînamerîka bû. Hevalê Pablo Neruda, fîlozof û aştîxwazek bû. Bi giştî cîhan û nakokiyên Latînamerîka dianî zimên û wan bêhempa şîrovedikir. Berhemên wî li tevayî zimanan hatine wergerandin. Wî herwiha bandoreke berbiçav li wêjeya Bakurê Amerîka ya îngîlîzîaxêv jî kiriye.
Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Helbest[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- 1938 - 1946 - Puerta condenada
- 1958 - Libertad bajo palabra
- 1962 - Salamandra
- 1969 - Ladera Este
- 1976 - Vuelta
- 1987 - Árbol Adentro
- - La rama
Roman / Ceribandin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- 1950 - El laberinto de la soledad
- 1956 - El Arco y la Lira
- 1957 - Las peras del olmo
- 1965 - Cuadrivio
- 1966 - Puertas al Campo
- 1967 - Corriente Alterna
- 1967 - Claude Levi-Strauss o el nuevo festín de Esopo
- 1968 - Marcel Duchamp o el castillo de la Pureza, con su reedición ampliada Apariencia desnuda (1973),
- 1969 - Conjunciones y Disyunciones
- 1969 - Postdata, continuación de "El Laberinto de la Soledad"
- 1973 - El signo y el Garabato
- 1974 - Los Hijos del Limo
- 1979 - El Ogro Filantrópico
- 1979 - In-mediaciones
- 1982 - Sor Juana Ines de la Cruz o las trampas de la fe
- 1983 - Tiempo Nublado
- 1983 - Sombras de Obras
- 1984 - Hombres en su Siglo
- 1990 - Pequeña Crónica de Grandes Días
- 1990 - La Otra Voz
- 1991 - Convergencias
- 1992 - Al Paso
- 1993 - La Llama Doble
- 1994 - Itinerario
- 1995 - Vislumbres de la India
Helbestek ji Paz:
Pîreka Aztekî
Birê ve diçe li perava çem,tazî,bijûndar,nû hatiye şûştin,nû
za ye ji şevê.Cewahirên ku ji havînê hatine berhevkirin vêdikevin
di sênga wê de.Di devê çiyayê agir de mezin dibe hêşîn,li kuder be giyayê
reş,giyayê hişk,dinuxmîne mêtiya xwe.Di zikê wê de bazikên xwe vedike
teyrek,du al xwe li hev dipêçin û av,bêhnvedide.
Pir ji dûran tê,ji wî welatê şilorek.
Kêm kesan dîte wê.
Raza wê didim we va : Bi roj kevirek e ew li kêleka rê;
lê bi şev,çemek e,diherike li cem zilam.
Octavîo Paz
Werger: Dûrzan Cîrano
Çend ristên din ji Paz
.....
Lêv,maç,evîn,her tişt ji nû ve dizê;
di wê jibîrkirina bê dawî ya tisî de;
keçikên şevê ne stêrk....
Octavîo PAZ