Sully Prudhomme

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Sully Prudhomme.

Sully Prudhomme (jdb. 16adarê 1839 li Parîs; m. 7ê îlonê 1907 li Châtenay-Malabry; bi dirêjî René François Armand Prudhomme) nivîskarekî fransî bû. Di sala 1901î de xelata Nobelê ya wêjeyê wergirt. Bi helbesta xwe ya navdar Le Vase brisé (1865) gelek deng da.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di malbateke Katolîk de jidayîk dibe. Perwerdeya endezyariyê û dadnasiyê bidawîdike. Wekî parêzer li Parîsê dixebite. Helbestên ku bi salan bû dinivîsand diweşîne. Ew helbestana jiyana wî diguherînin û berê wî bi giştî dide cîhana wêjeyê.

Berhemên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Stances et poèmes (Helbest, 1865)
  • Les épreuves (Helbest, 1866)
  • Les solitudes (1869)
  • Les destins (Helbest, 1872)
  • La justice (Helbest, 1878)
  • Croquis italiens
  • Les vaines tendresses (1875)
  • Le prisme (Helbest, 1886)
  • Le bonheur (Helbest, 1888)
  • Testament poétique
  • Journal intime
  • Réfléxions sur l'art des vers (1892)
  • Épaves, (Helbest, 1908)