Here naverokê

Kurdên Deylemê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kurdên Deylemê
Gelhe tevahî
~ 75.000 - 120.000
Herêmên ku lê şêniyên sereke ne
Gîlan30.000 - 44.000
Mazenderan29.776
Qazwên21.000 - 29.000
Ziman
Bacalanî, lekî, kelhûrî, kurmancî û farsî
Baweriya dînî
Şiîtî, yarsan, bêbawerî

Kurdên Deylemê an Kurdên Deyleman li bakurê Îranê, li herêma dîrokî ya deylemê, hatine belavkirin. Di waxtên Dewleta Sefewiyan yan şi Xanedana Zendan gelek Kurd li Deylemê barkirin.

Kurd li vê herêmê pirranî li parêzgeha Gîlan, li şehristanê Rûdbar bexşa Amerlû[1], şehristanê Siahkal bexşa Deylaman û şehristanê Rûdsar bexşa Rahimabadê belavbûne[2]. Herweha li Mazenderan, bajarê Sarî kurdên kurmancîaxiv, li devera Nowşar jî êla Lek a Xecewen dijî. Eşîrên Mafî û Reşvend li bakurê parêzgeha Qazwênê dijîn û xwediye gelheke kurdî ya balkeş in. Dîsa li parêzgeha Erdebîlê li devera Xalxalê çend gundan de kurmacîaxiv hene.

Êl û esîrên kurdan ku îro li sê - çar parêzgehên peravîyên deryaya mazenderan belavî dijin hemî ji kurdistanê an jî ji kurdistana xorasanê hatine koçberkirin.

Çand û hûner

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Êlên kurdan ên xwedî gelhe giring Amerlû, Celîlvend, Mafî û Xecevend in. Ji vanan êla Amerlû ya herî mezin e.

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. ^ Reşî, Şoreş. Dîroka Kurdên koçber II. Berfîn, 2008
  2. ^ EIr: Gilan: Ethnic groups