Celîlavend

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Celîlavend eşîreke kurdên lekîaxiv e.

Gorî Ensîklopediya Iranica ev eşîr di dema Xanedana Zendiyan ji Farsê koçberê Kurdistanê bûye. Niha li Kirmaşanê eşîreke bi navê Celîlavend heye. Gelek kesên ji vê eşîrên ji destê zilma olî di sedsala 19'mîn de koçberê parêzgeha Qazwênê bûne. Gava ku çûne vê herêmê ji 800 malbatê pêk hatine, belê serjimara wan bere bere kêm bûye û herwuha di 1930yan de ji 300 malbatê û 1960î de ji 150-200 malbat mabûne. Niha li Qazwênê li navçeya Qazqazanê li gundên wek Akçakend, Başgol, Qarabax û Yangija Pa dijîn. Celîlavend Yarsan in.

Bide ber[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kurdên Dilêmanê

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

EIr: Jalilavand