Sedrenc

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Texteyê sedrencê
Kevirên sedrencê (ji çepê): şah, keleh, şalyar, leşker, hesp û fîl
Du yarîkerine sedrencê di nîgarokeke farîsî ya sedsala 16-an de
Wilhelm Steinitz, yekemîn qehremanê cîhanê yê sedrencê (1886).
Viswanathan Anand, qehremanê cîhanê yê sedrencê yê îro.

Sedrenc (ji sanskrît catír anga, "ji çar parçeyan pêkhatî anku, ji çar parçeyên leşkerî pêk tê: fîl, erebe, siwar û piyade)" [1], bi erebî û farisî: shatranj) kişik, şetrenc an jî şaxmat lîstikeke gelek kevn a ku ji Hindistanê hatî di sedsala şeşan de ji aliyê faris û ereban ve li Kurdistan û Ewropayê hate belavkirin. Ev lîstik ji bo du kesan e û her yek ji yarîkeran bi 16 keviran li ser texteyekî çargoşe dilîzin.

Sedema vê lîstikê ev e ku yarîkerek şahê yarîkerê din kiş bike heya ku şah nekaribe bi cih bike. Lê belê, koka lîstikê pir remzî ye: şerê di navbera yê spî û yê reş de, ronahî û tarî, roj û şev...

Kevirên sedrencê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di lîstika sedrencê de 16 kevirên spî û 16 kevirên reş tên bikaranîn. Yarîkerê ku bi kevirên spî dilîze lîstikê destpê dike. Navên keviran ev in:

Texteyê sedrencê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Texteyê sedrencê çargoşe ye û ji 64 kareyên spî û reş pêk tê.

Sedrenc li Kurdistanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mîrê Botan, di dema Mem û Zînê de, bi sedrencê dileyize û Ehmedê Xanî wê tîne ser zimên.

Yaneyên sedrencê li Kurdistanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Kurdistanê gelek yaneyên sedrencê hene. Du ji wan Yaneya Gare ya Dihokê û Yaneya Pêşmerge ya Silêmaniyê ne [2].

Yaneya Gare[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Yaneyeke sedrencê li Dihokê ye. Çend ji endamên vê yaneyê ev in: Karîn Kemal, Çinar Wirya, Zuha Mihemed û Mihina Se'ed.

Yaneya Pêşmerge[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Yaneyeke sedrencê li Silêmaniya Başûrê Kurdistanê ye. Beşdarên di hinde qehremaniyên sedrencê de Îmam Hesen, Dilpak Îsma'îl, Rena Se'ed û Zeyne Basil in.

Qehremanên fermî yên cîhanê yên sedrencê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Michael L. Chyet: Ferhenga kurmancî-înglîzî.
  2. ^ Rojnameya Evro, 195 (2007), Dihok