Zimanê farisî
Farisî | ||
---|---|---|
فارسی | ||
Welatên lê tê axaftin | Îran Efxanistan Tacîkistan Pakistan Ûzbêkistan | |
Axiverên zimanê zikmakî | 70 milyon[1] | |
Malbata zimanî | Zimanên hind û ewropî
| |
Awayên kevn | ||
Sîstema nivîsê | Tîpên erebî | |
Kodên zimanî | ||
ISO 639-1 | fa | |
ISO 639-2 | per (B) | fas (T) |
ISO 639-3 | fas – Macrolanguage individual codes: pes – Farisiya rojava prs – Farisiya rojhilat tgk – Tacîkî aiq – Aimaq bhh – Bukharic haz – Hezaregî jpr – Dzhidi phv – Pahlavani deh – Dehwari jdt – Juhuri ttt – Tatî | |
Cihê ku farisî zimanê zikmake ye |
Farisî an jî farsî (parsî) zimanekî ji koma zimanên îndo-ewropî ye. Zimannas farisî dixin beşa îndo-îranî û dibêjin ku farisî yek ji zimanên beşa başûrî rojavayê Îranê ye. Farisî bi Kurdî re di warê ziman de ji nêz ve cîran e.
Hejmar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Farisî zimane gelê faris e. Hin Efxan û Tacîkistan jî bi farisî wek zimanê duyem diaxivin. Li Îranê 70 milyon,[2] li Efxanistane 30 milyon,[3] li Tacîkistanê 9 milyon[2] û li Ûzbêkistanê 7 milyon[4][5] kes bi farisî diaxvin. Yanî li cîhanê de 110 milyon kes farisî dizanin.[1]
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Zimanê farsî çend Dewran û merheleyê dîrokê pişt serê xwe xistine ta gihîştiye vir. Ev ziman yekem car di serdema Hexanenişiyan de hat nivîsîn ku belgeyên wê bi navê farsiya kevn tê nas kirin. Piştî farsiya kevn farsiya navîn e, û piştî wê jî farsiya derî an jî farsiya nû û di dawiyê de jî farsiya modern peyda bû.[6]
Wêjeya farisî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Gotara bingehîn: Wêjeya farisî
Dîroka wêjeya farisî dikare ji heta serdema kevnare ve were şopandin. Nimûneyên yekem ên helbestvaniya îranî, ya ku berê modela rewanbêjiya kevneşopî ye, dide nîşandin di Gathayan (stranan), perçeyên kevn ên Avestayê, nivîsara ola Zerdeştî de (binêre jî Zerdeşt). Ji aliyekî din ve, helbestvaniya Farisî behsa tevahî çanda helbesta klasîk a li cihen bilind yên Îranê dike ku bi zimanê nivîskî farisî hate çêkirin. Ew bi jêdera xwe ji devera ku niha Îran, Efxanistan, Tacîkistan û Ûzbêkistanê pêk tê, bû. Wekî din, zimanê Farisî ji bo serdemek pir dirêj zimanê çandî û fermî yên Iraqê, Pakistan û bakurê Hindistanê bû. Li vir, di heman demê de, hin helbestvanên herî navdar ên faris jî dijiyan.
Helbestvanî li qada çandî û zimanî ya farisî de pir bi qîmet e, da ku cihê çanda Farisî hejmarek helbestên navdar û serfiraz hilberandiye. Helbestvanên farisî bi sedsalan bandor li çand û zimanên din kirine, di nav de helbestvanê alman Goethe, ku berhema wî West-östlicher Diwan li ser bingeha helbestvaniya klasîk a farisî ye.
Rêzimana farisî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Gotara bingehîn: Rêzimana farisî
Rêzimana farisî (bi farisî: دستور زبان فارسی-Destûrê zebanê farsî) rêzimana zimanê farisî ye.
Nav
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Cînav
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Cînav bi farisî wek ضمیر(zemîr) tê zanîn.
Yekjimar | Pirjimar | |
Şexsê yekem | من (men) ez, min | ما (ma) em, me |
Şexsê duyem | تو (to) tu, te | شما (şoma) hûn, we |
Şexsê sêyem | او (û) ew, wê, wî | آنها (anha) ew, wan |
Hoker
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- بنابرین (benaberîn/ ji ber vê)
- شاید (şayed/ şayed,belkî)
- توسط (bi/pê)
- معمولا (bi giştî)
- هرگز (qet)
- به غیر از (ji bilî)
- به موقع (di wextê xwe de)
Rengdêr
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- بیشتر (bêhtir)
Lêker
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Gotara bingehîn: Lêkerên farisî
Cureyên lêkeran
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Lêkerên sade: خوردن(xorden/xwarin), دیدن(dîden/dîtin)
- Lêkerên pîşvendî:Ji pêvekek û lêkereke sade tê çêkirin. Mînak; برگشتن(ber geşten/vegerîn), برداشتن(berdaşten/hilgirtin,wergirtin,jêbirin)
- Lêkerên morekeb: Ji navdêr, rengdêr û lêkerekê sade tê çêkirin. Mînak; زمین خوردن(zemîn xorden/ketin), کمک کردن(komek kerden/alî kirin,harî kirin)
- Lêkerên pîşvendî yên morekeb: Ev lêkeran ji navdêrek, pêvekek û lêkerekê sade tê çêkirin. Mînak;سردرآوردن(serderaverden/têgehiştin, fêmkirin),سرباززدن(serbazzeden/red kirin)
- Lêkerên ebaretî: به پایان رساندن(be payan resanden)
- Lêkerên yek şexse: خوش آمدن(xoş ameden)
Di farisî de zeman
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Zemanî halê exbarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Bi farisî wek زمان حال اخباری (zemanî halê exbarî) tê nivîsîn. Di kurmancî de miqabilê dema niha û fereh e.
Zemanê gozeşteyî sade
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Bi farisî wek زمان گذشتهی ساده(zemanî halî exbarî) tê nivîsîn. Bi kurmancî em dibêjin dema sade ya borî
Zemanê gozeşteyî estemrarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Bi farisî wek زمان گذشتهی استمراری(zemanî gozeşteyî estemrarî) tê nivîsîn.
Halê eltezamî û emr
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Bi farisî wek حال التزامی(halê eltezamî) û حال امر(halê emr) tê nivîsîn.
Daçek
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Daçekên serek di zimanê farisî de ev in;
- برای (beray): Bi kurmancî ji bo tê bikaranîn
- تا(ta): Bi kurmancî ta tê bikaranîn
- در(der): Bi kurmancî di..da tê bikaranîn
- به(bê): Bi kurmancî bi tê bikaranîn
- را: Bi kurmancî ra tê bikaranîn
- از: Bi kurmancî ji tê bikaranîn
- پیش: Bi kurmancî pêşî tê bikaranîn
- Elfabêya kurdî û bingehên gramera kurdmancî-Celadet Bedîrxan, weşanên Nefelê 2002
- HUSEIN MUHAMMED-Kurtenerînek li hin beşên rêzimana kurdî [1]
- Rêzimana Kurdî ya Kurmancî- Abdullah Karabax [2]
- دستور کاربردی-فاطمه جعفری (Destûrê karberdî-fatema Ce'eferî)
Ferhengok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Jimar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 1-yêk
- 2-du
- 3-sê
- 4-çahar
- 5-penc
- 6-şiş/şêş
- 7-heft
- 8-heşt
- 9-nuh
- 10-deh
- 11-yazdeh
- 12-devazdeh
- 13-sîzdeh
- 14-çahardeh
- 15-panzdeh
- 16-şanzdeh
- 17-hêfdeh
- 18-hêjdeh
- 19-nûzdeh
- 20-bîst
- 21-bîstuyêk
- 22-bîstudu
- 30-Sî
- 40-çêhêl
- 50-pencah
- 60-şest
- 70-heftad
- 80-heştad
- 90-neved
- 100-sad
- 200-dêvîst
- 300-sîsed
- 1000-hezar
- 10000-deh hezar
- 1000000-mîlyûn
- 1000000000-mîlyard
Reng
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- şîn-abî
- sor-surx/qermez surx
- zer-zerd
- kesk-sebz
- çakar-qehvêî
- binefş-benefş
- gewr-tûsi
- narincî-narêncî
- spî-sêpîd/sêfîd- spîd
- reş/siyah/mêşki
Lêker
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Gotara bingehîn: Lêkerên farisî(Lêkerên farisî)
- ameden(biya)-hatin
- reften(berow)-çûn
- buden(baş)-bûn/bin
- şoden(beşow)-bûn, çêbûn, çûn
- kerden(bekon)-kirin/kirdin
- şosten(beşuy)-şûştin
- danisten(bedan)-zanîn
- gereften(begir)-girtin
- gîrîsten(begîr)-girîn
- siteden(bestan)-standin
- manden(beman)-man
- dîden(bebîn)-dîtin
- şeniden(beşinew)-bihistin
- porsiden(bepors)-pirsin/pirs kirin
- tersiden(beters)-tirsin/bizdin
- xandiden(bexand)-kenîn
- xasten(bexweh)-xwestin/wiştin
- neveşten(benevis)-nivîsin
- avixten(beavîz)-aliqandin
- xerf zeden(bezen)-axaftin/peyivin/qisey kirin/
- goften(begu)-gotin/wutin
- doşnam goften(begu)-dujin kirin
- xanden(bexon)-xwendin/xuwendin
- vakerden(vakon)-vekirin
- fahmiden(befahm)-fehm kirin
- bariden(bebar)-barin
- suxten(besuz)-şewitin
- hişten(behêl)-hiştin
- mêkiden(bemêk)mêtin
- nigêristen(benigêr)-nêrin/sêr kirin
Nimûneyên farisî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Namê şoma çist (axaftina rojane:Namê şoma çiye):Navê we çi ye?
- Namê to çist (axaftina rojane: çiye):Navê te çi ye?
- Ehlê kucai (axaftina rojane: kucaye):Ji kûderî?
- Çetori?:Çawanî/Çitonî/Çitûyî/Çilûyî/Çerî/Çitolî?
- Zebanê Farsi beledid?/Farsî midani?:Zimanê Farisî dizanî?/Farisî dizanî?
- Belî beledem/Arê midanem:Erê dizanim
- Nexeyr beled nistem/Ne, nemidanem:Na, Nîzanim
- Saet çand ast (axaftina rojane: çande): Saet çi ye? / Saet çend e?
- To çand Sâle-yi: Tu çend salî yî?
- To çend salegîyî?: Tu çend salî yî?
- Se ruz e(-st) kê henuz cizi nexordem: Sê roj e ko ez hîn tiştek nexwarim (nexward)
- Destê to derd nebine(-d):Destê te derd nebîne, Mala te ava!
- To çi mikhahe?: Tu çi dixwaze?
- Xoda Bozorgest: Xwêda Mezina
- Xodahafız / Oxir be! Hatre te!
- Xeyli xoşmeze / Zehf xweşa
- Danezana gerdûnî ya mafên mirov-bend 1
Zimanê farisî
"Heme merdom azad be donya miyayend o ez lehaze heysiyet o hoquq ba hem beraberend. Heme darayê hûş o vêcdan hestend o bayed be yekdiger ba ruhê beraderî reftar konend."
Zimanê kurdî
"Hemû mirov azad tên dinyayê û di weqar û mafan de wekhevin. Hemû xwedî hiş û vîcdan in û divê li hember hev bi ruhê bratiyê bilivin."
Mijarên têkildar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ a b "Persian | Department of Asian Studies" (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 2 kanûna paşîn 2019.
There are numerous reasons to study Persian: for one thing, Persian is an important language of the Middle East and Central Asia, spoken by approximately 70 million native speakers and roughly 110 million people worldwide.
- ^ a b "Adult literacy rate, population 15+ years (both sexes, female, male)". UIS Data Centre. UNESCO. Roja gihiştinê 20 çiriya paşîn 2019.
- ^ Reinman, Suzanne L. (21 îlon 2010). "The World Factbook". Reference Reviews. 24 (7): 7–8. doi:10.1108/09504121011077057. ISSN 0950-4125.
- ^ Jonson, Lena (1976) Tajikistan in the New Central Asia, I.B.Tauris, ISBN 085771726X, p. 108: "According to official Uzbek statistics there are slightly over 1 million Tajiks in Uzbekistan or about 3% of the population. The unofficial figure is over 6 million Tajiks. They are concentrated in the Sukhandarya, Samarqand and Bukhara regions."
- ^ Richard Foltz (1996). "The Tajiks of Uzbekistan". Central Asian Survey. 15 (2): 213–216. doi:10.1080/02634939608400946.
- ^ Dîroka Zimanê Farsî Dr. EbolQasimî