Çêjtin

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Rûyê ziman û kêlekên ziman bi goçkêyan dapoşî ye.

Çêjtin , ango hestê nasîna çêja xurekan bi reya kîmîkewergirên taybet.

Di laşê mirov de du hest, hestê bêhnkirin û çêjtinê bi navbeynkariya kîmîkewergiran rû dide. Ango molekulên kîmyayî yên bêhndar an jî çêjdar kîmîkewergiran çalak dikin, bi vî awayê pêvajoya hestkirinê didin destpêkirin.

Ziman endamê sereke ye ji bo hestê çêjtinê. Rûyê ziman zivir e. Rûyê ziman û kêlekên ziman bi goçkêyan dapoşî ye. Goçke (bi latînî : yekjimar papilla , pirrjimar papillae) pêkhateyên mîna gupikên piçûk in. Li ser zimanê mirov de çar cor goçke heye. Goçkeyên kivarkî (fungiform papillae) li ser rûyê ziman li aliyê pêş de cih digirin. Goçkeyên çeperkirî (circumvallate papillae) li aliyê paşê rûyê ziman de cih digirin. Goçkeyên pelî (foliate papillae) jî li herdu kêlekên rûyê ziman de cih digirin. Goçkeyên benikî (filiform papilla) li serê ziman de cih digirin[1].

Gavên rûdana hestê çêjtinê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Ji bo peydabûna hestê çêjtinê, divê van pênc gavên serekî bêne avitin.

1. Helîna molekûlên çêjdar di nav lîkê de.

2. Ji aliyê kîmîkewergirên xaneya çêjewergir ve wergirtina molekulên çêjdar. An jî girêdana xaneya çêjewergir û molekulên çêjdar .

3. Hesteveguherandin, ango guherandina sînyalên kîmyayî yên molekula çêjdar bo sînyalên elektrîkî .

4. Bi şeweyê demareragihandin, gihandina sînyalên çêjê bo talamus û navenda çêjtinê ya tûkila mejî

5. Şîrovekirin û têgihîştina çêjê di mejî de

Gavên duyemîn û sêyemîn di çêjegopkeyan de di nav xaneyên çêjewergir de rû dide.

Çêjegopkê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Çêjegopke pêkhateyên bi şeweyê hêlkeyî ne,ji bo nasîna çêja xurekan kar dikin.

Çêjegopke pêkhateyên bi şeweyê hêlkeyî ne, kar dikin ji bo nasîna çêja xurekan. Ji xeynî goçkeyên benikî, di nav hemû goçkeyan de çêjegopke (bi îngilîzî: taste bud) heye. Kîmîkewergirin çêjtinê di nav çêjegopkeyan de cih digirin. Piraniya çêjegopkeyan li ser rûyê ziman, di nav goçkeyan de cih digire[2]. Ji xeynî nav goçkeyan, li esmanê dev, li gewrî, li beşa jor a soriçikê jî çêjegopke hene[3]. Laşê mirov bi qasî 10000 çêjegopkê lixwe digire[2]. Çêjegopkeyek ji sê cor xaneyan pêk tê; xaneyên palpişt, xaneyên binçîne û xaneyên çêjewergir. Xaneyên çêjewergir, kîmîkewergir in, lê demarexane nîn in. Bi eslê xwe çêjewergir xaneyên rûkeş in, lê ji bo erkê çêjtinê şêweyên wan hatiye guhertin[4]. Ji parzûna xaneya çêjewergiran wîrdememîleyên çêjtinê dirêj dibin. Kotahiya xaneya çêjewergir bi demarexaneya hestê re gehînke ava dike[5].Xaneyên binçîne, bi eslê xwe xaneyên bineretî ne. Temenê xaneyên çêjewergir bi qasî 10 roj e, xaneyên bînçîne li dewsa xaneyên çêjewergir ên mirî, çêjewergirên nû çê dikin[6].

Rêbaza wergirtina molekula çêjdar li çêjegopkê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Çêjegopkê li her aliyê rûyê ziman de cih digirin, bi vî awayê her beşa rûyê ziman dikare hemû corên çêjan nas bike. Ango, bi eslê xwe li ser rûyê ziman de ji bo çêjek taybet, beşek taybet nîn e[1]. Ji ber ko di nav çêjegopkeyek de gellek ji xaneyên çêjewergir heye, çêjegopkeyek jî ne tenê çêjek, lê pirtir cor çêjan dinase. Lê her xaneyek çêjewergir, taybet e ji bo corek çêjê[1]. Wirdememîleyên xaneyên çêjewergir di nav lîkê de dirêj dibin, bi vî awayê molekûlên çêjdar bi hêsanî rastê xaneyên çêjewergiran tên. Pênc cor çêj ji aliyê çêjewergiran ve tên nasîn. Evana; şîrîn, tirş, şor, tal û umamî ye[7]. Ji bo rûdana hestê çêjkirinê, divê molekulên çêjdar ên di nav xurekan, di nav lîkê de bi têra xwe bihele û di kunika çêjê de derbasî nav çêjegopkeyê bibe, li wir rastê wîrdememîleyên xaneya çêjewergiran were. Ji molekulên çêjdar, molekulên ji bo çêja tirş û şor bi navbeynkariya cogên îyonan, raste rast ji parzûna xaneyê derbasî nav xaneya çêjewergir dibin. Çêja şor ji ber xestiya îyonên sodyumê, çêja tirş jî ji ber xestiya îyonên hîdrojenê peyda dibe. Ev herdu cor îyon jî dibin sedema berevajîbûna cemsergiriya xaneya çêjewergir. Molekulên ji bo çêja tal, şîrîn û umamî, peşî bi wergirên taybet ên li ser parzûna xaneya çêjewergir ve tên girêdan. Evan wergiran, wekî “wergira bi proteînên-G ve girêdayî “ tên navkirin. Bi wergiran ve girêdana molekulên çêjdar, di nav xaneya çêjewergiran de rêzereaksiyon dide dest pêkirin, bi vî awayê berevajîbûna cemsergiriya xaneya çêjewergir rû dide. Piştî berevajîbûna cemsergiriyê, xaneyên çêjewergir, demareguhêzer der didin û demarexaneya hestê çalak dikin[8]. Bi çalakbûna demarexaneya hestê, ragihandinên ji molekulên çêjdar, bi şêweyê demareragihandin ber bi qedê demax , ji wer jî ber talamusû tûkila mejî ve tên şandin. Têgihîştina çêjê di navenda çêjtinê ya tûkila mejî de peyda dibe.

Çêj û tam[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Di jiyana rojane de peyven çêj (bi înglîzî: taste) û tam (bi înglîzî: flavour) ji bo heman wateyê tên bikaranîn, lê bi eslê xwe ev herdu peyv ne peyvên hevwate ne. Wekî mînak heke mirov pir hindik şekir bavêje nav çayê, mirov hê jî dikare çêja şîrîniya şekirê çayê bigire, lê ji bo hin mirovan tama çaya kêmşekir xweş nîn e. An jî heke mirov çayek asayî çê bike û bi têra xwe şekir jî bavêje nav çaya germ, çêja çaya bi şekir li mirov xweş tê. Heke mirov heman çayê sar bike wisa vebixwe, mirov çêja şîrînî ya çayê hest dike lê ji tama çaya sar hez nake. Li vî mînakê de çêja şîrînî ya çayê naguhere lê ji ber kêmbûna germahiya çayê, tama çayê diguhere. Heke mirov bi têra xwe rûn, xwê û av bixe nav meqarneyê, lê meqarneyê bi têra xwe nekelîne, ango meqarne nerm nebe, mirov çêja şoriya meqarneyê digire lê tama meqarneyê li mirov xweş nayê. Îsot, sîr, pûng, darçîn, hinek ji corên biharatan in. Çêja van biharatan nîn e, ango mirov ji vana çêja tirş, şor, tal, şîrîn an jî umamî hêst nake, lê gava mirov vana li xwarin û vexwarinan zêde dike, tama xurekan hê xweştir dibe. Her wekî di mînakên li jor jî tên dîtin, peyva çêj ji bo yek ji hestê şirînî, şorî, talî, tirşî û umamî tê bikaranîn. Peyva tam li gel hebûna yek an jî zêdetir çêjan di nav xurekan, li gor germahî, bêhn, nermî an jî reqiya xurekan, hin caran jî hebûn an jî nebûna biharatên li nav xurekan peyda dibe.

Çêja şor[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Hestê çêja şor bi gelemperî ji ber Îyonên sodyumê (Na+) peyda dibe

Ji bo rûdana hestê çêjkirinê, divê molekulên çêjdar ên di nav xurekan, di nav lîkê de bi têra xwe bihele û di kunika çêjê de derbasî nav çêjegopkeyê bibe, li wir rastê wîrdememîleyên xaneya çêjewergiran were. Hestê çêja şor bi gelemperî ji ber Îyonên sodyumê (Na+) peyda dibe[1]. Çavkaniya sereke ya sodyumê xwêya sifreyê ye. Xwê ji îyonên sodyum û klorê (NaCl) pêk tê. Xwêya nav xurekan, di nav lîkê de dihelê û bendên kîmyayî yên navbera îyonên xwêyê diqete, loma îyonên Na+ û Cl- bi awayekî serbest di nav lîkê de belav dibin. Xaneya çêjewergir a çêja şor di dema asayî de, ango gava mirov tiştek xwêyî naxwe, di asta cemsergiriyê de ye. Gava mirov xurekek bixwê (şor) dixwe, îyonên sodyumê di nav lîke de dikeve nav çêjegopkeyan, bi vî awayê xestiya îyonên sodyumê li derdora wirdememîleyên (kûlkên çêjtinê) xaneyên çêjewergir de zêde dibe[9]. Loma Na+ ji derveyê xaneyê bi navbeynkariya cogên sodyumê, diherike nav xaneyê[10]. Bi vî awayê di xaneya çêjewergir de berevajîbûna cemsergiriyê rû dide[9]. Bi berevajîbûna cemsergiriyê, cogên kalsiyumê ve dibin, kalsiyum ber bi nav sîtoplazmayê diherrike. Di nav xaneyê de zêdebûna iyonên sodyum û kalsiyumê xaneya çêjewergirê han dike ko demareguhêzer der bide[11]. Bi derdana demareguhêzer demarexaneyên hestê yên bi çêjewergiran ve girêdayî çalak dibin[8].

Çêja tirş[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Xurekên asîdî dibin sedema çêbûna hestê çêja tirş.

Çêja tirş an jî tama tirş, çêja xurekên asîdî ye. Ji bo nasîna çêja tirş, molekula çêjdar îyonên hîdrojenê ye. Ango îyonên hîdrojenê yên di nav xurekan de, xaneya çêjewergir a bo çêja tirş çalak dikin. Gava asîdên nav xurekan bi wergirên xaneya çêjê ve tên girêdan, dibin sedema guherîna cogên îyonan.[4] Gava cogên îyonên ser parzûna xaneya çêjewergir ve dibin, îyonên hîdrojenê ji parzûna xaneya çêjewergir, derbasî nav sîtoplazmaya xaneyê dibin. Ji ber hatina protonan (îyonên hîdrojenê) bargeya (+) a nav xaneyê zêde dibe, xane dikeve rewşa berevajîbûna cemsergiriyê. Ji xaneyên çêjewergir demareguhêzer tê derdan, demareguhêzer jî demarexaneyên hestê han dike. Bi vî awayê di demarexaneya hestê de erkê kar dest pê dike. Sînyalên kîmyayî yên molekula çêjdar, bi şeweyî demareragihandin, ber bi talamus û mejî ve tên şandin[12] .

Çêja tal[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Bi gelemperî heke çêja xurekek hinekî şor, şîrîn an jî tirş be, xurek hê tamxweş dibe. Lê ji bo çêja tal rewş ne heman e. Heke di nav xurekek de çêja tal hebe, ji taliya xurekê mehdê mirov tê girtin û mirov dev ji xwarina wê xurekê ber dide[13].Ne hertim, lê bi gelemperî xurekên jêhrdar tal in. Wergirên xaneyên ji bo çêja tal dikare heta 100 molekulên çêjdar ên ji hev cuda binase û ji hev derxe[7] . Bi vî awayê jiyana mirov ji xurekên jêhrdar tê parastin. Bi taybetî du komên awêteyan endamî (bi îngilîzî: organic compaunds) dibin sedema peydabûna çêja tal. A yekem, awêteyên endamî yên ji zincîrek dirêj pêk tên û azot (N) lixwe digirin, a duyem, koma alkaloîdan e. Alkaloîd ji riwekan tê bi destxistin. Wekî mînak, nîkotîna nav titûna cixarê, kafeîna nav qehwê an jî kînîn (quinine) madeyên alkaloîd in. Her wisa taliya hin derman jî ji ber hebûna alkaloîdan e[13]. Wekî mînak aspirîn alkaloîd lixwe digire loma çêja aspirînê tal e[9].Ji bo têgihîştina çêja tal, molekula çêjdar bi wergirên taybet ên çêjewergirê ve girêdan ava dike. Navê van wergiran “wergirên bi proteîna-G ve gêrêdayî” ye (bi îngilîzî: G-protein-coupled receptors)[14].Gava molekulên çêja tal (peyambera seratayî) bi wergirên ser parzûna xaneya çêjewergir ve girê dibin, binebeşên protina-G ji wergirê diqetin û belavê nav sîtoplazmayê dibin. Binebeşên proteîna-G di nav xaneya çêjewergir de peyambera duyem dide destpêkirin, pêştê rêzereaksiyonan, cogên potasyumê tê girtin ko potasyumên nav sîtoplazmayê, dernekevên dervayê xaneya çêjewergir. Di heman demê de retîkûlûma endoplazmî jî kalsîyum (Ca+2) der dide nav xaneyê. Bi vî awayê di xaneya çêjewergir de berevajîbûna cemsergiriyê rû dide[11]. Ji xaneya çêjewergir demareguhêzer tê derdan. Demareguhêzer jî demarexaneyên hestê çalak dike û erkê kar dide destpêkirin. Ango sînyalên kîmyayî yên ji molekula çêja tal te veguherandin bo sinyalên elektrîkê. Sînyal bi şeweyê demareragihandin ber bi mejî ve tê şandin[8].

Çêja şîrîn[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Çêja şîrîn ji ber şekirên nav xurekan, yên wekî glukoz, fruktoz, sukroz peyda dibe.

Bi gelemperî awêteyên endamî (bi îngilîzî: organic compounds) dibin sedema çêbûna hestê çêja şîrîn[15]. Glukoz, fruktoz, sukroz, glîserol, alkol mînak in ji bo awêteyên kîmyayî ko ji aliyê çêjewergirên bo çêja şîrîn ve tên naskirin. Wergirên çêja şîrîn, corek ji “wergirên bi proteîna-G ve gêrêdayî” ne[11]. Şekirên nav xurekan, yên wekî glukoz, fruktoz, sukroz di nav lîkê de dihelên. Bi vî awayê li derdora çêjegopkeyan de xestiya molekulên şekir zêde dibe. Molekula şekir gava rastê wergira guncav a li ser parzûna xaneyê te, bi wergirê ve girê dibe . Piştê girêdanê , proteîna-G ji wergirê diqete. Serbestmayina binebeşên proteîna-G, adenîl sîklazê çalak dike, bi vî awayê di nav xaneyê de rêzereaksiyonan dide destpêkirin. Adenîl sîklaz, adenozîna sêfosfatî(Adenosine triphosphate (ATP)) han dike ko biguhere û ji wê, molekula cAMP peyda bibe. Molekula adenozîna yekfosfatî ya sîklîk (bi îngilîzî: cyclic adenosine monophosphate (cAMP)) di nav xaneyê de wekî peyambera duyem kar dike. cAMP cogên potasyumê digire û berevajîbûna cemsergiriya xaneya çêjewergirê dide destpêkirin. Li dawiya van gavan, ji xaneyê demareguhêzer tê derdan[16]. Derdana demareguhêzer demarexaneya hestê çalak dike. Demarexaneya hestê sînyalên kîmyayî yên ji molekula çêja şîrîn, bi şêweyê demareragihandin ber bi demax ve dişîne. Sînyalên çêjtinê pêşî digihîjin talamusê, ji wir jî tên guheztin bo navenda çêjtinê ya tûkila mejî[10].

Çêja umamî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Çêja umamî di van salên dawî de wekî corek nû ya çêjê hat pêjîrandin. Umamî peyvek japonî ye ji bo xurekên çêja wan xweş, ango tamxweş tê bi karanîn[12]. Ji ber ko çêjewergirên ji bo çêja umami ji aliyê asîdên amînî ve tên çalakkirin, di xurekên proteînî de hê pirtir çêja umamî peyda dibe[9]. Her wekî mîna yên çêja şîrîn û tal, wergirên çêja umamî jî “wergirên bi proteîna-G ve girêdayî” ne[8]. Asîdên amînî yên bi navê glutamet (asîda glutamî) û aspartat (asîda aspartî) molekulên çêja umamî ne ko dikarin bi wergirin xaneya çêjewergir ve girêdan ava bikin[1]. Çêja goştav (ava goştê kelandî), goşt, firingiyê hişkkirî, çaya kesk, masî, karok hin ji xurekên mînak in ji bo çêja umamî. Gava mirov xurekên bi çêja umamî dixwe, asîda glutamî di nav lîkê de dihele û dikeve nav çêjegopkeyan. Ji bo peydabûna çêja umamî, peyambera seratayî asîda glutamî ye[17]. Asîda glutamî bi wergira li ser parzûna xaneya çêjewergir ve girê dibe. Bi girêdana asîda glutamî, proteînên-G ji wergirê diqetîn û di nav sîtoplazmayê de rêzereaksiyonan didin destpêkirn. Bi vî awayê di xaneya çêjewergir de peyambera duyem ava dibe [18], di xaneyê de berevajîbûna cemsergiriyê (bi îngilîzî: depolarization) rû dide. Piştê berevajîbûna cemsergiriyê, ji xaneya çêjewergir demareguhêzer tê derdan. Demareguhêzer demarexaneyên hestê çalak dikin, di demarexaneya hestê de erkê kar didin destpêkirin. Sînyalên kîmyayî yên ji molekula çêjdar bi navbeynkariya demaran, bi şêweyê sinyalên elektrîkî ber bi demax ve tê şandin. Ji hev derxistin, nasîn û têgihîştina çêja umamî di tûkila mejî de, di navenda çêjtinê de rû dide.

Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

  1. a b c d e Fox, Stuart Ira.Human Physiology. McGraw-Hill Education, 2016.
  2. a b Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  3. Witt, M. and Reutter, K. (2015). Anatomy of the Tongue and Taste Buds. In Handbook of Olfaction and Gustation, R.L. Doty (Ed.).https://doi.org/10.1002/9781118971758.ch29
  4. a b Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  5. https://www.britannica.com/science/taste-bud
  6. McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  7. a b Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company.
  8. a b c d Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  9. a b c d Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  10. a b Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  11. a b c Roberts S. Human Physiology. Global Media, 2007.
  12. a b Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  13. a b Guyton, A. and Hall, J., 2011.Guyton And Hall Textbook Of Medical Physiology. Philadelphia: Saunders Elsevier.
  14. Costanzo, Linda S. Physiology. Sixth edition, Elsevier, 2018.
  15. Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.
  16. Purves D, Augustine GJ, Fitzpatrick D, et al., editors. Neuroscience. 2nd edition. Sunderland (MA): Sinauer Associates; 2001. Taste Receptors and the Transduction of Taste Signals.Available from: https://www.ncbi.nlm.nih.gov/books/NBK11148/
  17. https://www.ncbi.nlm.nih.gov/pmc/articles/PMC3704337
  18. https://www.ncbi.nlm.nih.gov/pmc/articles/PMC3723147