Seîdê Îbo

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Sêîdê Îbo an jî Seîdê Rizgo Îboyan, di 8ê gulana sala 1924an li gundê Qarxûna Jorîn, Ermenistanê, ji dayik bûye, helbestvanekî kurd î welatparêz bû.

Seîdê Îbo
biguhêreBelge

Prof. Dr. Sêîdê Îbo kolêj û enstîtuya bijîşkiyê ya Êrîvanê xilas kir. Doktora xwe jî li Moskovayê temam kir. Seîdê Îbo wek bijîşkê zarokan kar dikir. Di sala 1971'ê de bû serokê kafêdra bijîşkiya zarokan (pêdiyatriya) li Enstîtuya Êrîvanê ya Bijîşkiyê.

Îdîa hene ku Îbo ji aliyê hêzên îlegal û rastgir ên ermeniyan ve hatiye kujtin. Piştî hilweşîna YKSSê, neteweperestên ermeniyan êrîş birin ser kurdan, bi taybetî rewşenbîrên kurd. Ermenistanê hebûna kurdan înkar kir û niha jî di destûra bingehîn a Ermenistanê de bêjeya kurd nîne. Bes êzîdiyan nasdikin û dewlet bi fermî êzîdiyan wekî geleke ji kurdan cuda dide naskirin.

Di sala 1974an de li Washingtonê dibe endamê rêxistina Ortemiletiyê ya bijîşkên nexweşiyên gurçikên zarokan. Li Glazgoyê tê hilbijartin wek endamê rêxistina bijîşkên zarokan li Ewropayê.

Di 17ê kanûna pêşîn a 1991ê li bajarê Êrîvanê ji aliyê kesê “nenas” ve hate kuştin. Hejmara kitêb û berhemên Prof. Dr. Sehîdê Îbo yên ilmî derheqa bijîşkiya zarokan da nêzîkî 100î ne.

Hin ji berhemên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Terşinek bûyîna pişikê zarokên emrê hetanî yek salî de (monografya, bi zimanê ermenî, 1976)
  • Danasîn bi bijîşkiya zarokan (monografya, bi zimanê ermenî, 1983).
  • Xwerekdayîna zarokên saxlem (kitêba bijîşkiyê, bi zimanê ermenî)
  • Şîretên doxtor (kitêba bijîşkiyê, bi kurdî, 1974)
  • Siba we xêr (kitêba bijîşkiyê, bi kurdî).
  • Bîst salên din (helbest, bi kurdî)
  • Quma min (helbest, bi kurdî)
  • Azadî (helbest, bi kurdî)
  • Sînem (helbest, bi kurdî) - Duryan (berevokeke serhatiyan, bi kurdî)
  • Kurdê rêwî (roman, 1979) Kurdê rêwî. Sehîdê Îbo. Avetsa. Stenbol, 2009. 208 rûpel.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Helbestvanê kurd Dr. Seîdê Îbo hat kuştin, di kovara Gelawêj (2), 1991ê de.