Ebdurehîm Rehmiyê Hekarî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Evdirehîm Rehmî
Jidayikbûn
Mirin
Cihê goristanê
Goristana Şehîdan ya Edirnekapıyê (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Pîşe
Zarok
Mustapha Pertev Zapsu (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Xizm
Cuneyd Zapsu (en) (neviyê kur)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre

Ebdurehîm Rehmiyê Hekarî an jî bi navê nasnama wî Abdurrahim Rahmi Zapsu yek ji helbestvan û siyasetmedarekî kurd bû.

Rehmiyê Hekarî di sala 1890an de li bajarê Elbakê hatiye dinê. Ew ji malbatên hekariyanê Mala Hekariyan de bûye. Wî perwerdehiya xweyê pêşin li Elbakê, pê re jî li Wanê temam kiriye û dest bi Darûl Mûallimînê kiriye. Wî di hevşêwê wextê de ji Seyid Tahayê Arvasî jî dersên olî heldigirtine. Ew demekê mamosteyiyê dike şunda, li Zaningeha Îstanbûlê dest bi Xwedêzanîyê dike. Wextê ku Şerê cîhanî yê yekemîn dest pê dike ew teva hêzên Seîdê Nursî dibe û li hembera Rûsan şêrê dike. Ew di vê şêrê de bi birin dibe û wek dîl dikeve destên Rûsan. Wextê ku ew li wargehê dîliyê de dimê dersan dide zarokan. Gorî hin gotinan wî di dema dîliyê de du pirtûkên bi tirkî nivisîne û wextê ku serbest dimê jî wan diweşîne. Ew wextê ku ji pê Şoreşa Cotmehê re tê berdan dihere Îstanbûlê û li wir teva Kürt Talebe Cemiyetî û Kürdistan Teali Cemiyeti dibe. Ew di kovara Jînê de helbest û nivisên xwe û piyeseka bi navê Memê Alan diweşîne. Di sala 1919an de be hevalên xwe ve wî Mem û Zîna Ehmedê Xanî û Dîwana Melayê Cizîrî weşand. Dîsa di wan wextan de kovareka bi navê ehlê sunetê mehê du caran dihat weşandin weşand. Wê kovarê heft salan dewama weşaniyê kir. Wî di 2ê sibata 1958an li Stenbolê wefat kir û li pê xwe 25a zêdetir pirtûk hîşt.

Berhemên Wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Esir Bir Çocuğun Başına Gelenler(Tiştên Hatinî Serê Zarokekî Dîl). Ew di wexta dîliyê xwe de nivisîbû.
  • Eqîda Kurda, Êlmêhalekê bi kurdî
  • Memê Alan, Di hejmerên 15 û 16ên kovarê Jînê de hatibû weşandin.
  • Gaziya Welat
  • Büyük İslam Tarihi, (Dîroka Îslamê yê Mezin)

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]