Mîxaîl Şoloxov
Jump to navigation
Jump to search
Mîxaîl Şoloxov | |
---|---|
![]() | |
Xelat | Xelata Nobelê ya Wêjeyê |
Şanenav | ![]() |
biguherîne![]() |
Mîxaîl Aleksandrovîç Şoloxov (bi rûsî: Михаил Александрович Шолохов,Mikhail Aleksandrovich Sholokhov), jdb. 11'ê gulanê/24'ê gulanê 1905 li Krûşîlîn, Oblast Rostovê; m. 21'ê reşemiyê 1984 li Vyoşenskaya) nivîskarekî rûs ê dema YKSSê bû. Sala 1965'î Xelata Nobelê ya wêjeyê girtiye.
Yek ji navdarên wêjeya rûs e. Jiyana gundiyên devedorê rûbara Don bi rêbaza diyalektîkê ristiye û raxistiye ber xwendevanan. Rexneger stîla wî di bin siya plagarîzmê de dijmêrin. Xwedî desthilatdariya kûltûra devkî ya Rûs bû. Wî sazûmaniya sosyalîst diparast û pesnê Sovyetê dida. Pirraniya temenê xwe li gundê xwe derbaskiriye. Romana wî ya navdar "Li peravên Don" li Kurdistanê gelek hezkiriye.
Hin ji berhemên wî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- Donskie rasskazy, 1925 - Li peravên Don (roman)
- Lazorevaya Step', 1926 - Quntarên Lazoreva (roman)
- Tikhii Don, 4 vol., 1928-1940 (roman)
- Podnyataya tselina, 2 vol. 1932-1960 (roman)
- Oni srajalis za rodinu, 1942 (roman)
- Nauka Nenavisti, 1942
- Slovo o Rodine, 1951
- Sudba Tcheloveka, 1956-1957