Here naverokê

Sipil

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Spil hat beralîkirin)
Sipil ji kiroka sor û kiroka spî pêk tê
Cihê spilê nezikê gedeyê ye.
Xirokên sor di sipilê de tên hilweşandin

Sipil, bi înglîzî navê sipilê “spleen”e[1], bi erebî jî “thal” e(طحال). Li nav gel de ev endam (organ) wekî spil[2][3], didanxoşk[3], fatereşk [4], xalxalk[3] an jî dêdik[3] jî tê nasîn. Sipil bi sîstema gera xwînê û bi koendama bergiriyê ve têkildar e. Sipil xirokên sor embar dike[5], xaneyên xwînê yên di kotayiya jiyana xwe de ne, di sipil de tên hilweşandin. Herwiha sipil dijaten berhem dike û bergiriya laş dirûst dike.

Sipil endama herî gewrê ya sîstema lîmfê ye. Li jorê valahiya zik de li aliyê çepê, li binê navpençikê de cih digire. Li nêzê sipilê, gede, pankreas û gurçika çepê heye. Qebareya sipil bi qasê kulma (mist) mirov e.[6] Giraniya sipil a asayî 200 gram e. Dirêjiya sipilê 12 cm, firehiya wî 7 cm, stûriya (qalinî) sipilê 2,5 cm ê[5]. Korpele (dergûşa hîn di zikê dayika xwe de) hetanê pênc mehî li sipil xirokên sor û xirokên spî berhem dike[7], sipila korpeleyê, piştî pênc mehî karê berhemanîna xaneyên xwînê radiwestîne, edî moxê hestî dest bi çêkirina xaneyên xwînê dike.

Spil bi xaşeya ji bestereşane hatiyê pêçandin[6]. Di hundirê xaşeyê de du cureyên şaneya sipilî heye, kiroka sor û kiroka spî.

Kiroka sor a sipilê li gel xaneyên makrofajê, xaneyên monosît ên xiroka spî jî li xwe digire. Bi taybetî, dema birîndarbûyînê de sipil gelek ji xaneyên monosîtê der dide. Xaneyên monosîtê bi navbeynkariya gera xwînê, xwe digihînin cihê birîndarbûyî, li vir ji bo rêkxistina bergiriya laş û pakkirina birînê kar dikin. Li gel parzûnkirina xwînê, kiroka sor a sipilê karê hilweşandina xirokên sor jî pêk tîne. Temenê xirokên sor bi qasî 120 roj e. Xirokên sor ên têkçûyî (temenê xwe temam kirî) an jî yên xirabûyî, di nav sipil de tên hilweşandin û dûrxistin[5]. Ji hilweşandina hemoglobîna xirokên sor, bîlîrubîn û hesin peyda dibe. Ev herdu madeyan ji kezebê re tên şandin. Hesin ji boy berhemkirina hemoglobîna nû, dubare tê bikaranîn.

Kiroka spî ya sipilê pêkhateyên lîmfê yên wekî xaneyên plazmayê, lîmfosît, girêkên lîmfê li xwe digirê. Herwiha kiroka spî lîmfosîtan jî çêdike. Xaneyên makrofaj jî di sipil de li hember bakterî û dijepeydakeran (antîjen) parastina laş pêk tînîn, bakterî û hokarên nexweşiyê yên nav xwînê parzûn dikin. Herwiha ji bo dirûstkirina dijeten, koendama bergiriyê hişyar dikin. Xaneyên makrofaj ên sipilê, hem li kiroka sor hem jî li kiroka spî de kar dikin.

Alîkariya wê bo nexweşiyan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sipil bi anatomiya xwe ve dikare hin corên bakterî û mîkroban bikuje.

Mezinbûna Sipilê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sipil ji ber hin sedeman mezin dibe. Yek ji wan sedeman nexweşiyê xwînê ne ko lîmfosît zêde çêdibin û li wir kom dibin. Sedemek din karê pirr e ko di hin nexweşiyan de ji bo bêhtir bişixule xwe mezin dike. Wekî din di hin nexweşiyên xwînê de anatomiya xaneyan ne normal e û wan parçe dike, li vir çêkirina xwînê û parçekirina xwînê dikevin şerrekî û ji ber vê sedemê jî sipil mezin dibe.

  1. ^ "Spleen." Merriam-Webster.com. Merriam-Webster, n.d. Web. 23 Oct. 2018.[1]
  2. ^ Kovara Kurmancî 7, Înstîtuta Kurdî ya Parîsê
  3. ^ a b c d Ezîz Reşîd Akreyî (1978). Giyanê mirovî. Kora Zanyarî ya Kurdî
  4. ^ Anatomiya Bedena Mirovan, (Hüseyin Bektaş) û Gîyanê mirovî, (Ezîz Reşîd Akreyî).
  5. ^ a b c Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.
  6. ^ a b ENCYCLOPÆDIA BRITANNICA, [2]Spleen
  7. ^ Medical News Today[3],All about the spleen