Reso

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Reso, Resoyê Gopalan, Resoyê Qilîwelo dengbêjekî kurd e û yek ji şagirtên Evdalê Zeynikê ye. A rastî ji dibistana Evdalê Zeynikê ye. Evdalê Zeynikê, Sêwî Silo (Şêx Silo) û dengbêj Gulê mamostayê hemî dengbêjên Serhedî ne.

Navê wî yê rast Resûl e. Ew bi eslê xwe ji gundê Elegezê Erevânê ne, wek koçber derbasî aliyê din ê Ereze (Idir) bûne, ji wan re dibêjin koçberên Avareş. Bi piranî li herêma Qereyazî û Xinûsê jiyaye.

Reso li Kelê (Milazgirê) di zaroktiya xwe de ji şagirtê Evdalê Zeynikê Ferzê perwerdeya dengbêjiyê girtiye û bi destûra Ferzê bûye dengbêj. Gorî hin kesan Reso di salên 1890´î de ji dayîk bûye û bi eslê xwe ji Elegeza Rewanê bûye[1] û di salên 1960´î de jiyana xwe ji dest daye. Li ev hesab bi texmînî ye, sedî sed kes nizane. Lewra Reso mîrê şagirtên Evdal bû, kesekî pirr welatparêz bû û ev yeka han dibû sedem ku îstihbarata dûgela Tirk rika xwe berde wî. Bi dehan kasêt û plak ên bi gramofon an hatibû tomarkirin ji aliyê dewletê ve tê windakirin. Carekê li Qamişloyê ji hin peyayên dewleta Tirk ve Reso tê jehrkirin lê ji mirinê difilite. Li ser vê bûyerê dengê wî yê oktav bilind û zîz xirab dibe. Pirraniya stranên wî yên hatine tomarkirin bi vê dengê nebaş hatine tomarkirin.

Gorî dengbêj Zahiro dibêje, plak û kasetên wî yên bi dengê berê hatine tomarkirin niha cem parlamenterê Mûşê yê dewletê Kazim in û ew ji malbata Şêx Marûf e. Ji ber ku ne keseke welatparêz e wan nade der ku Reso ji aliyê Kurdan ve were jibîrkirin.

Reso ji eşîra Redkî û ji Mala Hozikê ye ji gundê Gopalan a Xinûsê yê ye lê bi pirranî li gundên Kop a Mûşê jiyaye. Li gundê Pagê ji hin kesên tarî ve bi keviran tê birindarkirin û li ser vê bûyerê bi kula şêrpenceyê nexweş dikeve. Bi alîkariya hezkiriyên wî dibin nexweşxaneyeka Enqereyê, mixabin li wir jiyana xwe ji dest dide. Laşê wî li gundê Pagê tê veşartin. Reso 3 carî dizewice. Navên jinên wî Gulê, Êmê û Saniye ne. Li ser jinên xwe gelek stran çêkirine.

Stranên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Stranên wî ye welatparêzî gelek in.

  • Metê,
  • Quling,
  • Êmê,
  • Gula Min,
  • Ji Tewrêzê heya Tehranê Kurdistan e,
  • Mîrê Min,
  • Siyabend û Xecê,
  • Mem û Zîn,
  • Dêrsim e,
  • Axçîk pîçûk e,
  • Evdalê Zeynikê,
  • Gola Xamirpêtê, hwd bi sedan stranên dengbêjiyê afirandiye. Şagirtên wî wekî Şakiro stranên wî gotine.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Antolojiya dengbêjan (2007). Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê.