Xeniyê Qereyaziyê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Xeniyê Qereyaziyê (1955, gundê Beyro,Qereyazî, Erzîrom) dengbêjekî navdar e.

Di sala 1955’an de li gundê Beyro ya Qereyaziya Erzîromê hatiye dinyayê. Ji sala 1985’an ve li Stenbolê jiyana xwe berdewam dike. Ji bilî karê dengbêjiyê, bi kar û barê avahî (înşeat)yê da dabara malbata xwe dike. Ji 11 saliya xwe ve kilaman dibêje. Cara yekem xalê wî Feqiyê Spehî, dixwaze ku di civata wî de kilaman bibêje. Feqiyê Spehî şagirtekî medreseyê ye. Naskirina Xeniyê Qereyaziyê û dengbêjê Mezin Resoyê Gopala li gundê Beyro pêk tê. Ew Resoyê ku Hosteyê Şakiro (Şakirê Bedîh)ye. Ji ber ku kilamên Reso baş dizanî, di civateke giran de, Reso destûr dide û doza kilamgotinê lê dike. Kilama ku wê rojê, ji Resoyê Gopala re dibêje, kilama Hespa Gede lawikê min e. Heta 200 kilamên dirêj dizane. Ji sedî 90 kilamên ku dibêje, kilamên Reso ne.

Bi qasî 20 kilamên wî ku bixwe çêkiriye hene. Tevahiya kilamên ku çêkirine li ser evîna welat û evîna hezkirina xwezahî ne. Navê çend ji wan kilaman ev in; ‘Gulê Dêran’ (li ser Kerkûkê çêkiriye), ‘Delaliyo’, ‘Kaniya Waran’, ‘Lo Rebeno’, ‘Dilê min kal e'.

Heta niha bi Şakiro re, bi Zahiro re, bi Sadiqê Qirimqaya Qereçobanê re (Xwarziyê Reso ye), bi Mihemedê Canşah re kilam gotiye.

Li Diyarbekirê, Wanê, Mûşê û Erzîromê di gelek civatên giran de bûye ‘sercivat’ û 'serbêjeyê’.

Dengbêj Xeniyê Qereyaziyê, Zewici ye û bavê çar zarokan e.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]