Ekremê Evdila

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ekremê Evdila
Jidayikbûn
Sala 1954an
Kotekana Dixanê (Bakurê Kurdistanê)
Mirin
1ê kanûna paşîn a 2005an (51 salî)
Pîşe
Dengbêj

Ekremê Evdila (navê wî yê di nasnameyê de Ekrem İçli bû, jdb. 1954 - m. 2005), dengbêjekî kurd bû ku di sala 1954an de li gundê Kotekana Dixanê ji diya xwe bûye. Wî dibistan nexwendiye. Stranên ku wî gotine ji bavê xwe û dengbêjên din hîn bûye. Di naveroka stranên wî de evîn, şerên nav gundan û nav malbatan û şerên qehremaniyê hene. Di nav gel de tê naskirin, lê kasetên wî pir tune ne[1].

Ekremê Evdila di 1978an de dizewice, ji Kotekayê diçe Amedê. 25 sal li Amedê dimîne û li wir karkeriyê dike.

Di sala 2005an de ew çû ber dilovaniya Xwedê. Neh zarokên wî hene, pênc keç û çar kur[2].

Stranên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Keçika Diyarbekir
  • Lo lo delal

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Antolojiya dengbêjan (2007). Şaredariya bajarê Mezin ê Amedê.
  2. ^ Hilmî Akyol. "Dengbêjek û lawijek: Ekremê Evdila", li kovara W, 17/2007, Weşana Enstîtuya Kurdî ya Amedê. Agahî ji devê kurê Ekremê Evdila, Bişar İçli, hatiye nivîsandin.