Mihemedê Mîrzo

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Mihemedê Mîrzo, navê bavê wî Mîrzo, diya wî Gewrê ye. Ji eşîra redkî ye û ji Îdirê gundê Hesexan e.

Yek ji dengbêjên mezin ê dema xwe bûye lê mixabin ku di dema wî alavên qeydê tunebûne ku dengê wî bê qeydkirin. Di alaya Resûl Begê neviyê Gulî Cewer Axa de dengbêj bûye. Dema ku alay çûye şeran wî li pêşiya alayê kilamên wêrektiyê (wek marşên îro) gotiye. Ew di navbera 1910 û 1915an de, di dema xelayê de diçe Giyadînê gundê Tewleyê genim bikire, wî dixapînin dibine gund û dikine mêvanê xwe, di xewê de dikujin û pereyê wî hildidin. Mixabin ku nayê zanîn ku çi anîne serê cinyazê wî, cihê gora wî nayê zanîn. [1]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ [1] Jiyana dengbêj Mihemedê Mîrzo