Zulkufê Qado

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Zulkufê Qado, Zilfoyê Qilê (bi tirkî: Zülküf Korkmaz) di sala 1959'î de li gundê Goma Qilê ya girêdayî Xinûsa Erzîromê ji dayîk bûye. Tirkan navê Zülküf Korkmaz pêvekirine. Bi eslê xwe ji gundê Fîsê ya girêdayî Diyarbekirê û ji eşireta Fîsê ye. Niha di gundê xweda cotkarî dike.

Dengbêjiya xwe di serî de ji diya xwe Senem Xanimê hîn dibe. Ew jî wekî hemî dengbêjên Serhedê ji dibistana Evdalê Zeynikê ye û bê enstrûmanan distrîne. Bi kilama Silo Bego dest bi dengbêjiyê kirîye. Piranî kilamên mêraniyê dibêje. Gorî gotina wî nêzikî 40 kilamên dirêj dizane. Xêncî vana 60 kilamên ku piranî qala bûyerên siyasî û kesan dike nivîsiye. Mînak: kilamên ku ji bo bîranîna Apê Mûsa û Ferhat Tepe nivîsîye.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]