Mecîdê Silêman

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mecîdê Silêman
Mecîdê Mihemedê Silo
Jidayikbûn1937
Semenkaşê Ermenistan
Mirin2018
NeteweKurd
PîşeHelbestvan û Dengbêj
biguhêreBelge

Mecîdê Silêman yan Mecîdê Mihemedê Silo (1937-2018), navê rast Mecîdê Mehmedê Silo ye, di sala 1937an de li gundê Semekaşê, nehiya Kotaykê, li Ermenistanê ji dayik bûye. Malbata Mecîdê Silêman yek ji wan malbatan bû ku di destpêka Şerê Cîhanî yê Yekem neçar man ji ber zilma Roma dest ji cih û warê bav û kalan berdin.

Binemala wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mecîdê Silêman kurê Mihemedê Siloyê Miho yê ji eşîra Biruka ye û li Wanê bi cih bûne, Mihemedê Siloyê Miho koçî Naxçivana Ermenistanê dike û li kêleka çemê Erez ê bi cih dibe, bi xwe dengbêj e û her tim ji naxçivanê diçe hem Başûrê Kurdistanê hem jî Rojhilatê Kurdistanê da ku tevlî berxwedanên kurdan bibe û bi navê Îsa begê Rewanî tê binav kirin, Mihemedê Silo herî dawî di sala 1946an de dîsa berê xwe dide Rohilatê Kurdistanê ji bo tevlî refên Qazî Mihemed bibe û careke din venagerê cem malbata xwe. Neviyê wî kurê Mêcîdê Silêman, Semedîn dibêje ku ew li Rojhilat di çeperê şer de şehîd bûye.

Zaroktiya Mecîdê Silêman[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mihemedê Silo diçe ber dilovanîya Xwedê û Mecîdê Silêman hîn şeş, heft salî bûye ew û birayê xwe bihevre li cem dapîra xwe di nav xizaniyê de mezin dibin. Mecîd di zaroktiya xwe de şivantî kiriye û di ber re jî çûye dibistanê. Di çaxên ku Mecîdê Silêman diçû dibistanê perwerde bi zimanê azeriyan tê dayîn. Lewre ew jî bi azerkî perwerde dibe.

Jiyana koçberiyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Malbata Mecîdê Silêman li Bajarê Naxçivana heta sala 1988an diman. Lê piştî ku şerê dinavbera Ermen û Azeriyan de derdikeve neçar dimînin ku ji wir koç bikin. di 1988an de şerê azerî û Ermeniyan dest pê kir. Ermeniyan êrîş e wan dikirin û digotin di dema qirkirinê de kurdan jî em qir kirin Ji ber vê dixwestin kurd herin, lewra herkes bi deverekê ket, di heman demê de, mal û milkê xwe li paş xwe hiştin û berê xwe dane Krasnodarê nêzî Soçiya Rûsyayê, li ba birayê Mecîd, di rê de dîsa gelek êş kişandin, lê li wir keça Mecîd dimire û karbidestên rûs gotin wan e mafê we nîne li vir kesekî defin bikin ji ber ku malbat bê nasname bû, ji ber vê yekê Mecîd got cihê ku ez nikaribim keça xwe lê bin ax bikim ez lê namînim, lewra dîsa ji wir bar dikin û berê xwe didin Qazaxistanê.

Dengbêjî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bavê Mecîdê Silêman bi xwe dengbêj bû, di sala 1955an de Radyoya Êrîvanê vebû û Mecîdê Silêman wek gelek kurdên Qafkasyayê li gel qîza xwe Sîsa Mecîd ji bo tevlî xebatên Rodyoyê bibin çûn Êrîvanê. Li wir bi pirranî kilamên ku bi xwe dinivîsandin digotin, derdora 90-100 kilamên wî di arşîvên radyoyê de hene, her wisa bi kasî 40-50 klamên keça Mecîd Sîsê di arşîvên radyoyê de hene.

Nasnameya Kurdî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Qazaxistanê hêdî hêdî rewşa wan pêşve diçe û di nasname û pasaportên wan de neteweya kurd tê nivîsandin, li Almatiyê berê dersên kurdî hebûn li dibistanan, lê di sala 2009an de bi hewldanên dewleta Tirk ev ders hatibûn rawestandin, li aliyê din, li Qazaxistanê kovara Nûbar derdikeve ku bûyerên li çar perçeyên Kurdistanê cih digirin. Kovar bi tîpên latînî derdikeve, her wisa rojnameya Jiyana Kurd dihate weşandin.

Welatê me Kurdistan e[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Welatê me Kurdistan e

Welatê me Kurdistan e:
Cîh û meskenê me Kurdan e

welat me re rûh û can e
milet tê de bira ne

Welatê me pir şîrîn e.
temam mêrg in û zevî ne

qîz xortê wê tev cindî ne .
eslê xwe ve Horî ne.

Kurdistana me zeynet e .
cimaeta wê pir hurmet e.

temam qedir û qîmet e.
welat me re cinnet e.

Kurdistana me rengîn e.
karxana ve ew zengin e.

şaîr Mecidê Silêmîn e.
ev xeber hev anîne.


Berhemên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dema Rayoya Êrîvanê vedibe,Mecîd tev keça xwe Sîsê diçin Yerivanê û bi dehan stran û kilamên dengbêjîyê dengê xwe tomar dikin Kom Muzik di sala 2018 ev albûma ku Ji kilamên wî tev Zadîna Şakir belav kir: 1-Sêmlo 2-Wez Teyr Im 3-Berbenî 4-Gazî Dikim 5-Lé Gidiyê 6-Tencorê 7-Bejinê 8-Sînê 9-Ax Lê Eman 10-Diyarbekir 11-Gidîno 12-Dilê Min 13-Domam 14-De Lê Zeriyê 15-Gozê 16-Lur Şivano 17-Leylê Xanê 18-Nerm ê 19-Fetoyê Ûso 20-Heyran

Girêdanên Derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]