Xalê Bîrê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Birahîmê Newrozî an jî Xalê Birê (…, 2001, Gundê Conî, Wirmê) dengbêjekî ji Rojhilatê Kurdistanê ye.

Ji Gundê Conî ku bi bajarê Wirmê ya Rojhilatê Kurdistanê girêdayî ye. Ji êşira Şikakî ye. Li herêma Serhedê jî bi qasî Rojhilatê Kurdistanê tê naskirin. Bi sala li Radyoya Wirmê Beşa Kurdîda bi Îranxanê ra kilam gotîye. Di salên 1978-1993anda di Partiya Demokratik a Kurdistana Îranêda Pêşmergetî kirîye. Sala 1986anda ji ber sedemên sîyasî ji Îranê revîye û hatiye Stenbolê. Li Stenbolê 4 band derxistîye. Kilamên ku di bandê xweda gotîye piranî yê wîne. Li ser Stenbolê jî kilam gotîye. Bi efû ya 1993ê zivirîye Îranê û bi bazirganiyê va mijûl bûye. Pêwendî ya xwe bi Stenbolêra nebirîye û bi Stenbolêra bazirganî kirîye.

Dema dengbêjiya xwe da nêzîkê 1000 kilam gotîye. Ji vana 600 heb bi xwe nivîsîye. Di Radyoya Wirmê Beşa Kurdîda 300 kilamên wî hê jî tên veşartin. Hine kilamên ku gotîye; “Keçikê Canê”, “Hevalo”, “Eşqa Dilan”.

Birahîmê Newrozî di sala 2001î da li Gundê Conî çû ser dilovaniya Xwedê û laşê wî li gund hat defin kirin.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]