Îran Xanim

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Îran Xanim
Navê rastî
Îran Mucerd
Jidayikbûn1ê kanûna paşîn a 1951ê
Mirin10ê tebaxa 2001ê (50 salî)
Urmiye, Îranxan[çavkanî hewce ye]
EsilKurd
HevwelatîÎran
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Îran Xanim (jdb. 1950-1951, gundê Înkesûyê,[1] Soma û Biradost - m. 10 tebax 2001, Wirmê an jî Îranxan (Îran Xan)) jineke dengbêj a navdar a Rojhilatê Kurdistanê ye. Navê wê rastî Îran Mucerd e. Di karê hunermendiyê de nasnava Îran Xanim ê bi kar anîye.

Îran Xanim di sala 1950 an ji 1951ê de li Rojhilatê Kurdistanê li Înkesûa bi ser navçeya Bradostê ve ye ji dayîk bû. Malbata wê cotkar bû. Navê bavê wê Ebdurehman û navê dayika wê Peribişan ê. Salê xwe yê zaroktî û ciwaniyê li gundê xwe derbas kir. Li cem malbatê dewlemend ji bo perê nan xebitî. Piştî zewacê, bi mêrê xwe Seîd re li gundê Somanawa bi cîh bû. Bi piştvaniya mêrê xwe xebatê xwe yê dengbêjî yê berdewam kir.

Xebata wê ya Radyoya Wirmê Beşa Kurdî de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 1969î de radyoyê Wirmê, Tehran, Kirmanşan di zimanê kurdî zaravayê kurmancî da heftê de nîv saet – du saetî dest bi weşanê kir.

Îran Xanim ji ber ku li wir tê naskirin, bi daxwaza hine dengbêjin mîna Hamid Yusifî, Mistafa Elîzade, Bre (İbrahim Nurozî) di sala 1971î de di Radyoya Wirmê Beşa Kurdî de bi avayekî fermî dest bi dengbêjiyê kir. Yekemîn dengbêjeke jin e ku li Rojhilatê Kurdistanê stran bi zaravayê kurmancî gotiye û berhev kiriye. Navê wê hemû sinor derbas bûye û li hemû welêt belav buye.

Ji 1971î heta 1979an, ku Ayetula Xumênî bû serok, mehê da du carî ji bo qeydê stranan çû radyoyê.

Hinek stranên ku gotiye ev in: Arifo lawo, Bajo Emirê Min, Bavê Lalo, Delal Ez bi heyran, Delal Lo, Delalê Malê, Dilê min loy loy, Domam û Pismam, Filîtê Quto, Hedo Rabe, Kurê Xelqêyo delal, Lê lê yemman(Domamê), Şerê Cezo û Salihbegê, Yar Gewrê.

Bi hinek pêşbîniya, di 31 sala xwe ya karê dengbêjiyê da Îran Xanim ê ji 100î zêdetir stran bi xwe çêkiriye.

Ji Seîd keçek û du law jê re bû.

Seîd daxwaz dike ku hêwî yê bîne ser. Li ser vê, Îran Xanim dest ji zarok û mêrê xwe dike û gund terk dike. Demekî li cem bavê xwe disene û paşê Dadaş Nasirî ra dizewice. Li Tehranê bi cîh dibe. Pîştî 3 salî, diçe bajarê Dilmaqanê û li vir jî 15 sala dimîne. Paşê bi Dadaş Nasirî ra diçe Wirmê yê. Li vir dikanekî digrên û li ber dikanê disekinin. Di van demada dengbêjiyê ,ji tirsa rejîmê, bi avayekî veşartî berdewam dike. Hinek bandên xwe dişîne Tirkiyeyê û li vir dide weşandin.

Di 10ê tebaxa 2001ê de xwe dar de kir. Gorî rapora nexweşxana Wirmê bi avayê fermî mirina wê bi xwekuştin bûye. Lê gorî kesê wê rind nas dikin ev mirin xwekuştin nîne[çavkanî hewce ye].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Mahabad, Occo (2020). "Xwekuştineke Qedîfeyî: Îran Xanim". Nûbihar. 153: 64–65.