Zahiro

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Zahiro di sala 1950´î de li gundê Kinyad a Farqînê ji dayik bûye. Zaroktiya wî li Kinyadê derbas dibe û di 15 daliya xwe de tevi malbata xwe koçberê Kop (bi Tirkî Bûlanik) a Mûşê dibe. Ew jî wekî hemî dengbêjên Serhedê ji dibistana Evdalê Zeynikê ye. Dewleta Tirk navê Zahir Koçu pêvekiriye.

Zahiro ji nifşa dengbêjên wek Reso, Şakiro û Huseynê Mûşî ye. Ev her sê jî çûne ber rihma Xwedê û ji wan Zahiro wek yadîgar maye. Ronakbîrên Kurda, yên dixwazin di warê hunera gelêrî ya Kurda de xebatê bikin, divê zûtirkî biçin cem wî û di bîr û mejiyê wî de çi hene tev berhev bikin ku ew jî mîna yên din xezina xwe bi xwe re nebe gorê! Zahiro niha nexweş e. Mala wî li Îzmîrê ye û rewşa aboriya wî jî ne baş e. Tirsa min ew e ku ew jî wekî Şakiro- kewê ribat- ji xizaniyê bimire... Kurd wê pir poşman bin lê mirî ji gorê ranabin...

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]