Xelîlê Berfê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Xelîlê Berfê
Jidayikbûn
Sala 1920
Çetela Farqînê (Bakurê Kurdistanê)
Mirin
1ê adara 2008an (88 salî)
Pîşe
Dengbêj

Xelîlê Berfê (jdb. 1920 li gundê Çetela Farqînê, Bakurê Kurdistanê - m. adar 2008 li Almanya) yek ji dengbêjên gelek hezkirî bû. Di awayê strandina dengbêjiya Şengal û Serhedê de distra.

Dengbêjê nemir di sala 1920î de li Farqînê, gundê Çetelê hatibû jiyanê. Heya xortaniya xwe li Çetelê dijî û paşê jî koçberê gundê Duşê ya Qubîn a Batmanê (Bişêriya Êlihê) dibe. Di destpêka salên 1990î de ji ber zilma Romê diçe Ewropayê.

Berfê, bi welatparêzî, merdî û başiya xwe dihate nasîn. Klamên wî yên Şerê Dela, Şêr Mîrza gelek hezkirîbûn. Wî di kevneşopiya dengbêjiya Şengalê û Serhedê de stran digot. Mirina wî ji aliyê dilên xemgînî ve di komeleyeke êzdiyany de hate pêşwazîkirin. Hezkiriyên wî oxira wî kirin û ew şandin civata Evdalê Zeynikê.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]