Here naverokê

Fadilê Kufragî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Fadilê Kufragî (jdb. 1948, li Kufrag, Mêrdîn, Bakurê Kurdistanê) dengbêjekî kurd e.

Fadilê Kufragî di sala 1948an li gundê Kufragê ji dayik bûye.[1] Malbata wî ji eşîra Îzolî ye. Eşîra wan di salên 1820î de ji herêma Melediyê diçe gundê Kufragê ya ku niha bi Şemrexa Mêrdînê ve girêdayî ye. Dû bira û xwîşkeke Fadil hene. Di 40 rojiya xwe de çavên xwe winda dike û kor dibe. Gundê Kufragê di navbera Dêrika Çiyayê Mazî û Şemrexê de ye û gund ji her du navçeyan zêde ne dûr e. Debar û pîşeya çîrokbêj 200 elb erd û rez e. Xwendin û nivîsandina wî tune ye.[2]

Ew bi 13 saliya xwe de dest bi dengbêjiyê dike, di 15 saliya xwe de fehm dike ku kor e û hîna jî dengbêjiyê didomîne.[1]

Di 18-20 saliya xwe de xwîşka xwe ji xwe rê dike berdêlî û dizewîce. Ji xeynî keç û lawekî ku winda kiriye, niha bavê 4 law û 3 keçan e.[1] Her 3 keç û 2 lawê xwe zewicandiye. Di sala 1993an de ji Kufragê koçber dike û diçe Qoserê û heta îro jî li vir dijî.

Kesayetên ku wî îlham girtiye ev in: Hesenê Cêzwê, Etmanê Kufragî, Dawidê Gir, Fehmiyê Elê (Fehmiyê Borbore), Osmanê Qanêhevsê, Hemîdê Huseynê Mazidaxî, Evdilayê Şêxoyê Ziznî û Ehmedê Sebriyê Sêwsê.

  1. ^ a b c Saripişo), ARİF ÖZAVCI (Diyarbakırlı (10 tebax 2023). "ARİF ÖZAVCI (Diyarbakırlı Saripişo): Dengbêj Fadıl'ê Küfragi gözleri görmüyordu ama, gönlü aydınlıktı". CEGA Medya - Diyarbakır Haberleri (bi tirkî). Roja gihiştinê 22 nîsan 2026.
  2. ^ Hogir Berbir (2007). Ji dengbêj Fadilê Kufragî: Destan û çîrokên kurdî. Enstîtuya Kurdî ya Amedê