Neçoyê Babasî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Neçoyê Babasî yan Neçoyê Cemal yek ji dengbêjên mezin ên Serhed û Kurdên Sovyeta Berê ye. Piştî Komkujiya Ermeniyan di sala 1918'î de ji Qersê hatiye û li Ermenistanê bicihbûye. Ji ber wê hin caran wekî Neçoyê Qersê jî tê binavkirin.

Gorî hin dengbêjan ew "bavê dengbêjan" bû. Wî nedixwast di Radyoya Ermenistanê de kilamên xwe bêje, lewra dewleta Ermenistanê û YKSS ji ber bêdengiya li hemberî Kurdan rexne dikir. Her cara ku li Kurdistanê serhildanek pêk dihat Babasî diqeherî ku çima YKSS alîkariyê nadê. Helwesta YKSSê ya li dijî serhildanên Kurdan bi dijminî bû. Babasî ev yeka han baş didît û gorî xwe Ermenistan û YKSS protesto dikir. Dîsa stranên dil û evîniya keç-lawan nedigot, bi stran û serpêhatiyên dîrokî, welatparêzî, lehengî, çîrokî hwd re bilîdibû. Helbet wî jî stranên keç-lawan digot lê kêm bûn û heger bigota jî di wan de evîna Kurdistanê dianî zimên.

Ew di salên 70'î de jiyana xwe jidestdide.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]