Sidoyê Bozo

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Sidoyê Bozo
Jidayikbûn
Sala 1954
Bexçeya Kanîreşê (Bakurê Kurdistanê)
Mirin
1ê kanûna paşîn a 2006an (52 salî)
Pîşe
Dengbêj

Sidoyê Bozo, Sidîqê Qarlîovayê, di nava xelkê herêmê de wek Sidoyê Dudeng û Sidîqê Baxçî jî dihat naskirin (jdb. 1954 - m. 2006), dengbêjekî navdar bû ku li gundê Baxçeyê ku bi Kanîreşa Çewlîgê ve girêdayî ye hatiye dinê. Dengbêjekî xwedî dengeke bedew bû, di nav gel de wekî "dengbêjê heftdeng" jî dihat binavkirin. Sedemê vê binavkirinê, dikaribû bi heft dengên cuda bistre. Jiyana xwe zêdetir di Kanîreşê da derbaz kir, li kêleka dengbêjiyê ji bo jiyana xwe birêvebibe karê berberiyê jî dikir.

Hin caran stranên xwe direngand, heya bigire çend peyvên tirkî jî dikir navê de. Ev yeka han herçendî kêm bû jî, ji aliyê hezkiriyên wê ve dihatin rexnelêkirin. Bi daketina gundan a hêzên leşkerî yên PKKê û şer di navbera PKKê Komara Tirkiyê ve civaka berê belav bû û êdî kêfa dengbêjiyê jî nema. Hinek ji malbata wî jî bûn cerdewan (ango korucu) û herçendî Sido li dijî kiryarên wiha derdiket jî êdî nedikarî pê re serîbikişîne.

Sidoyê Bozo di 2006an de li Mezrayê di nava kûl û kederan de jiyana xwe ji dest da[çavkanî hewce ye].