Here naverokê

Mehmûd Qizil

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Mehmûd Qizil (Mahmut Kızıl) dengbêjekî kurd e.

Qizil di sala 1939'an de li Diyarbekirê hatiye dinê û vê gavê jî jiyana xwe li wê derê didomîne. Li gorî ku ew dibêje, di sala 1965'an de bi awayekî profesyonelî, ji bo dengbêjiyê dest bi xebatê kiriye û di heman salê de plaq ango sêlika xwe ya 45'î derxistiye. Dengbêj Qizil, heta sala 1974'an bi rêk û pêk karê xwe yê dengbêjiyê domandiye û heta wê mêjûyê 53 heb sêlikên 45'î derxistiye. Li hêla din şayanî gotinê ye ku Mehmûd Qizil, li bakurê welêt yekem kes e ku plaqa bi kurdî çêkiriye. Dîsa li gorî gotina wî, Eyşana Elî (Eyşe Şan) ya dengzêrîn, piştî wî bi salekê plaqa xwe derxistiye.

Ew, ji sala 1974'an heta 1999'an ji ber hin sedemên ku naxwaze vebêje, dest ji kar û barê dengbêjiyê berdide. Qizil, di dawiya sala 1999'an de, 'rojiya xwe! ya strandinê dişikîne û bi navê "Ax Ciwaniyê" kaseteke nû derdixe.

Mehmûd Qizil, di dengbêjiya Diyarbekirê de bi serê xwe ekolek e. Di nav kilam û gotinên Mehmûd Qizil de ligel xemgînî, evîndarî û hesreta welêt; dijberî ango muxalefeteke xurt jî tê dîtin. Ev muxalefet û dijberî, ne bi tenê ji bo bindestiya hezar salan e; her wiha wî her daîm tîrên xwe arasteyî beg, şêx û axayên herêmê ku xwîna gel mijandine, kiriye. Tu car nebûye stûxwar û bendewarê van mijokan. Jixwe cudatiya di navbera Mehmûd Qizil û dengbêjên herêmê de jî ev e.

Her wiha şayanê gotinê ye ku kilama "Lîdero" ku ji devê Mehmûd Qizil belav bûye, bi taybetî li herêma Diyarbekir û Xerzan di nava gel de bûye benişt û geriyaye. Wekî tê zanîn kilama "Lîdero" piştî mirina parlamenter û Wezîrê Tendirûstiyê Dr. Yusuf Azîzoglu ji hêla vî dengbêjê dengxweş ve hatiye çêkirin û gotin.

(Ji gotareke Salihê Kevirbirî ku di pirtûka wi ya bi navê "Gera Pênûsê", Wesanên Sî 2003 Stenbol hatiye wesandin de hatiye wergirtin)