Here naverokê

Hozan Şemdîn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Şemdîn hat beralîkirin)

Hozan Şemdîn stranbêjekî kurd e ku di sala 1955an li Îdirê ji dayik bûye.

Nivîskar Firaz Baran di pirtûka xwe ya bi navê Hunerkom de li ser jiyan û xebatên Şemdîn van agahiyan dide, ku Hozan Şemdîn ji sala 1972an û vir ve bi profesyonelî muzîkê çê dike. Di sala 1986an de li Lîbyayê berhema bi navê 'Dengê Karker' derxistiye. Di navbera salên 1988 û 2004an de sê albûmên wî derketine: Ala Rengîn, Ka Bûka Min û Desmala Govendê.

Şemdîn, di navbera salên 1988 û 2003an de di nava Koma Berxwedan de cih girtiye û di nava şeş albûmên Koma Berxwedanê de stran gotiye. Wek mînak strana "Amed"ê ku bi nav û deng e di nav albûma Koma Berxwedanê de gotiye.

Hozan Şemdîn Med TV, Medya TV û Roj TVyê jî bernameya “Şevbêrka Dengbêjan” û “Şevbêrk” amade û pêşkêş kiriye (1998-2018). Di bernameyên xwe de bi sedan dengbêj bûne mêvanên Hozan Şemdîn. Çanda dengbêjiyê wekî stûna çanda kurdewar bi nav kiriye. Bi xêra Hozan Şemdîn dengbêjî dîsa di nav gelê Kurd de derketiye pêş. Hozan Şemdîn bi rêya bernameyên xwe gelek şîn, stran û destan tomar kiriye. Bi vê yekê re xizmeteke mezin daye çand û hunera kurdî. Stranên bi nav û deng ên wekî “Lê Amedê”, “Eva Dûnya” û “Dasmala Govendê” ya Hozan Şemdîn in."[1]

  1. ^ Firaz Baran: Hunerkom Akademî Mîr 1978-2006, Weşanên Mezopotamya, 2007/Düsseldorf, rûpela 237-239