Serhildana Bûbanan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Serhildana Bûbanan an jî Serhildana duyem a Motkiyê (1934-35) yek ji serhildanên kurdan ên li Bakurê Kurdistanê ye.

Binyada destpêka vê serhildanê çewtiyeke mezin e: Di sala 1934 de eşîra kurdên dimilî ya Bûban li Motkiya Bedlîsê li hember romê serî hildide. Baweriya serekên bûbanan bi xeletî ew e ku serhildaneke mezin a kurdan nêzdibe. Ji ber vê yekê serî hildidin. Sûwarên bûbanî dajone navenda navçeya Motkî û wê gamore dikin. Belê di nava Motkiye de leşkerê romê re bin dikevin û xwe diparêzin çiyayan. Qasî salekî li çiye wek peşmêrgan li hember romê berxwedidin û pasê rom bi êrişeke mezin ve diçe ser wan û serhildanê dewîsandin dike.

Piştê dawiyandina serhildanê zilma romê wek hemû carên xwînxar e. Gelek gund û geliyên li Motkiyê tên şewitandin, axa, şêx û pisporên heremê hemû têne îdam kirin. Dewleta romê malbatên serhildêran ên ku ji vê komkûjê difilitin, sirgûnê Tirakiye û Balikesîrê dike.

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]