Sûsika Simo

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Sosika Simo hat beralîkirin)

Sûsika Simo, yekemîn dengbêja Kurd li Sovyeta Berê bû. Di sala 1946î de derketiye ser dikê û kilam gotiye. Bi Kûlya Neftalyan re dixebitî û ne tenê li Ermenistanê, li seranserê welatê Sovyetistanê digeriya. Kûlya Neftalyan Ermenî bû û bi Sosika Simo re zewicî bû. Stran û klam Ermenistanê di Radyoya Êrîvanê de digot. Simo kilama xwe ya bi nave Lo lo Miho ve nava kurdên kafkasyayê de bu navdar. Sala 1945 de vê kilamê got û ew dengê xwe yê zêrîn Simo bû dengbêjeka nemir nava gelê kurd de.

  • ji bo evîna hunerê dev ji karê textoriyê berdide.
  • Yekemîn dengbêja Kurd li Sovyeta Berê bû.
  • Ji bo evîna xwe li dijî civaka xwe radibe û bi yekî Ermenî re dizewîce.
  • Bi cil, berg, û reqsa Kurdî navdar bû lewma jê re digotin " Gula govendê"
  • Tev mîrê bilûrê "Egîdê Cimo" xebitîye,
  • Bi rêya Radyoya Yerîvanê dengê xwe digihîne Kurdan
  • Simo sosyalist bû, strana " Leninê Mezin" û "Lenin rabû em rizgar bûn" wisa raber dike.

Li dika navdar a hindikayiyan Dika Flarmonya pir caran derdikete pêşberî hezkiriyên xwe. Simo herwekî riya dengbêjî, stranbêjî û karê hunerê di nava jinên Kurd ên Sovyetê de vedikir û hêz dida wan. Simo li sala 1977 an de mir, dema ku mir 52 salî bû.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]