Şablon:GH/2017/20

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Ehmedê Xanî

Ehmedê Xanî helbestvan, dîroknas, astronom, erdnas û fîlozofê mezin ê kurd e. Ehmedê Xanî di sala 1650 an 51'ê de li bajarê Colemêrgê li gundê Xanê hatiye dinyayê, Di sala 1707an de li Bazîdê wefat kiriye. Navê bavê wî Şêx Îlyas e, navê kalikê wî Eyaz e. Xanî ji eşîra "Xaniyan" e û bixwe qet ne zewicî ye. Jiyana Xanî di nav perwerdehiyê de derbas bûye, Xanî perwerdehiya xwe ya pêşîn ya li ser Quran û fiqihê li cem bavê xwe, ji Şêx Îlyas, digire, piştî xwendina li cem bavê diçe di medreseyên Bidlîs û Xelatê de dixwîne, xwendina xwe li Bexda, Şam, Heleb û di medreseyên Îranê de jî pêş ve dixe. Di medreseyên Îranê de hînê felsefeya îslamê, astronomî û fîlolojiyê dibe. Di medreseyên Sûriyê de jî hînî felsefeya yewnanê dibe. Xanî piştî demekî diçe bajarê Mekeyê heca xwe dike ji wê şûn de diçe Misirê jî digere û dizivire Bazîdê.

Xanî bi xwe di bin bandora fîlozofên weke Aristoteles, Farabî, Şihabedînê Suhrewerdî, Muhyedîn ibn Erebî, Elî Herîrî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û gelekî fîlozofên din de dimîne û fikr û ramanê xwe ve rê li pêşiya fîlozofên dû xwe vekiriye.Ehmedê Xanî di dîroka kurd û Kurdistanê de bi nav û deng e. Derbarê pêşveçûna çand, huner, wêje û zimanê kurdî de cihê wî cuda û pir girîng e. Xanî di 14 saliya xwe de dest bi nivîsandinê dike, piraniya pirtûkên xwe bi kurdî bi zaravayê kurmancî nivîsandine, Xanî bi taybetî ji bo ku zarokên kurda baş dîn û zimanê xwe hîn bibin pirtûkeke bi navê Nûbihara biçûkan dinivîse û nîvê pirtûkê jî dike ferhenga kurdî-erebî û ev ferhenga wî di dîroka kurdan de bûye ferhenga herî pêşîn û bi sed salan ve di Medreseyên Kurdistanê de hate xwendin.Xanî tevê kurdî, çar ziman (tirkî, erebî û farsî) dizanîbû.

Ehmedê Xanî ji bona perwerdehiya zarokên kurdan medrese jî vekiriye û li wir ders daye telebeyan. Di medresa Ehmedê Xanî de dersên olî fiqih û hedîs û dersên zanistê yên weke felsefe, dîrok, wêje, erdnîgarî, astronomî û hwd. dihatin dayin.Helbestvanê bi nav û deng Îsmaîlê Bazîdî û gelek wêjevanên kurd di bin bandora Xanî de mane. Ehmedê Xanî sala 1707'an de li Bazîdê diçe ber rehma Xwedê û tirbeya wî li Bazîdê ye. (bêhtir…)

ArşîvGotara berê