Şakirê Piçûk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Dengbêj Şakirê Piçûk, Şakiroyê Kopê bi navê xwe yê fermî Şakîr Eçun, di sala 1961an de li Şêrwanşêxa Kopa Mûşê ji dayîk bûye. Pêşiyên wî yên ji eşîra Redkî, di sala 1918an de li devdora Rewan û Îdirê hatine deşta Mûşê bicih bûne. Malbata Şakir jî zivistanan li gundê Elîcana Bello, biharan jî li zozanên wan ên li çiyayê Elegezê diman. Bello yê ku navê xwe daye gundê Elîcana Bello, kalikê dengbêj Şakir e. Şakir, şagirtê dengbêjê binavûdeng Nûroyê Meter (Nûroyê Agirî) e. Şakir li Îzmirê dijî û beriya ku MKM a Îzmîr nehatibû girtin, dengbêjê wir bû. [1]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]