Komara Makedonyayê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Република Македонија
Republika Makedonija
Komara Makedonyayê
Alayê Makedonyayê Nîşanê Makedonyayê
(Ala) (Nîşan)
Sirûda netewî: Denes Nad Makedonija
Europe-Macedonia.svg
Zimanên fermî Makedonî
Paytext Skopye
42°0′Bk 21°27′Rh / 42°Bk 21.45°Rh / 42; 21.45
Bajarê mezin Skopye
Sîstema siyasî Komar
 - Serkomar
 - Serok
Gjorge Ivanov
Nikola Gruevski
Rûerd
 - Giştî

25.713 km2
Gelhe
 - Giştî (2009)
 - Berbelavî

2.066.718 kes
80,4 kes/km2
Serxwebûn 8'ê rezberê 1991
Dirav Denarê makedonî (MKD)
Dem UTC+1
Nîşana înternetê .mk
Koda telefonê +369
R.o.Macedonia topography.svg

Komara Makedonyayê (bi makedonî: Република Македониjа Republika Makedonija), welateke serbixwe yê nîvgizirta Balkanê li başûrê rojhilata Ewropayê ye. Ev welat li hemî aliyan ve hatiye dorgirtin û ji rojava bi Albanyayê, ji rojhilat bi Bulgaristanê, ji bakur bi Sirbistanê, ji bakurê rojava bi Montenegroyê û ji başûr jî bi Yewnanistanê hatiye dorgirtin. Ji ber astengî û hewldanên Yewnanistanê, li sala 1993ê Neteweyên Yekgirti navê Makedonyayê bi awayekê fermî wekî Komara Yûgoslavî ya Kevnar a Makedonyayê (Поранешна Југословенска Република Македонија "ПЈРМ" Poraneşna Yugoslovenska Republika Makedoniya) pejirand. Paytextê wê Skopye ye û akincî yên paytextî 600.000 kes in.

Nexşeya Makedonyayê

Li vî welatî zêdetir ji 50 golên destkiri û xweriskî û 16 kopîtkên çiyayan yên bilindtir ji 2,000 metran (6550 pêyan) hene. Ev welat endameka Neteweyên Yekgirtî û Civata Ewropayê ye. Ji meha Befirbara Pêşîna sala 2005ê bûye berbijareka Yekîtiya Ewropayê.

Dîrok[biguherîne]

Axa niha li bin destê komara Yûgosla-Makedonya a Kevin di pêş da li para herî başurîn a Komara Yûgoslavyayê bû. Hema piştî Şerê Cîhanî yê Duyê û damezrandina Komara Sosyalîstî ya Yûgoslavyayê, sînorên niha yên Makedonyayê hatin diyar kirin û gelê Makedonyayê wekî neteweyeka cida ji Sirbiyan hatin niyasîn. Gelek desthelat û qiralî yên kevnar, mîna Meqdonyayê ev ax vegirtî ye. Lê dibê ji bîr nekîn ko Meqdonyaya Kevin piranî ya welatê Yewnanistanê vedigirt û ji bajêrê Bitolayê bakurtir nediçû. Paştir, li sala 146ê berî bûna Îsay ev dever bû parek ji Împaratoriya Roma û Bîzansê û li sedsalên 3ê û 4ê bû file (xiristian). Paştir li sedsala 6ê, desthelata Bîzansiyan li ser devrê nema û komên gelên Slavîyên bêdîn hatin û xelkên xwecih ên mîna Îllîriyan, Triyakîyan Yewnanîyan û Latînî-axivan di nav xwe da helandin û asîmîlekirin.

Li sedsala 9'an ev dever bû file (xiristiyan) û piraniya deverê kevt bin destê Emperatoriya Bolgaristanê a yekê.

Li sedsala 11ê Bîzansiyan dever vegirteve, lê li sedsala 12ê emperatoriya Bolgaristanê ya Duyê dîsa destehata wan deran girt destê xwe. Li sedsala 14ê Makedonya bû parek ji Emperatoriya Sirbistanê û çend dehsalekan pişt ra ji bo dirêjahî ya nêzîkî pênc sed salan kevt bin destê Osmanan.

Gorî Makedonan Nexşeya Makedonyayê

Piştî herdu şerên Balkanyayê li salên 1912an û 1913an û jihevhilweşyana emperatoriya Osmaniyan, herêma Makedonyayê di navbera Yewnanistanê (Yewnan-Makedoniya), Sirbistanê û Bulgaristanê hat vebeşîn. Herêma niha ya Makedonyayê li wan deman bi navê Južna Srbija, Sirbistana Başurî dihat binavkirin. Piştî Şerê Cîhanî yê Yekê, Makedonya gehişt qiralî ya nû avabûyî ya Sirbistan, Kroatiya û Slovînyayê. Li sala 1929ê navê Paşatiya Sirbistan, Kroatiya û SlovînyayêPaşatiya Yogoslaviyayê û bi ser çend herêman da hat vebeşîn. Navê her herêmekê Banovina bû. Bi vî awayî, Sirbistana BaşurîVardar Banovina.

Li sala 1941ê Makedonya ji layê Hêzên Mîhwer ve hat dagîrkirin û Vardar Banovina di navbera Bolgaristanê û Elbanyaya-bindestê Îtalyanîiyan ve hat vebeşîn. desthelata tund û tîja dagîrkeran piraniya xelkê Makedonyayê têhindan ko piştevaniya Partîzanên Komûnîst ên ser bi Yusip Broz Tîtoy bikin. Piştî dawîbûna Şerê Cîhanî yê duyê, dema Tîto bûye serokê Yogoslaviyayê, Komara Federala Gelêrî ya Yogoslaviayê hat damezrandin. Komara Gelêrî ya Makedonyayê bû yek ji şeş komarên federalîyetê. piştî ko li sala 1963ê navê federalîyetê bûye Komara Federalî ya Sosyalîstî ya Yogoslaviayê, navê komara Makedonyayê jî bû Komara Sosyalîstî ya Makedonyayê. Li sala 1991ê bi awayekê aştîyane ji Yogoslaviayê cida bû û "Sosyalîst" ji navê xwe havêt.

Welat bi awayekê fermî roja 8'ê rezberê 1991ê wekî roja serxwebûnê pîroz dikitê herçend e ko li goreyê qanûna bingehîn, dikarit piştî rapirsiyê ji xelkî hundirî her yekîtîyeka kevne komarên Yogoslaviayê bibit. Li salên 1990an û şerên kevne komarên Yogoslaviayê, Komara Makedonyayê ji şeran bi dûr ma, lê bi şerê Kosovoyê li sala 1999an ew jî têkhilî alozian bû. Hingî pirtir ji 360,000 kesên bi regez Elbanîyan ji ber şerî ji Kosovoyê revyan û li Makedonyayê bûn penaber. Herçend e ko penaber zû vegeryan, lê Albanyayî yên tundrê li herdu aliyên sînorî daxwaza biserhev-ve girêdana herêmên Albanyayî kir. Li Adarê heta Xêve (Hizîran)a 2001ê, şerekê kurtdem dinavbera arteşê Makedonyayê û serhildayên Albanyayî çêbû. Ev şer bi mayîtêkirina hêzên aştîparêzên NATOyê dawî bû. Li goreyî Rêkkevtina Orhîdê, hukmetê sozda ko mafên kultûrî û sîyasî yên zêdetir bidit kêmaniya Albanyayî. Aliyê Albanyayî jî pejirand ko dest ji hemî bizavên xwe yên cidaxwaziyê berbidit û pênasînê bi hemî bingehên hukmeta Makedonyayê bikit.

Sîyaset[biguherîne]

Komara Makedonyayê demokrasîyeka parlemenanî e. Hukmet ji hevalbendiya partîan di parlemaneka yek dîwanî (Собрание, Sobranie) pêkdihêt. Tayê dadwerî ji dadgeheka bingehîn pêkdihêt. Parleman ji 120 endaman pêkdihêt ko ji bo çar salan dihên hilbijartin.

Rolê Serokê Komarê rolekê teşrîfatî ye û desthilata serekî di destê Serokê Hukmetê da ye. Serkomar fermandarê giştî yên tevaya hêzên çekdarên welatî û serokê Civata Tenahî ya Neteweyî ye. Ew ji bo pênc salan dihêt hilbijartin û nabit zêdetir ji du caran xwe bernavê hilbijartinan bikit. Serkomarê niha Branko Crvenkovskî ye.

Çavkanî[biguherîne]