Borîs Pasternak

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Borîs Pasternak
Navê rastî
Борис Леонидович Пастернак Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûn
Борис Исаакович Постернак Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

29 kanûna paşîn 1890 (bi julianîLi ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin30 gulan 1960 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Peredelkino Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêKansera kezebê li ser wîkîdaneyê biguhêre(Sedemên sirûştî)
Cihê goristanêPeredelkino Cemetery Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîÎmperatoriya Rûsî (1), Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst (2) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • Moscow State University, Faculty of Law (1908–)
  • Zanîngeha Marburgê (1912–1912)
  • Zanîngeha Moskowê (–1913)
  • Imperial Moscow University (–1912) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
Xebat
Hevjîn
  • Zinaida Nikolajevna Pasternak (1932–1960)
  • Evgenia Lurie (1922–1931) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Partner
  • Olga Ivinskaya (1948–1960) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Zarok
  • Yevgeny Pasternak Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dê û bav
  • Leonid Pasternak Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
  • Rosa Kaufman Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (dê)
Xelat
  • Xelata Nobelê ya Wêjeyê (1958)
  • Medal "For the Defence of Moscow"
  • Medal "For Valiant Labour in the Great Patriotic War 1941–1945" Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Borîs Leonîdovîç Pasternak (bi rûsî: Борис Леонидович Пастернак, Boris Leonidowich Pasternak), * 29ê kanûna paşîn/10ê sibatê 1890 li Moskowê; m. 30ê gulanê 1960 li Peredelkîno a li ber Moskowê) helbestvan û nivîskarekî rûs bû. Ew li seranser cîhanê bi romana xwe ya navdar Doktor Jîvago tê naskirin. Sala 1958î Xelata Nobelê ya wêjeyê didin wî lê ew ji ber sedemên polîtîk vê xelatê napejirîne û nagire.

Mala û muzexaneya Borîs Pasternak li Peredelkînoyê, nêzîkî Moskowê (Rûsya)

Li malbateke cihû yê hunermend tê jiyanê. Di zaroktiya xwe de dersên muzîkê digire. Li Moskow, Almanya û Îtalyayê perwerdeya fîlozofiyê dibîne. Gorî gelekan ew nivîskarê herî baş ê sedsala 20em bû. Di bin siya fûtûrîzm û sîmbolîzmê de pênûsa xwe xebitandiye. Di helbesta rûsî de nûjenî pêk aniye. Kûraniya derûniya kesayetiya ferdan û koman, bêhempa raxistiye ber xwendevanan.

Herçendî ne bi zimanê zikmakî be jî, li Kurdistanê jî gelek hez ji berhemên wî tê kirin. Romanên wî xewnên gelek ciwanên kurd xemilandiye, hêz û biryardariya jiyanê daye wan.

Hin ji berhemên Pasternak[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Cêwiyên esmanî (Близнец в тучах, 1914)
  • Li ser eniyan (Поверх барьеров, 1917)
  • Xûşka/Xweya min, jiyan (Сестра моя — жизнь, 1922)
  • Zaroktiya Luvers (1922)
  • Name ji Tûla (1922)
  • Sala 1905 (Девятьсот пятый год, 1926/27)
  • Nameyên hiştî. Bîranîn (1931)
  • Spektor. Romankirî (1931)
  • Di diljeniya ciwan de (На ранних поездах, 1943)
  • Dûraniya erdê (Земной простор, 1945)
  • Doktor Jîvago (Доктор Живаго, 1958/1987)
  • Taybetî li ser min. Xwejînenîgarî (1959)