Dîrok an jî tarîx lêkolîna zanistî ya zemanê berê ye ku bûyerên berê li gorî konteksta kronolojiyê û çavkaniyan bi sedem û netîceyên xwe bi awayekî rexneyî tên nirxandin. Pisporên dîrokê dîroknas (dîrokzan, dîrokvan) in. Dîroknas di lêkolîna zemanê berê de çavkaniyên tarîxî yên wekî belgeyên nivîskî, tecribeyên devkî, nîşanên xwezayî û objeyên maddî wekî berhemên hunerî bi kar tînin.
Dîroknas bi riya vegotinan hewl didin ku zemanê berê fêm bikin û pêşkêş bikin. Bi gelemperî li ser kîjan vegotin bûyerekê herî baş rave dike û li ser muhîmiya sedem û netîceyên wan yên cuda nîqaş dikin.
Herodot, dîroknasekî yewnan ê sedsala 5an, di nav tradisyona rojavayê de wek "bavê tarîxê" tê nasîn, tevî ku carinan jê re "bavê derewan" jî hatibe gotin. Li gel Tûkûdîdesî, wî bingehên lêkolîna tarîxa mirovahiyê ya modern damezrand. (Gotarê bixwînê...)
Piştî ku Amerîkayê qedexeya li ser firîna balafirên artêşa Îraqê rakir, di 1'ê nîsanê sala 1991ê de debalafiran careke din bombe barand ser erda Kurdistanê. Bi sed hezaran kurdên ji başûrê Kurdistanê li hemberî vê yekê bi tirs û fikara ku Helebçeyên din çê bibin, berê xwe dan sînorên bakurê Kurdistanê û rojhilatê Kurdistanê. Kurdên ku jiber mirinê direviyan ketin pencê trajedî û xizaniyê. Bi sedan kurd ji bîrçînan, serma û seqemê jiyana xwe ji dest da, tenê xelkê Kurd xwedî li wan derket, bi îmkan û derfetên xwe alîkarî gelê xwe yê ji perçeyên din ê Kurdistanê kir. (Gotarê bixwîne...)
Image 2
Era Istrefi (jdb. 4 tîrmeh 1994), stranbêj û strannivîsekekosovayî ye. Cara yekem di 19e salî ya xwe de di sala 20013an de strana bi navê "Mani Per Money" navdar bû.
Era Istrefi, di navbêna "Shume Pis", "Redrum", "Nuk E Di" û "Live It Up" de xebatên hem bi Almanî û hem Îngilîzî pêk tîne. Wê gelek xelat û namzedan wergirtine, di nav de Xelata Ewropayê Border Breakers û Music Award. Di sala 2018 de, wê performansa strana fermî ji bo Kûpaya Cîhanê ya FIFA ya 2018, tevî Nicky Jam û Will Smith, li merasîma bidawîbûna fînalê ya mezin li Moskowê. (Gotarê bixwîne...)
Image 3
Dara, Dare an jî Darê (bi yewnanî: Δάρας, lat.Dáras; di dema Bîzansê de navê wî Anastasiopolîs bûye û di salên 1950'yan de navê wî guhertine jê re gotine Oğuz, lê îro (2010) dîsa navê Dara lê kirin) 30 km li başûrê rojavayê Mêrdînê, li ser rêya Nisêbînê ye. Ev bajarê Mezopotamyayê ku di wexta xwe de bi nav û deng bû, çi mixabin ku ew niha bûye weke gundekî piçekî mezin.
Dara, ji aliyê hikumdarê persan Dariyûş III (Dara, Darius) ve hatiye ava kirin. Bajar heta çend sedsalên piştî zayînê carinan di bin hikumdariya Împeratoriya Romayê û car carinan jî di bin ya persan de maye. Di sedsalan 7'an de dikeve destên ereban û heta bi sedsala 15'an jî di bin desthilatiya hikumdarên herêmî de dimîne. Piştî sedsalan 15'an jî bajar dikeve destê osmaniyan. (Gotarê bixwîne...)
Image 4
Seferên xaçperestan an seferên xaçparêzan seferên xiristiyananê bo armanca xakên pîroz ji misilmanan bistînin di nêvbera salên 1095an-1291an de hatibûn li dar xistinn. Ji bo Orşelîmé û xakên pîroz ji destên misilmanan bifilitînin ew bi gelemperî pê banga Papa re, serokê xiristîyanên Ortodoks, hatin derxistin.
Di wê demê de neh seferên xaçperestan hatin der xistin. Lê van seferên hatin dar xistinî bi temamî ne bo Felestîn û hembera misilmanan bûn. Wek sefera çaram li hemberî Bîzansê hatibû der xistin. (Gotarê bixwîne...)
Germania an Magna Germania (Germanya Mezin) navçeyeke antîk Împaratoriya Roma wan derên German li dijîn re digotî bûn û li rojhelata çemê Rhein û bakura Çemê Danûb diket. Ji pê Roma ew deran dagir kirina re ew dera wek Germania Inferior (Germanya Jêr), Germania Superior (Germanya Jor) kirin du paran. (Gotarê bixwîne...)
Kudurru, kevirê kudurru, kevirekî ku li ser nivîsên bi rêgezî hene ye. Wekî din jî, weke "kevirê sînorê" jî tê binavkirin. Di ber sînorê de, herdemî kevirekî ku kifş hebû. Li ser wî peyam di hatina nivîsandin. Ev "kevirê sînorê", wateya wê ev e. Wekî din jî di kurdî de ji wê re kêl jî tê gotin. Xudaya jin, ya navê wê Gula, hem weke parastvanê wê tê zanîn û hem jî weke peyamnêrê wê tê nasîn. Ji ber wê jî êdî tê gotin "Kudurruyê Gulayê", anku bi kurdî "kevirê Gulayê" jî.
Kudurru, weke kevirê ku li ser gotinên weke "peyman" ku hatina nivîsandina jî. Yên ku pêl wê peymanê bikin jî tên lenetkirin. Kudurru, ew peymane wê li ser lewheyekê jî hatiye nivîsandin. Ev lewha anku kêvilbar, di 1784an de li nêzî Bexdayê ji aliyê botanîknasê frensî André Michaux ve hate dîtin û nuha di Kitêbxaneya Neteweyî ya Frensayê (Bibliothèque nationale de France) tê ragirtin.[çavkanî hewce ye] (Gotarê bixwîne...)
Image 12
Eyaleta Kurdistanê (bi osmanî ايالت كردستان, Eyâlet-i Kurdistân) yek ji eyaletên dewleta osmanî bû ji sala 1847an heta 1867an. Yekeya îdarî ya pêşîn a dewleta osmanî ya ku bi navê "Kurdistan" hatibû navlêdanîn.
Hinek lêkolîner jî eyaleta Şehrezûr bi Kurdistanê ve tevlihev dikin, zen dikin ku eyaleta Şehrezûr eyaleta Kurdistan e. Li sala 1847ê Bedirxan Beg serî hildaye. Di rojnameya osmanî li 14 kanûna pêşîn 1847ê da - Rojnameya Takvim-i Vekayi - parêzgehekî bi navê "Eyaleta Kurdistan" bi fermî hatiye damezirandin. Di vê eyaletê de misilmanên kurdîaxiv dijiyan. Li gorî salnameya wê heynê Hakkâri, Dêrsîm û Diyâr-ı Bekr li sala 1849ê daxilî vê eyaletê kirin. Herêm ji ber damezirandina xwa paşînga hatiye guhartin û li sala 1867ê hatiye belavkirin. (Gotarê bixwîne...)
Ew ji hêla eşîrên Tangut ve hate damezrandin. Wan li ser deverên ku riya bazirganiyê ya navbera Asya Navîn û Rojava de derbas dibu, hukum kir. Cîranên wê pêşî xanedana Song û piştre xanedana Jin bûn. (Gotarê bixwîne...)
Image 15
Ermenistana rojava gotineke siyasî ye ku ermenî ji bo herêmên li rojhilata Împaratoriya Osmanî bi kar tînin. Ermeniyên bi vê gotinê çend wilayetên osmanî (bi taybetî Wan, Erzirom, Mamuretülaziz/Xarpêt, Bêdlîs, Diyarbekir û Sêwas) bi nav dikin û dibêjin heta sedsala 20'emîn nifûseke mezin a ermenî li wan deran dijiya.