Seîdê Hemo

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Se'idê Hemo hat beralîkirin)

Seîdê Hemo an jî ji wî hunermend û dengbêjê kurd re digotin Seîd Axayê Cezrawî

Bes di kîjan salê de û li ku dera Kurdistan hatiye dinê nayê zanîn. Lê tê texmînkirin ji Dêrikê, gundê Êndîwerê bû û pêşiya salên 1950î de emrê xwe bi dawî kiriye û hê gelek xort bûye çûye ber rehma Xwedê.

Ev dengbêjê kurd mêrê meta babê min e. Meta babê min jî ji mala Xalidê Reşo ye û ji navçeya Silopiyê ye û eslê xwe Silopî ye. Dengbêj Seîd Axa eslê wî ji Cizîra Bota an jî Cizîrê ye. Hindî dengê wî xweş, zelal û dijwar bû, ku wextê stiran digot, gelek caran camên penceran dişkestin. Tête gotin, dengbêj Hesen Cezrawî û Mihemed Arif Cezrawî ji Seîdê Hemo his nedikirin, belkî dengê wî ji yê wan xweştir bû. Herweha Hesen Cezrawî û Mihemed Arif Cezrawî gelek ji stiranên Seid Axa Cezrawî kopî dikirin û têxistin yên xwe. Dîsa tête gotin, evan Seîd Axa Cezrawî derman dane û jiber vê yekê zuka jî bû nexweşiya qirika xwe jî mir. Heta birayek yê Seîd Axa min û xwe li Cizîra Botan dîtiye û gelek zarokên wî jî hene.

Wextê ku ez hê li Welêt dimam, gelek caran stiranên Seîd Axa an jî Seîdê Hemo di Radyoya Bexdayê ya Pişka Kurdî dihate gotin. Bes ev hunermend li herêma Botan bi nav û Deng bû û Stiranên gelekî xweş digotin û hemî jî liser Kurdîtiyê û Kurdistanê hatine gotin, bes çend stiranên wî yên evînî û evîndariyê jî hebûn.

Çend nimûne ji stiranên wî ev in:

  • Ev milkê Kurdan de bixêr û bêre
  • Berxê mala Xêlidî
  • Îndîwerê Paytexte

Dengbêj Seîdê Hemo ev stiran û gelek stiranên din jî gotine û gelek ji wan stiranan gotinên wan ewî û xwe çêkirîn e.

Rêza hinek ji stiranên dengbêj Seîdê Hemo ( Seîd Axayê Cezrawî):

  • Stirana liser Kemal û Ismet gotî
  • Dewrêşê Evdî
  • Ax de loy loy, lo Sowaro
  • Vî Seqlanî helame
  • Çûme bajarê Zaxokê
  • Ehmedê mala Mîsa
  • Ew Bexdayê Paytexte
  • Lê lê nemînê, xata mîrata Digûrê
  • Yar Gewrê deb(Bav) Gewrê xulama Endîwerê
  • Hey Melawo Melawo

Gelek ji van stiranan ewî gotine û bes hê zêdetir gotine, lê bes muzîka wî di piyasa Ewropayê de tune. Gerek li hin bajarên kurdan wekî Cizîra Botan an jî Cizîr û Silopî an jî Başûrê Kurdistanê û an jî li Kurdistana Binxetê li Qamîşlo, Dêrika Hemku, Êndîwerê û li hin bajarên di peyda bibin.

Berê di Radyoya Bexdayê ya Pişka Kurdî de û û li Radyoya Êrîvanê ya Pişka Kurdî de gelek caran dihatin gotin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]