Seyidxanê Boyaxçî
Xuyakirin
(Ji Seyîdxanê Boyaxçî hat beralîkirin)
Seyidxanê Boyaxçî Seydo Şimşek | |
---|---|
Jiyan | |
Jidayikbûn | Erxenî,Amed |
Mirin | 5ê tîrmeha 2020an |
Cureyê muzîkê | Muzîka Kurdî |
Pîşe | Dengbêj, hunermend |
biguhêre |
Seyidxanê Boyaxçî, anku Xalê Seyidxanê Boyaxcî (navê wî yê di nasnameyê de Seydo Şimşek e), dengbêjekî kurd bû ku di sala 1933[1]/1938an[2] de li qeza Erxeniyê, li gundê Lexerî[1] yê Deşta Gewran hatiye dinê.
Dibistan nexwendiye; ji 15 saliya xwe ve ye kilam û stranan dibêje. Li Amedê 25 salan boyaxçîtiya pêlavan dike. Heta salên 1980î di şaredariya Amedê de karkerê berhevkirina çopê ye û pêlavan jî boyax dike, pişt re malnişîn dibe. Bavê heft zarokan e[2].
Di nava gel de gelek kasetên wî hene.[2].
Dengbêj Seyidxanê Boyaxçî di 5ê tîrmeha 2020an de li Amedê çû ber dilovaniya Xwedê.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- (kurdî) http://dengbejenkurd.blogspot.com/2011/01/seyidxane-boyaxci.html
- (kurdî) https://www.youtube.com/watch?v=I6nAe7tuc_s Medîna min, 2018.
- (kurdî) https://www.youtube.com/watch?v=1UCGMbf4Aiw Hevpeyvîn
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |