Çîn: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Avestaboy (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
Avestaboy (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
Rêz 43: Rêz 43:
== Ziman ==
== Ziman ==


== Dîn ==
== Ol ==


== Parêzgeh û herêmên Çînistanê ==
== Parêzgeh û herêmên Çînistanê ==

Guhartoya 12:49, 1 kanûna pêşîn 2020

Ji bo maneyên din li Çîn (cudakirin) binêre.
Zhōnghuá Rénmín Gònghéguó
中华人民共和国
Komara Gel a Çînistan
Ala Nîşan
(Ala) (Nîşan)
Sirûda netewî: Yìyǒngjūn Jìnxíngqǔ: Meşa Dilxwazan
Zimanên fermî Çînî (zaravayê Mandarin)
Zimanên hevfermî: Zaravayê kantonî li Hong Kong û Macau; îngilîzî li Hong Kongê; portûgalî li Macau; zimanê zhuang li Guangxi; uygurî li Xinjiang, mongolî li Mongolya Hundir, zimanê tîbetî li Tîbetê


Paytext Pekîn
39°55′Bk 116°23′Rh / 39.917°Bk 116.383°Rh / 39.917; 116.383
Bajarê mezin Şanghay
Sîstema siyasî
 - Serokdewlet
 - Serokwezîr
Xi Jinping
Li Keqiang
Rûerd
 - Giştî
 - Av (%)

9.596.960 km2
2,8
Gelhe
 - Giştî (2006)
 - Berbelavî

1.313.973.713 kes
136 kes/km2
Serxwebûn 1 cotmeh 1949 (avakirina Komara Gel a Çînê)
Dirav Renminbi (RMB)
Dem UTC+8
Nîşana înternetê .cn
Koda telefonê +86
History of China
Dîroka Çîn
KEVNAR
Neolîtîk d. 8500 – d. 2070 B.Z.
Xia d. 2070 – d. 1600 B.Z.
Shang d. 1600 – d. 1046 B.Z.
Zhou d. 1046 – 256 B.Z.
 Zhou (Rojava)
 Zhou (Rojhilat)
   Serdema Bihar û Payiz
   Serdema Dewletên Şer Dikin
ÎMPERATORÎ
Qin 221–207 B.Z.
Han 202 B.Z. – 220 P.Z.
  Han (Rojava)
  Xin
  Han (Rojhilat)
Sê Împeratorî 220–280
  Wei, Shu and Wu
Jin 265–420
  Jin (Rojava)
  Jin (Rojhilat) Şanzdeh Keyanî
Xanedanên Bakur û Başûr 420–589
Sui 581–618
Tang 618–907
  (Wu Zhou 690–705)
Pênc Xanedan û Deh Keyanî 907–979 Liao 916–1125
Song 960–1279
  Song (Bakur) Xia (Rojava)
  Song (Başur) Jin Liao (Rojava)
Yuan 1271–1368
Ming 1368–1644
Qing 1644–1912
MODERN
Komara Çîn 1912–1949
Mançukuo 1932–1945
Komara Gel a Çînê 1949–
Komara Çînê (Taywan) 1949–

Çînistan, her wiha Çîn, bi navê xwe yê fermî Komara Gel a Çînistanê (bi çînî: 中华人民共和国, lat. Zhōnghuá Rénmín Gònghéguó), dewletekî unîter û serwer e li Asyaya Rojhilat. Ji avakirina wê ya 1949ê vir ve ji aliyê partiya komunîst a Çînê ve tê rêveberin. Çîn di cîhanê de; bi nifûsa xwe ya dora 1,404 mîlyarî re, welatê[1] ku xwediyê nifûsa herî pir e û her wiha ji aliyê rûerda xwe ya 9.596.960 km2 re duyemîn welatê herî mezin e û ji aliyê tevahiya qadê ve jî sêyemîn an jî çaremîn welat e. 22 parêzgeh, 5 herêma otonom, 4 şaredariyên ku bi rasterast tê birêveberin û 2 herêmên taybet (Hong Kong û Makao) ên Çînê hene; jê pêve daxwaziya wê ya serweriya Taywanê heye.

Çîn; wekî yek ji şaristaniyên cîhanê li deşta bakurê Çînê di tejaneya çemê Zer a berhemdar de derket holê. Sîstema polîtîk a Çînê li ser xanedanan an jî monarşiyê ya ku bi xanedana Xia destpê kiriye ya ku bi navûdeng e û hezaran sal berdewan kirine. Ji xanedanên ewil de Çîn gelek caran fireh bûye, ji hev belav bûye û car din gihiştiye hev. Di 1912a de komara Çînê (KÇ), li şûna xanedana dawî ketiye ser rêveberiyê û heta 1949a li ser karê bûye û Çîna Parzemînê rê ve biriye ku di vê salê de di şerê Navxweyî yê Çînê de ji aliyê artêşa rizgariya gel ve hat têkbirin. Partiya Komunîst di 21ê Îlona 1949a de di Pekînê de, dewleta Komara Gel a Çînê (KGÇ) ava kir; hikûmeta KÇ jî xwe vekişiya Taywanê û wekî de facto bajarê Taipei ji xwe re kir paytext. Him KÇ û him jî KGÇ diparêzin ku yekane xwediyê hemû Çînê ya meşrû ew in. Lê belê KGÇ di tevahiya Cîhanê de ya herî naskirî ye û li ba KÇ, rêveberiya xwe li ser erdên mezin û nifûsa pirtir didomîne.

Ji peyitandina reformên aboriyê ya 1979a vir ve aboriya Çînê, aboriya herî bi lez a Cîhanê ye ku mezin dibe. Di 2016a de aboriya Çînê; ji aliyê têrbûna berhemên hundirî ve aboriya duyemîn a herî mezin a Cîhanê û ji aliyê parîteya hêza kirînê ve aboriya herî mezin a Cîhanê ye. Bi ser de di hinardekariyê de ya herî mezin û di hawirdekariyê de ya duyemîn mezin e.[2] Çekên nukleer ên Çînê hene û ji aliyê hejmara leşkerên çalak ve di cîhanê de yekemîn e û ji aliyê budceya parastinê ve duyemîn mezin ê cîhanê ye.[3][4] KGÇ endama Neteweyên Yekbûyî ye û di sala 1971ê de li konseya ewlekariyê ya NY wekî endama timî ket şûna KÇyê. Her wiha Çîn endamê gelek rêxistinên fermî û nefermî ne yên mîna rêxistina bazirganiyê ya cîhanê (WTO), BRICS, APEC, rêxistina hevkariya Şanghayê, G20 û hwd. in. Çîn, bi taybetî li Asyayê hêzeke girîng a herêmî ye û di salên dawiyê de her diçe rolekî mezintir hildigre ku wekî hêze super tê binavkirin.[5] [6]

Bi 14 dewletan re sînorê wî heye: Viyetnam, Laos, Bîrmanya, Hîndistan, Bûtan, Nepal, Pakistan, Afxanistan, Tacikistan, Qirgizistan, Qezexistan, Rûsya, Mongolya û Koreya Bakur.

Dîrok

Rêvebirina Çînê

Ziman

Ol

Parêzgeh û herêmên Çînistanê

Çîn ji 22 (Heger mirov Taywanê jî hesab bike 23) parêzgehan pêktê. Ji xeynî van parêzgehan, 5 herêmên xweser, 4 Şaredariyên mezin û du herêmên îdarî yên taybet hene.

Parêzgeh

Herêmên xweser


Şaredarî


Herêmên îdarî yên taybet

Cihên turîstîk


Binêre

Çavkanî