Here naverokê

Iraq

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Eraq hat beralîkirin)
الجمهورية العراقية

كۆماری عێراق

Komara Iraqê
Alaya Iraqê Nîşana Iraqê
(Ala) (Nîşan)
Gotina netewî: Allahu Akbar
Sirûda netewî: Mawtini [1]
Zimanên fermî Erebî, kurdî [2]


Paytext Bexda [3]
33°20′Bk 44°26′Rh / 33.333°Bk 44.433°Rh / 33.333; 44.433
Bajarê mezin Bexda
Sîstema siyasî Komar
 - Serkomar
 - Serekwezîr
Ebdûletîf Reşîd
Mustafa Al-Kadhimi
Rûerd
 - Giştî
 - Av (%)

438.317 km2
1,1
Gelhe
 - Giştî (2016)
 - Berbelavî

38.146.025 kes
71,5 kes/km2
Serxwebûn - 1 çiriya pêşîn 1919, ji Împeratoriya Osmanî.
- 3 çiriya pêşîn 1932, ji Brîtanyayê.
Dirav Dînarê îraqî
Dem UTC+3
Nîşana înternetê .iq
Koda telefonê 964

Iraq an jî Îraq[4] (bi soranî: Êraq; bi erebî: العراق al-‘Irāq) an jî Komara Iraqê (bi erebî: الجمهورية العراقية, al-Jumhūrīyat al-‘Irāqīya) navê dewleteke federal a Rojhilata Navîn e. Başûrê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê di nav sinorên Iraqê de ye.

 Gotara bingehîn: Dîroka Mezopotamyayê

Desthilata Osmaniyan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî encamdana Şerê Cîhanî yê Yekem, di navbera Împeratoriya Osmanî û dewletên Ewropî de Peymana Versayê hate destnîşan kirin. Bi dûçûna vê peymanê Osmanî dê serxwebûna dewletên ereb bi şerta mandatiya Fransa û Brîtanyayê qebûl bike. Emîr Faysal 23ê tebaxa 1920an de wek keyê Iraqê hate hilbijartin. Li sala 1922an de di Cemiyeta Netewan de ev mafên van dewletan hatin pejirandin. Bi dûçûna vê rêkeftinê Iraq û Filistîn dê di bin berpirsiyariya Brîtanyayê de, Libnan û Sûrî jî dê di bin berpirsiyariya Fransayê de bin. Lê gelên herêmê ev rewş qebûl nekir.

Kurê Şerîfê Mekeyê Huseyîn; Emîr Faysal li dijî Fransayê serhildanek da destpêkirin ku Sûriyê bike di bin desthilata xwe de lê ev serhildan hate vemirandin. Piştî têkçûnê Faysal tê Iraqê. Iraq di bin hikûmraniya brîtanî de bû û baregehên brîtanî ji aliyê mesihiyên sûryanî ve dihatin parastin.[5] Her wiha brîtanî xwest ku Iraq ji layê Emîr Faysal ve bê rêvebirin. Gelek efserên iraqî jî sunî bûn û di bin perwerdehiya Jon tirkan de bûn. Dîroknasê kurd Nejat Abdulla dibêje;

Li vê derê di bin mandateriya îngîlîzan de ji çiriya pêşîn a 1922an heta 1933an keyaniya Iraqê dike û dewletê bi rê ve dibe.

Mandata Brîtanî ya Iraqê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mandata Brîtanî ya Iraqê an jî Mandata Brîtanî ya Mezopotamyayê di 23ê tebaxa 1921ê hatiye avakirin. Ev mandat di 3ê çiriya pêşîn a 1932an de wek Keyaniya Iraqê hatiye guhartin. Mandat yekem dewlet e ku piştî osmaniyan li Iraqê ava bûye.

Di navbera brîtanî û Melîk Feysel de, di sala 1930î de peymanek hate destnîşankirin. Bi dûçûna vê peymanê, dewleta Iraqê êdî azad dibe û dibe endamê Cemiyeta Neteweyan.[çavkanî hewce ye]

Berî şerê cîhanî yê duyem di nav dewletên ewropayî de li her derê cîhanê de micadeleyek hebû. Ji ber tirsa ketina almanan bo rojhilata navî di gulana 1941ê de Brîtanyayê cardîn Iraq dagir kir û hikûmeteke nêzî xwe ava kiriye.

Keyaniya Iraqê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Keyaniya Iraqê di 3ê çiriya pêşîn a 1932an li ser desthilata Mandata Brîtanî ya Iraqê hatiye îlankirin. Di sala 1937an de kudetayeke neserketî ji aliyê general Bekîr Sidqî ve hat lidarxistin. Di encamê de Bekîr Sidqî hat kuştin.

Di sala 1955an de hikûmeta Iraqê bi armanca alîkariya berxwedanê û aboriyê bi Tirkiyeyê re Pakta Bexdayê destnîşan kir. Îran, Pakistan û Brîtanya jî tevlî vê hevpeymanê bûn.

Di 14ê tîrmeha 1958an de şoreş li Iraqê pêk hat. Di encamê de Komara Iraqê hate damezrandin.

Komara Iraqê di 14a tîrmeha 1958an de bi rûxandina Keyaniya Iraqê hatiye avakirin. Bi avabûna Komara Be'sî ya Iraqê ya di 17ê tîrmeha 1968an de dawî lê hat.

Komara Be'sî ya Iraqê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li sala 1968ê de bi rêberiya hindek pisporên leşkerî derbeya leşkerî pêkhat, di encamê grûpeke têkildarî partiya Be's bû desthilat, û Komara Be'sî ya Iraqê di 17ê tîrmeha 1968an de bi rûxandina Komara Iraqê hatiye avakirin. Di nav vê grûpê de jî Sedam Huseyn jêhatî bû û xwe dida pêş.

Serokê dewleta Iraqê, Sedam Huseyn ji tevlîheviyên piştî şoreşa îslamî li Îranê, fersend dît ku êrîşî Îranê bike. Dixwast ku parêzgeha Xûzistanê ku gelheya wê bi giştî ereb in û hemî nefta Îranê ji wir derdikeve, bixe nav axa Iraqê. Di 22ê îlona 1980an de Iraqê êrişî Îranê kir. Vî şerî heşt salan berdewam kir û di 20ê tebaxa 1988an de bi agirbestekê bi dawî bû.

Piştî Şerê Iraqê bi avabûna Komara Iraqê ya di 9ê nîsana 2003an de dawî li Komara Be'sî ya Iraqê hat.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û hevalbendên wê di 20ê adara 2003an de bi hincêta ku Iraq xwedî çekên komkuj bû li dijî Iraqê şerekî îlan kir. Giraniya şer li ser milê şervanên DYA û Brîtanyayê bû, lê hejmareka kêm ji şervanên welatên mîna Polonya, Danîmarka, Spanya û Awistralyayê jî arîkariya wan kir. Piştevan anko hevalbendên DYAyê di nava Iraqê de hêzên pêşmerge yên herdu partiyên siyasî yên serekî yên Başûrê Kurdistanê anko Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê û hinek hêzên erebî bûn. Di encama wî şerî da desthilata Sedam Huseyn li Iraqê bi dawî bû.

Ew şer bi awayekî fermî di roja 1ê gulana sala 2003an bi dawî bû, lê şerê desthilatdariya nû ya Iraqê û dijbêrên wê heta îro jî dewam dike. Lewma jî gelek welatên din hatin rêza hevalbendên Amerîkayê (mîna Korêya Başûr) û hindek jî ji rêza wan derçûn.

Di 8ê adara 2004an de Destûra bingehîn a Demkî ya Rêvebirinê hate îlamkirin. 8ê hezîrana 2004an jî Neteweyên Yekbûyî ev makezagon pejirand.

20ê kanûna paşîn a 2005an li tevahiya Iraqê hilbijartin hatin kirin. Di encamê de hikûmeta nû hate hilbijartin.

Parêzgehên Iraqê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

76% Iraqê bê Zimanê erebî diaxifin, 20% bê Zimanê kurdî diaxifin, an ji bê Kurmancî, Soranî û Hewramî. 4% bê Azerî, Suryanî û Lurî diaxifin.

95% - 98% ji niştecihên Iraqê misilman (64% - 69% şiî û 29% - 34% sunî) in. 1% jî mesihî û 1-4% yên din e.[6]

Mijarên têkildar

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. ^ Sirûda neteweyî ya kurdan Ey Reqîb e
  2. ^ Zimanê fermî li Kurdistanê kurdî ye wek asûrî, turkmenî û ermenî
  3. ^ Serbajarê Başûrê Kurdistanê Hewlêr e
  4. ^ Rojnameya Evro, Dihok; rojnameya War, Dihok.
  5. ^ İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta-2008, r:145
  6. ^ "The World Factbook: RELIGIONS; Country Comparison to the World". cia.gov. Ji orîjînalê di 1 îlon 2018 de hat arşîvkirin.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Wikimedia Commons medyayên di warê Iraq de hene