Masûlke
Masûlke[1] an jî girdik[1] , di laşê mirovan de kêmanî 650 masûlke hene. Ew ne tenê di pil û qoran da, her wisa li pir derên laşê mirovan da hene.
Erkê masûlkeyan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Erka wan pêkanîna livînê ye. Ji masûlkeyan ra goştê sor jî dihêt gotin. Ew erka livînê bi alîkariya birik, livok û hestiyan bi cih tînin. Mirov dikare masûlkeyên ku di xwînboriyan da û di pir endamên (organên) din da hene (li pişikê, rûvî, dil, gede) bi navê masûlkeyên dûz û masûlkeyên livînê bisinfîne.
Masûlkeyê dil tewirekî din peyda dikin. Masûlkeyên livînê ji bo bicihkirina livînê hewcedarên fermanekî mejî ne. Masûlkeyên di xwînboriyan, gede, rûviyan da û yên dilî, hertim dixebitin; ango ew xwekar (otonom) in.
Masûlkeyên livînê li ser hestiyên cihekî dest pêdikin û li ser hestiyên cihekê din disekinînin. Li goreyê wê şûna xwe dikarin pîl, qor û cihên dî yên laşê mirovan bilivînin.
Corên masûlkeyan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Sê corên masûlke hene:
- Dilemasûlke, Masûlkeya dil
- Peykeremasûlke, Masûlkeya peyker
- Lûsemasûlke, Masûlkeya lûs, masûlkeya hilû
Herwiha binihêre
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li Wikimedia Commons medyayên di warê Masûlke de hene