Here naverokê

Vîrus

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Vîrûs (jînzanist) hat beralîkirin)

Vîrus an jî vayros (bi înglîzî: virus) pêkhateyêk nexaneyî û nezindî ye ko mişexwera neçar a navxaneyê ye.[1]

vîrus mişexwerên neçar ên navxaneyî ne.

Di zimanê latînî de peyva vîrus ji bo jehrê an jî tiştên jehrî dihat bikaranîn.[2]Liqê mîkrobiyolojiyê ko li ser pêkhate, cor û duhendebûna vîrusan û nexweşiyên vîrusî xebat dike wekî vîruszanî: (bi înglîzî: virology) tê navkirin. Zanyarên ko li ser vîrusan xebat dikin jî wekî vîruszan (bi înglîzî: virologist ) tên navkirin.[3]Xaneya ko vîrus tûşê wê dibe û di nav wê de duhende dibe, wekî xaneya xanexwê (bi înglîzî: host cell) tê navkirin.

Taybetmendiyên zîndeweran

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji ber ko vîrus pêkhateyên nexaneyî û mişexwer (parazît ) in, di nav tu cîhanek zîndeweran de nayên polenkirin. Berevajî zîndeweran, vîrus tu endamokên xaneyî li xwe nagirin û nikarin bi tena serê xwe dabeş bibin û pir bibin. Di şûna wê de,vîrus tûşe xaneyek dibe û dikeve nav xaneya xanewê. Di nav xaneya xanexwê de, vîrus endamokên xaneyê, asîdên nukleyî û awêteyên endamî yên wê xaneyê ji bo pirbûna xwe bikar tînin. Loma vîrus mişexwerên neçar ên navxaneyî ne (bi înglîzî: obligate intracellular parasites).[3]

Vîrus dikarin tûşî xaneyên hemû cor zîndweran; ajal, rîwek, karok, protîst û bakteriyan bibin. Vîrus pêkhateyên zindî an jî nezindî nîn in,[4]lê dikarin zîndeweran tûşî nexweşiyan bikin. Ji bo pêkhateyek wek zîndî were hesibandin, divê xwediyê hin taybetmendiyan be.

Hinek taybetmendiyên zîndeweran:

Zîndewer herî kêm ji yek xaneyê pêk tên û di xaneyên xwe de molekula embarkirina zanyariyên bomaweyî lixwe digirin. Pêdiviya hemû zîndeweran bi xurek û xwedîbûnê heye. Hemû zîndewer xurek diherisînin û bi henaseya xaneyê xurekan diguherînin bo enerjiyê. Pêdiviya hemû zîndeweran bi deravêtina madeyên paşmayî heye. Hemû zîndewer geşe dibin, diperisin û dilivin. Hemû zîndewer ji bo berdewamiya nijada xwe pir dibin. Hemû zîndewer li hember hişyarker, mesaj an jî gefên ji hawirdorên xwe re, bertek nîşan didin. Hemû zîndewer li gor metabolîzmaya xwe di nav xaneyên xwe de hin molekulan çêdikin an ji hildiweşînin. Hemû zîndewer bi guncandinan (bi înglîzî: adaptation) li jingehê de derfetên jiyana xwe zêde dikin.

Vîrus ji van taybetmendiyên zîndeweran tenê sê taybetmandî lixwe digirin. Vîrus xwediyê molekula bomaweyî ne, dikarin di nav xaneya xanexwê de pir bibin û vîrus bi mutasyonan tên guncandin. Bi van taybetmendiyê xwe, vîrus dişibin zîndeweran, lê ji ber ko hemû taybetmendiyên zîndeweran lixwe nagirin, vîrus wekî pêkhateyên zîndî nayên hesibandin. Herwiha vîrus hebûnek nezindî jî nîn e. Ango vîrus, pêkhateyek li peravê zîndîbûn û nezindîbûnê ye.[4][5]

Keşfa vîrusan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mirovahî cara pêşîn bi parzûna porselenî ji hebûna vîrusan agahdar bû. Parzûna porselenî wekî parzûna Chamberland- Pasteur tê navkirin. Di nav şilemeniyê de hemû tiştên hûrik û bakteriyên ko tenê bi mîkroskobê dihatin dîtin, bi parzûna Chamberland- Pasteur ve dihatin parzûnkirin.

Di sala 1886ê de Adolph Meyer da nîşankirin ko nexweşiyek riweka tûtinê, nexweşiya mozaîka tûtinê (bi înglîzî: tobacco mosaic disease) dikare bi şilemeniya ko ji riweka nexweş hatiye derxistin, were guhaztin bo riwekek sax.[4]

Di sala 1892yê de Dmitri Ivanovsky da nîşankirin ko hokara nexweşiya mozaîka tûtinê bi parzûna Chamberland- Pasteur, ji şilemeniyê ji riweka nexweş hatiye derxistin, cihê nabe û ji parzûnê derbas dibe. Ango hokara nexweşiyê ji bakteriyan piçuktir ê.[4]

Vîrus pêkhateyên evqas piçûk in ko bi mîkroskoba ronakî nayin dîtin. Loma herçiqas mirovahî ji salên 1890iyan şûn ve ji hebûna vîrusan agahdar bûn jî, heta salên 1930yan vîrus nahatin dîtin. Bi keşfa mîkroskoba elektronî, zanyariyên derbarê hebûn û pêkhateya vîrusan jî zêde bûn.[5]

Pêkhateya vîrusan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Di hin vîrusên bêbergî de ji poşerê, di hinek vîrusên bibergî dê jî ji bergê, ber bi aliyê derveyê vîrusê, nûkên glîkoproteînî dirêj dibin. Di serê nûkan de, ji bo nasîn û girêdana bi xaneya xanexwêyê ve, pêkhateyên protenî hene.
Vîrus li gor bakterî û xaneyên din gelek piçuk in

Virusa li derveyî xaneya xanexwêyê, wekî vîrîon tê navkirin. Bi eslê xwe beşa vîrusê ya ko di nav xaneya xanexwê de pir bûye, xaneyê terikandiye û dikare tûşê xaneyek nû ya xanexwêyê bibe, wekî vîrîon tê navkirin.[3]

Vîrus bi şêwe û qebareyên corbicor in, lê di hemû vîrusan de pêkhate dişibe hev. Di hemû vîrusan de genoma ji yek an jî zêdetir asîda nukleyî (ADN an jî ARN) bi çînek parêzgar a proteînî dorpêçî ye. Ji vê çînê re tê gotin poşerê proteînî (bi înglîzî: capcid). Dibe ko di hin vîrusan de li gel asîda nukleyî enzîm jî hebin. Poşer ji binebeşên proteînî yên bi navê kapsomer (bi înglîzî: capsomere) pêk tê. Di hin vîrusan de poşer bi şeweyê gogî ya ji firerûyên (bi înglîzî: polyhedral) sêgoşeyî ye, di hin vîrusan de poşer bi pêkhateya lûlpêçî ye.[5]Wekî mînak vîrusa mozaîka tûtinê ji poşerê lûlpêçî pêk tê.

Di hin vîrusan de, wekî mînak, di vîrusa grîpê (bi înglîzî: Influenza virus) de poşer ji aliyê çînek ve dapoşîye, ji vê çînê re tê gotin berg. Çavkaniya bergê vîrusê, parzûna xaneyê ya xaneya xanexwê ye. Berg fosolîpîd û proteînên parzûnê yên xaneya xanexwê lixwe digire. Herwisa berg proteîn û glîkoproteînên vîrusê jî lixwe digire.[6][5]

Di hin vîrusên bêbergî de ji poşerê, di hinek vîrusên bibergî dê jî ji bergê, ber bi aliyê derveyê vîrusê, nûkên (bi înglîzî: spikes) glîkoproteînî dirêj dibin. Di serê nûkan de, ji bo nasîn û girêdana bi xaneya xanexwêyê ve, pêkhateyên protenî hene û wekî wergirên vîrusî (bi înglîzî:viral receptors) tên navkirin.[4]Pêkhateya nûkê taybet e ji bo her cor vîrusek. Wekî mînak, du cor nûkên vîrusa gripê hene. Nûkên hemagglutînîn (H) (bi înglîzî: hemagglutinin spikes) ji bo girêdana xaneya xanexwêyê û têperbûna ARN-yê kar dikin. Nûkên nêramînîdaz (N) (bi înglîzî: neuraminidase spikes) vîrusê ji xaneya xanexwêyê cihê dikin ko vîrîon ji xaneyê dûr bikevin.Vîrusên grîpê bi gelemperî li gor nûkên N û H tên diyarkirin. Wekî mînak, Vîrusa grîpê ya H1N1 berpirsê pandemiyên di salên 1918 û 2009ê ye[7]. Vîrusa H2N2 berpirsê pandemiya sala 1957ê ye, vîrusa H3N2 jî di sala 1968ê de bi awayekî pandemî belav bû.[8]

Qebareya vîrusan ne yek e, bi gelemperî, tîreya vîrusa herî piçûk bi qasî 20 nanometre, ya herî gewre jî bi qasî 400 nanometre ye. Ango vîrus li gor bakterî û xaneyên din gelek piçuk in. Tîreya bakteriyek asayî bi qasî 1000 nanometre ye. Tîreya xaneyên zîndewerên navikrasteqînan jî 10 heta 1000 car ji ya bakteriyan mezintir e. Vîrusên bi navê adenovîrus, tûşê coga koendama henaseyê û coga koendama herisa mirov dibin û mirov nexweş dikin. Tîreya adenovîrusan bi qasî 75 nm ye. Bi qasî 50 mîlyon adenovîrus dikarin di yek xaneyek mirov de cih bibin.[5]

Vîrus nikare bi tena serê xwe zêde bibe. Genên vîrusê, xaneya xanexwêyê ji bo çêkirina vîrusên nû çalak dike. Xaneya xanexwê, li gor zanyariyên bomaweyî yên vîrusa tûşê wê bûye, yekeyên vîrusê çêdike, yekayan bi hev re girê dide û vîrusê peyda dike.[9]

Polenkirina nefermî ya vîrusan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gel polenkirina zanistî, vîrus hin caran bi awayek nefermî jî tên polenkirin. Di polenkirina nefermî de vîrus li gor şêwe, genom, pêkhate û xaneya xanexwê tên dabeşkirin.

Vîrus li gor cor û pêkhateya genomê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Madeya bomaweyî ya nav vîrusê, wekî genoma vîrusê (bi înglîzî:viral genome) tê navkirin. Ji ber ko vîrus bi tena serê xwe nikarin duhende bibin, pêdiviya genoma vîrosan tenê bi genên ji bo çêkirin û yekkirina beşen vîrusê heye. Di genoma vîrusan de ji bo rêkxistina çalakiyên xaneya xanexwê, genên bo kodkirina hin proteîn an jî enzîman jî cih digire.[10] Cor û pêkhateya genoma vîrusê li cem vîrusan ne yek e.Asîda nukleyî ya hin vîrusan ADN ye û evan vîrusan wekî vîrusên ADN-yî tên navkirin. Lê di hin corên vîrusan de molekula bomaweyî ARN ye, loma ew jî wekî vîrusên ARN-yî tên navkirin.[5]Ango berevajî hemû zîndeweran, di vîrusên ARN-yî de embara zanyariyên bomaweyî ne ADN, lê ARN ye.

Di hin vîrusan de asîda ADN tek zincîrî ye, di hinekan de jî cot zincîrî ye. Herwiha di hin vîrusên ARN-“yî de, ARN-ya vîrusê tek zincîrî ye, lê di hinek vîrusan de ARN cot zincîrî ye.[6]

Genoma vîrusan li gor şeweya wan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Genoma vîrusan li gor cora vîrusê dibe ko bi şeweyê xelekî (bazineyî) an jî xêzî be. Di hin vîrusan de ne yek lê zêdetir kopiyên genomê heye.[6]Qebareya genoma vîrusî jî ji hev cuda ne. Dibe ko di vîrusek de genom tenê ji çend hezar nukleotîdan pêk hatibe, lê di vîrusek din de dibe ko hejmara nukleotîdên genomê ji sed hezaran zêdetir bin. Wekî mînak, genoma vîrusa mozaika tûtinê ji 6400 cotên nukleotîdan pêk tê û tenê şeş gen lixwe digire.[5] lê di genoma vîrusên bakteriyofaj bi hejmara gelek zêde gen cih digirin.

Vîrus li gor şeweyê poşerê proteînî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Vîrus li gor şêweyê poşerê xwe bi sê koman de tên polenkirin. 1.Vîrusên bi poşerê lûlpêçî (bi inglîzî: helical), 2. Vîrusên firerûyî (bi înglîzî: polyhedral), 3.Vîrusên bi poşerê aloz (bi înglîzî: complex)[8]Poşerê vîrusa mozaîka tûtinê bêberg e û bi şeweyî lûlpêçî ye. Poşerê vîrusa ebola bi bergek dorpêçîye û poşer bi şeweyî lûlpêçî ye.Di hin vîrusan de poşer ji firerûyên sêgoşeyî pêk tê. Bi gelemperî di vîrusên firerûyî de, poşer ji 20 rûyên sêgoşeyî pêk tê. Wekî mînak, vîrusa nexweşiya îflîca zarokan (bi înglîzî: polio) û vîrusa herpes (bi tûşîbûna vîrusa Herpes simplex di dev û lêvên mirov de peqilkên hûrik peyda dibe), vîrusên bi poşerê bistrûyî (bi înglîzî:icosahedral) ne. Vîrusên lûlpêçî û vîrusên bîstrûyî dibe ko biberg an jî bêberg bin. Vîrusên bêberg wekî vîrusên rût (bi înglîzî: naked virus), vîrusên ko poşerê proteînî bi bergek fosfolîpîdî pêçayî ye jî wekî vîrusên biberg (bi înglîzî: enveloped vîrus) tên navkirin.[3]

Polenkirina vîrusan li gor xaneya xanexwê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Vîrus tûşkerê kîjan xaneyê be, bi navê wê xaneya xanexwê ve tê navkirin. Wekî mînak, vîrusa ajalan, vîrusa riwekan, vîrusa karokan û hwd.

Vîrusên riwekan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Vîrusên ko tûşê xaneya riwekan dibin û bi têkbirina geşe û peresînê, berhemdariya riwekê kêm dikin, wekî vîrusên riwekan tên navkirin.[11]Hema hemû vîrusên rivekan, virusên ARN-yî ne. Piraniya wan, wekî vîrusa moazika tûtinê bi şeweyî çîlkeyî (bi înglîzî: rod-shaped) ne.Ji bo tûşê riwekan bibe, divê vîrus pêşî ji şaneya poşêrê ya çîna derveyî ya riwekê derbas bibin. Riwekên ji ba û sermayê zîyan girtine û birîndar bûne, an jî yên ji aliyê ajal û karokan ve hatine birîndarkirin, riwekên herî guncav in ji bo tûşbûnê.[11]

Vîrusên ajalan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Vîrusên tûşê xaneyên ajal dibin û dibin sedema nexweşiyan, wekî vîrusên ajalan tên navkirin. Vîrusa grîpê mînak e ji bo vîrusa ajalan. Di piraniya vîrusên ajalan de poşerê proteînî yê vîrusê bi çînek fosfolîpîdî dapoşîye, ji vê çînê re tê gotin berg.Vîrus bi alîkariya bergê, xaneya xanexwêyê nas dike, dikeve nav xaneyê an jî xaneyê diterikîne.[11]

Dibe ko genoma vîrusên ajalan ADN an jî ARN be. Vîrusên nexweşiya grîpê, vîrusa îflica zarokan, vîrusa sorikê û vîrusa HIV a AIDS-ê jî tê de, gelek vîrusên ajalan, vîrusê ARN-yî ne. Vîrusên nexweşiya hepatîta B û xuriya mirişkan (bi înglîzî: chickenpox) mînak in bo vîrusên ADN-yî.

Vîrusên bakteriyan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
 Gotara bingehîn: Bakteriyofaj
Bakteriyofajên wekî faj T4, taybetmendiyên vîrusên lûlpêçî û firerûyî lixwe digirin, loma ji van vîrusan re tê gotin vîrusên aloz.

Vîrusên ko tenê dikarin tûşî bakterî an jî arkebakteriyan bibin û di nav xaneya wan de duhende bibin, wekî bakteriyofaj (bi înglîzî:bacteriophage) an jî bi kurtî wekî faj (phage) tên navkirin.[12]

Peyva bakteriyofaj, cara pêşîn di sala 1917yê de ji aliyê biyologê frensî Félix d’Hérelle ve hat bikaranîn. Di zimanê grekî de “phago” ji bo “xwarin” an jî ”a ko dixwe” tê bikaranîn. Ango bakteriyofaj bi wateya bakterixwer (a ko bakteriyê dixwe) tê bikaranîn.[13]

Bakteriyofajên wekî faj T4, taybetmendiyên vîrusên lûlpêçî û firerûyî lixwe digirin, loma ji van vîrusan re tê gotin vîrusên aloz. Bakteriyofaj bi gelek cor û şêweyê ne. Lê di hemû bakteriyofajan de genoma asîda nukleyî di nav poşerê proteînî de cih digire. Poşer, genomê diparêze û guhaztina wê bo xaneya xanexwê rêk dixe. Di bin mikroskoba elektronî de di gelemperiya bakteriyofajan de sê beş xuya dibin; serî, kilik û rîşalên kilikê.

Madeya bomaweyî ya nav bakteriyofajê, wekî genom tê navkirin. Genoma bakteriyofaja T4 û piraniya fajên din ADN-ya cotşerîdî ye, lê dibe ko genoma hin corên fajan ADN-ya tek şerîdî be. Herwiha genoma hin bakteriyofajan jî ARN-ya cotşerîdî an jî ARN-ya tek şerîdî ye. Di piraniya fajan de genom bi şêweyê xêzî ye, lê bakteriyofajên bi genoma xelekî jî hene. Wekî mînak di bakteriyafaja bi navê Pseudoalteromonas virus PM2 de genom ji ADN-ya xelekî pêk tê.[14]

Polenkirina zanistî ya vîrusan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 1966ê de “Komîteya Navneteweyî ya Polenkirina Vîrusan” (bi înglîzî: International Committee on Taxonomy of Viruses (ICTV)) hat avakirin. Ji sala 1971ê vir vê polenkirina vîrusan bi awayek zanistî ji aliyê vê desteyê (komîteyê) ve tê rêvebirin.Komîte di sala 2020ê de bîryar da ko êdî di warê polenkirina vîrusan de, wê polenkirina dunav (binominal), were bikaranîn. Ango vîrus jî bi awayê ko zîndewer tên polenkirin wê bi du navan werin navkirin.

Polenzaniya (taksonomî) vîrusan dişibe taksonomiya Carl Linnaeus, lê di navbera herdu taksonomiyan de hin cudahî jî hene. Vîrus di 15 astan de tên polenkirin.[15] Polenkirina vîrusan bi asta realm dest pê dike heta asta corê, bi 15 astan tê nîşankirin. Ji bilî asta corê, di her astek de paşgirek taybet tê bikaranîn. Heta niha vîrus di asta 7 realam de hatine polenkirin.

Li taboya jêr de, astên polenkirina vîrusan hatiye nîşankirin û taksonomîya vîrusa hariyê (bi înglîzî: rabies) jî wekî mînak hatiye ravekirin.[16]

Taksonomiya vîrusan a li gor

"Komîteya Navneteweyî ya Polenkirina Vîrusan”

Asta polenkirinê Paşgira taybet Mînak
Realm (realm) (-viria) Riboviria
Jêrerealm (subrealm) (-vira)
Cîhan (kingdom) (-virae) Orthornavirae
Jêrecîhan (subkingdom) (-virites)
Liq (phylum) (-viricota) Negarnaviricota
Jêreliq (subphylum) (-viricotina) Haploviricotina
Pol (class) (-viricetes) Monjiviricetes
Jêrepol (subclass) (-viricetidae)
Kom (order) (-virales) Mononegavirales
Jêrekom (suborder) (-virineae)
Xêzan (family) (-viridae) Rhabdoviridae
Jêrexêzan (subfamily) (-virinae) Alpharhabdovirinae
Tuxm (genus) (-virus) Lyssavirus
Jêretuxm (subgenus) (-virus)
Cor (species) (ne standard e) Lyssavirus rabies

(vîrusa hariyê)

Polenkirina Baltimor

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev sîstem di destpêka salên 1970yan de ji aliyê biyolog David Baltimore ve hat pêşniyarkirin, loma wekî polenkirina Baltimore tê navkirin.[4] Di xebatên zanistî de wekî alternatîfa polenkirina ICTV-yê herî zêde ev sîstema polenkirinê tê bikaranîn.

Di polenkirina Baltimore de li gel şêwe û genoma vîrusê, ARN-peyamber a vîrusê ji bo polenkirinê wekî krîtera serekî tê bikaranîn. Bi kurtasî di sîstema polenkirina Baltimore de, polenkirina vîrusan li ser bingeha çêbûna ARN-peyamberê ava bûye.[17] ARN-peyamber di dema çerxa duhendebûnê de tê çêkirin ko proteînên vîrusê werin berhemanîn. Li gor polenkirina Baltimore, virus di heft koman de tên polenkirin.[18]

Koma I, ji vîrusên bi genoma ADN-ya cotşerîdî (dsDNA) pêk tê. Di endamên vê komê de ARN-peyamber ji zincîra qalip a ADN-ya vîrusê tê çêkirin. Pêvajoya çêkirina ARN-pêyamber dişibe pêvajoya libergirtinê ya di ADN-ya xaneyan de rû dide.

Di vîrusên Koma II de genom ADN-ya tekşerîdî (ssDNA) ye. Berê ko libergirtina ARN-peyamber rû bide, genoma tekşerîdî tê guhertin bo genoma cot şerîdî ya navincî (bi înglîzî: intermediate). ARN-peyamber bi pêvajoya libergirtinê, ji ADN-ya navincî tê berhemkirin.

Genoma vîrusên Koma III, ARN-ya cotşerîdî (dsRNA) ye. Dema duhendebûnê, şerîd ji hev cihê dibin û yek ji şerîdan wekî şerîda qalib tê bikaranîn, bi hankirina ARN-polîmeraza vîrusê, ARN-peyamber tê berhemkirin.

Vîrusên Koma IV, bi genoma ARN-ya tekşerîdî (ssRNA(+)) ya bi cemsergiriya pozîtîf in. Wateya cemsergiriya pozîtîf ev ko, ARN-ya genomê rasterast wekî ARN-peyamber tê bikaranîn. [19]Bi kopîkirina ARN-ya genomê, ARN-yên cotşerîdî yên navincî tên çêkirin. Ji ARN-ya cotşerîdî, şerîda ARN-ya bi cemsergiriya negatîf (temamkerê ARN-ya genomê ya bi cemsergiriya pozîtîf) tê bidestxistin. Paşê ev ARN wekî qalib tên bikaranîn, ARN-yên bi cemsergiriya pozîtîf en genomî û ARN-peyamberên vîrusê tên berhemanîn.

Genoma vîrusên Koma V, ARN-ya tekşerîdî ya bi cemsergiriya negatîf e (ssRNA(-)). Ango rêzeya ARN-ya vîrusê, temamkerê ARN-peyamber e.

Vîrusên Koma VI, du kopyayên ARN-ya tekşerîdî wekî genom lixwe digirin. ARN-yên tekşerîdî bi navbeynkariya enzîma transkrîptaza pêçewane (bi înglîzî: reverse transcriptase) tên guhertin bo ADN-ya cotşerîdî. ADN-ya cotşerîdî tê guhaztin bo navika xaneya xanexwê û têkilê ADN-ya xaneyê dibe. Paşê ji ADN-ya vîrusê ya têkilê ADN-ya xaneya xanexwê bibû, bi libergirtinê, ARN-peyamber tê çêkirin.

Di vîrusên Koma VII de genom bi qismî ADN-ya cotşerîdî ye, lê duhendebûna wan ne mîna vîrusên Koma I-ê ye. Genoma vîrusên Koma VII, ARN-ya tekşerîdî ya navincî berhem dikin ko wekî ARN-peyamber kar dike. Herwiha ARN-ya tekşerîdî bi transkrîptaza pêçewane, tên guhertin bo ADN-yên cotşerîdî yên genomê.

                                                      Polenkirina Baltimore[4]
Kom Taybetmendî Awayê Hilberîna ARN-peyamber Mînak
I ADN-ya cotşerîdî ARN-peyamber, rasterast ji ADN-ya qalip tê libergirtin. Herpes simplex

(vîrusa herpesê)

II ADN-ya tekşerîdî Berê ko ARN-peyamber were libergirtin,

ADN tê guhertin bo ADN-ya cotşerîdî.

Anelloviridae, Circoviridae

û Parvoviridae.

III ARN-ya cotşerîdî ARN-peyamber ji ARN-ya genomê tê libergirtin. Vîrusa rota (rotavirus)
IV ARN-ya tekşerîdî (+) Genoma vîrusê wekî ARN-peyamber kar dike. Vîrusa arsimê (Pircornavirus)
V ARN-ya tekşerîdî (-) ARN-peyamber ji ARN-ya genomê tê libergirtin. Vîrusa hariyê (Rhabdovirus)
VI Vîrusên ARN-ya tekşerîdî yên

bi transkrîptaza pêçewane

Bi navbeynkariya transkîptaza pêçewane, ji ARN-ya genomê ADN tê çêkirin.

ADN têkilê genoma xaneya xanexwê dibe. ARN-peyamber ji beşa têkilbûyî tê libergirtin

vîrusa nemana bergiriya mirov

(HIV)

VII Vîrusên ADN-ya cotşerîdî yên

bi transkrîptaza pêçewane

ADN-ya genomê, ARN-yên tekşerîdî yên navincî berhem dikin ko wekî ARN-peyamber kar bikin.

Herwiha ARN-yên tekşerîdî bi transkrîptaza pêçewane, tên guhertin bo ADN-yên cotşerîdî yên genomê.

Vîrusa hepaptîta B

(Hepadnavirus)

Duhendebûna vîrusan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gava vîrus tûşê xaneya xanexwê dibe, derbirîna genên vîruse di xaneyê de dibe sedema destpêkirina rêzeçalakiyan ko wekî duhendebûna vîrusê tê navkirin. Bi duhendebûnê, vîrusên nû peyda dibin.[5]

Di gavên virusên ajalan û yên bakteriyan de hin cudahî hebin jî, di piraniya vîrusan de çerxa duhendebûnê ji pênc gavên serekî pêk tê.

1.Pêvegirêbûn (attachment): Di vîrusan de glîkoproteînên bergê an jî proteînên taybet ên poşerê wekî proteînên girêdanê kar dikin. Proteînên girêdanê bi awayekî kîmyayî, wergirên taybet ên li ser parzûna xaneya xanexwêyê nas dikin, û vîrusê bi xaneyê ve girê didin. Ango heke proteînên girêdanê yên vîrusê, li ser parzûna xaneyek de restê wergirên guncav werin, vîrus bi navbeynkariya proteînên girêdanê, xwe bi wergirên xaneyê ve girê dide. Proteînên girêdanê yên vîrusê taybet e ji bo wergirên xaneya xanexwê, loma vîrus tenê hin corên xaneyan wekî xaneya xanexwê bi kar tînin.[9]

2.Têketin (têkirina genomê) (penetration): Genoma vîrusê (ADN an jî ARN) ji parzûna xaneyê derbasî nav sîtoplazmaya xaneya xanexwêyê dibe.

3. Duhendebûn û berhemkirin (synthesis): ADN an jî ARN-ya vîrusê ji bo çêkirina asîdên nukleyî û proteînên vîrusê, kiryarên libergirtin û wergeranê ya xaneya xanexwêyê digirin bin kontrola xwe. Ji bo vîrusên nû genom û proteîn didin çêkirin.

4. Xwerêxistin (assembly): Hemû parçeyên nûçêbûyî (asîda nûkleyî, enzîm, poşer hwd) bi hev re tên yekkirin û vîrusek nû peyda dibe.

5. Derpirandin (release): Xaneya xanexwê hildiweşe, vîrusên nû, ji xaneyê tên berdan, di vê qonaxa li derveyê xaneyê de, vîrus wekî vîrîon tê navkirin.[9]

Ji bo duhendebûn û kiryarên metabolî, pêdiviya hemû vîrusan bi xaneyên zindî heye. Vîrus bi tena serê xwe nikarin enzîmên ji bo duhendebûnê çêbikin. Vîrus di nav xaneya xanexwê de, ADN, ARN, rîbozom û hin beşên din ên xaneyê dikin bin kontrola xwe, bi xebata van beşan,vîrusên nû didin berhemkirin.[20]

Taybetmendiyên gelemperî yên çerxên duhendebûnê bo vîrusan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi xaneya xanexwê ve xwe girêdana vîrusê û şandina genoma vîrusê bo nav xaneyê, tûşbûna vîrusê dede destpêkirin.

Cora vîrusê û cora xaneya xanexwê awayê têperbûna genoma vîrusê bo nav xaneyê diyar dikin.Wekî mînak, vîrusên bakteriyofaj, kilikên xwe bi kar tînin ji bo şandina genoma xwe bo nav xaneya xanexwê. Vîrusên din bi endosîtozê derbasî nav xaneyê dibin. Di hin vîrusan de jî bergê virusê têkilê parzûna plazmayê ya xaneya xanexwê dibe, bi vî awayê genoma vîrusê derbasê nav xaneyê dibe. Gava genoma vîrusê di nav xaneya xanexwêyê de ye, deshilatdarîya xwe radigihîne. Ango li şûna ADN-ya xaneyê, genoma vîrusê karlêkên xaneya xanexwêyê digire bin kontrola xwe.

Ji ber ko genoma vîrusê ji zanyariyên bo asîda nukleyî ya vîrusê û proteînên vîrusê pêk tê, nukleotîd, asîdên amînî, enzîm, rîbozom, ATP, ARN-yên guhêzer û pêkhateyên din ên xaneya xanexwê ji bo çêkirina genom û proteînên vîrusê tên bikaranîn.[6]

Vîrusên ADN-yî, ADN-ya xwe wekî qalip bi kar tînin û bi navbenkariya ADN-polîmeraza xaneya xanexwêyê ADN-ya xwe duhende dikin, genomên nû didin berhemanîn. Vîrusên ARN-yî ji bo duhendekirina ARN-ya xwe, ARN-polîmeraz a vîrusê, û ARN ya vîrusê jî wekî qalip bi kar tînin.

Piştî molekulên asîdên nukleyî yên vîrusê û molekulên poşerê proteînî hatin berhemkirin, ji bo çêkirina vîrusek nû xwe bixwe tên ba hev ev bûyer wekî xwerêxistin tê navkirin.

Bi duhendebûnê, hejmara vîrusên nav xaneyê di demek kurt de gelek zêde dibin, bi gelemperî di nav xaneyê de bi berhevbûna sed hezaran vîrusan, xaneya xanexwê ziyan digire û diqelişe, vîrusên nû (vîrîon) yên ji xaneyê belavê hawirdorê dibin, tûşê xaneyên nû dibin û nexweşiyê belav dikin.

Bakteriyofaj tenê di sîtoplazmaya bakteriya xanexwê de duhende dibin. Di xanexwêyên navikrasteqîn de, piraniya vîrusên ADN-yî di nav navikê de duhende dibin, tenê hin vîrusên ADN-yî yên gewre, wekî mînak, vîrusên xuriyê (bi înglîzî: poxviruses) di sîtoplazmayê de duhende dibin. Vîrusên ARN-yê bi gelemperî di sîtoplazmayê de duhende dibin.[8]

Çerxên duhendebûnê di vîrusên bakteriyofaj de

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bakteriyofaj bi gelemperî yek ji du çerxên duhendebûnê pir didibin; 1. Çerxa şîbûnê û 2.Çerxa têkilbûnê

Di çerxa têkilbûnê (bi înglîzî: lysogenic cycle) de, genoma vîrusê têkilê ADN-ya xaneya xanexwê dibe, duhendebûna genoma vîrusê rû dide lê ji bo demek, vîrusên nû çênabe.[11]Di çerxa têkilbûnê de vîrusa tûşê xaneyê bûyê, dibe ko di qonaxa têkilbûnê de, di nav xaneya xanexwê de bi rojan, mehan an jî bi salan bêdeng bimîne.[21]Vîrusên ko çerxa têkilbûnê duhende dibin, wekî vîrusên miyanrew (bi înglîzî: temprate viruses) tên navkirin. Ji bo bakteriyofajan, peyva bakteriyofajên miyanrew (bi înglîzî: temperate phage) tê navkirin.[6]

Di çerxa şîbûnê de (bi înglîzî: lytic cycle), piştî tûşbûnê, bakteriyofaj di nav xaneya xanexwê de tê duhendekirin, bi zêdebûna hejmara fajên nû, şîbûneya xaneya xanexwê rû dide, xane hildiweşe û vîrus belavê havirdorê dibin.[22]Ango di çerxa şîbûnê de bakterî dimire. Bakteriyofajên ko tenê bi çerxa şîbûneyê duhende dibin (zêde dibin), wekî fajên tundrew (bi înglîzî: virulent phage) tên navkirin.

Çerxên duhendebûnê di bakteriyofajan de bi şeş gavên serekî rû dide; pêvegirêdan, têketin, têkilbûn, sentez, xwerêxistin û derpirandin. Ji van gavan, qonaxa têkilbûnê, tenê ji bo bakteriyofajên bi çerxa têkilbûnê duhende dibin de rû dide. Ango çerxa têkilbûnê û çerxa şîbûnê dişibin hev, lê di çerxa şîbûnê de piştî qonaxa têketinê, di qonaxa sentezê de genom û proteînên vîrusê tên çêkirin. Di çerxa têkilbûnê de piştî qonaxa têketinê, qonaxa têkilbûnê rû dide, paşê qonaxa sentezê dest pê dike.

Pêvajoya çerxa duhendebûnê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Di çerxa têkilbûnê de, genoma vîrusê têkilê ADN-ya xaneya xanexwê dibe, duhendebûna genoma vîrusê rû dide lê ji bo demek, vîrusên nû çênabe.

Li vir gavên çerxa têkilbûnê, bi çerxa duhendebûna bakteriyofaja λ (lambda) tên nîşankirin. Bakteriyofaja lambda, vîrusek ADN-yî ya bêberg (bi înglîzî: non-enveloped).[6] Çerxa şîbûnê jî ji bilî qonaxa têkilbûnê, dişibe çerxa têkilbûnê

Gava 1.: Pêvegirêdan (bi înglîzî: attachment) Di vê qonaxê de proteînên vîrusê wergirên taybet ên li ser rûyê xaneya xanexwê nas dikin û li wir girê dibin. Di bakteriyofaja λ de rîşalên kilikê bi proteînên (wergir) li ser rûyê derveyî parzûna plazmayê ya bakteriya E.coli (Escherichia coli) ve girê dibin.

Gava 2.: Têketin (bi înglîzî: entry-penetration) Piştî girêdanê, genoma vîrusê dikeve nav xaneya xanexwê.Pêvegirêdana faj λ yê, dibe sedema hanbûna proteînên kalanê kilikê, kilik girj dibe û ADN ber bi nav sîtoplazmaya bakteriyê tê pladan.

Gava genoma vîrusê dikeve nav sîtoplazmaya xaneyê, yek an jî zêdetir genên vîrusê tên derbîrandin. Derbîrîna van genan, diyar dike ka vîrus derbasî qonaxa sêyem bibe an rasterast bikeve qonaxa çarem.[5]

Faja λ jî tê de, genoma hin vîrusan, bi kromozoma xaneya xanexwê ve yek dibin. Di van vîrusan de çerxa duhendebûnê bi qonaxa têkilbûnê didome. Lê vîrusên ko bi çerxa şîbûnê duhende dibin, beyî ko bikevin qonaxa têkilbûnê, bi qonaxa çarem, bi qonaxa sentezê çerxa duhendebûna şîbûnê didomînin û di demek kurt de vîrusên nû didin çêkirin.

Gava 3.: Têkilbûn (bi înglîzî: integration)

Ev qonax tenê di çerxa têkilbûnê ya duhendebûna bakteriyofajan de rû dide.Vîrusên ko tevlê çerxa tekilbûnê dibin, genek ji bo derbirîna enzîma întegrazê lixwe digirin. Enzîma întegraz (bi înglîzî: integrase enzyme) ADN-ya xaneya xanexwêyê jê dike û genoma vîrusê tevlê kromozomê dike.Di faja λ de ADN-ya cot şerîdî, bi ketina nav sîtoplazmayê ve, rasterast têkilê ADN-ya bakteriyê dibe. Piştî yekbûna ADN-ya vîrusê bi ADN-ya bakteriyê ve, genoma vîrusê wekî profaj (bi înglîzî: prophage) tê navkirin.[3] Dema bakterî duhende dibe, ADN-ya profajê jî tê kopîkirin û tê guhaztin bo xaneyên nû. Gava profaj bi kromozoma bakterî ve girêdayî ye, fajên nû nayên çêkirin û xaneya xanexwê jî nayê kuştin. Loma ji vê çerxa duhendebûna vîrusan re tê gotin çerxa têkilbûnê.Ji bo demek, profaj bêdeng dimîne. Hokarên wekî tîrojên serbinefşî (bi înglîzî: ultraviolet light ) an jî hokarên din ên ko ADN-ya bakteriyê han dikin bo duhendebûnê, dibin sedema çêbûna enzîma recA proteaz (recA protease). Ev enzîm şaşiyên an jî guherînên zincîra ADN-ya bakteriyê sererast dikin. Ji ber ko profaj beşa resen a ADN-ya bakteriyê nîn e, ji aliyê recA protaz ve ji zincîra ADN-yê tê qetandin. Bi cihêbûna profajê, êdî genoma vîrusê wekî mîna genoma vîrusa tundrew, çerxa şîbûnê dide destpêkirinê.[23]

Gava 4.: Sentez (bi înglîzî: synthesis)

Di vê qonaxê de ji aliyê xaneya xanexwê ve duhendebûna genoma vîrusê û çêkirina proteînên vîrusê rû didin. Ji bo senteza beşên vîrusê, divê profaj ji ADN-ya xaneya xanexwê hatibe dûrxistin. Piştî cihêbûna ADN-ya vîrusê, enzîmên xaneya xanexwê gelek kopyayên ADN-yê çêdikin û bi libergirtina van ADN-yan, ARN-pêyamber berhem dikin. Rîbozomên xaneya xanexwê bi wergerana ARN-peyemberan, proteînên vîrusê çêdikin. Herwiha bi derbirîna hin genên genoma vîrusê, ADN-ya kromozoma xaneya xanexwê jî tê parçekirin.

Gava 5.: Xwerêxistin (assembly) Gava di sîtoplazmaya xaneya xanexwê de hemû beşên vîrusê hatin çêkirin, divê ev beş werin ba hev û bibin vîrîon (vîrus).Ji bo xwerêxistina bakteriyofaja λ, proteînên vîrusê yên ko ne beşek poşerê proteînî ne alîkarî dikin.Hinek ji van proteînan wekî enzîm kar dikin û proteînên poşerê rêk dixin. Hinek proteîn jî ji bo xwerêxistina poşerê kar dikin.

Gava 6.: Derpirandin (bi înglîzî: release)

Ji ber ko bakterî li gel parzûna xaneyê, bi dîwerên xaneyê ve jî dorpêçî ne, ji bo derketina fajê, divê faj dîwerê xaneya bakteriyê hilweşîne û derkeve derveyî xaneyê. Fajên nûçebûyî, enzîma lîzozîm (bi înglîzî: lysozyme) berhem dikin û der didin. Lîzozîm dîwarê xaneya bakteriyê bi karlêka şîbûnê diherisînin, parzûna xaneyê diqelişe û bakterî dimire. Bakteriyofajên nû belavê hawirdorê dibin bo tûşbûna bakteriyên nû. Bi vî awayê çerxa duhendebûnê ji nû ve dest pê dike.

Maweya bêdengiyê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çerxa têkilbûnê bi gelemperî ji bo bakteriyofajan tê bikaranîn, lê di hin vîrusên tûşê xaneyên navikrasteqîn dibin de jî rû dide. Hin vîrusên tûşê ajal an jî riwekan dibin jî beyî ko di nav xaneyê de bi duhendebûnê pir bibin, ji bo demek dirêj di nav xaneyê de bêdeng dimînin. Ev rewşa vîrusan wekî maweya bêdengî (bi înglîzî: latency period) tê navkirin.

Mînakek ji bo vîrusên ajalan, vîrusa herpes e (bi înglîzî: herpesviruses ). Vîrusa herpes tûşê xaneyên şaneya demarê dibe û di xaneya xanexwê de beyî ko duhende bibe, hebûna xwe ji bo demek dirêj didomîne û di nav xaneyê de bêdeng dimîne. Lê hin caran, ji ber hin bandorên hawirdorê duhendebûna vîrusê dest pê dike, vîrus li derdora devê mirov an jî di endamê zayendê yê mirov de dibin sedema çêbûna peqilkên piçûk ên bi şilemenî tijî ji van peqilkan re tê gotin tamîsk an jî pelepûçk.[9]Ne tene vîrusên ADN-yî lê di çerxa duhendebûna hin vîrusên ARN-yî de jî maweya bêdengiyê rû dide. Wekî mînak, vîrusa HIV-ê vîrusek ARN-yî ye ko di mirov de dibe sedema nexweşiya AIDS-ê. Lê ji ber ko di xanexwêyên navikrasteqîn de vîrusên ARN-yî di sîtoplazmaya xaneyê de duhende dibin, maweya bêdengiyê li cem vîrusên ARN-yî de ne gelemper e. Vîrusa HIV-ê de enzîma întegraz û enzîma transkrîptaza pêçewane (bi înglîzî: reverse transcriptase) têkilbûna genoma vîrusê bi ADN-ya xaneya xanexwêyê ve rêk dixin.

Çerxa têkilbûnê û maweya bêdengî dişibin hev, lê çerxa têkilbûnê bi gelemperî ji bo bakteriyofajan tê bikaranîn.[4] Genên vîrusê yên bo kodkirina proteînên vîrusê, di ADN-ya xaneya xanexwê de dibe ko ji bo demek dirêj bêdeng bîmînin. Hin hokarên hawirdorê yên wekî tîrojên serbinefşî an jî tîrojên X-ê (bi înglîzî: x-rays) dibin sedema dawîbûna bêdengiya virusê.

Çerxa duhendebûna vîrusên ajalan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Çerxa şîbûnê ya duhendebûna vîrusên ajalan, dişibe çerxa şîbûnê ya duhendebûna bakteriyofajan. Lê mekanîzmayên têketinê, sentezê û derpirandinê ji yên bakteriyofajan cuda rû dide.

Çerxa şîbûnê ya duhendebûna vîrusên ajalan, dişibe çerxa şîbûnê ya duhendebûna bakteriyofajan û ji gavên; pêvegirêbûn, têketin, sentez, xwerixistin û derpirandinê pêk tê.Lê mekanîzmayên têketinê, sentezê û derpirandinê ji yên bakteriyofajan cuda rû dide. Piştê vîrusên ajalan bi wergirên xaneya xanexwê ve tên girêdan, tevahiya vîrusê bi endosîtozê derbasî nav xaneyê dibe. Ango vîrus ji aliyê xaneya xanexwê ve tê daqurtandin. Di hin vîrusan de jî, bergê vîrusê bi parzûna xaneyê ya xanexwê ve yek dibe, genom û enzîmên vîruse yên bi poşerê proteînî ve pêçayî, dikevin nav xaneyê.

Vîrus tenê tûşê xanexwêya diyarkirî dibin. Ango di navbera vîrus û xanexwêyê de guncandinek taybet heye, bi gelemperî vîrus ji bilî xanexwêya taybet tûşê zîndeweran nabin. Piraniya vîrusan di laşê zîndewerê firexaneyî de, tenê tûşê xaneyên hinek şaneyan dibin. Ev rewş wekî meyldariya şaneyê (bi înglîzî: tissue tropism) tê navkirin. Wekî mînak, hokara nexweşiya îflîca zarokan, Poliovirus di xaneyên demax û dirkebetikê (bi înglîzî: spinal cord) de cih dibin. Herwiha vîrusa influenza ya nexweşiya grîpê, tûşê xaneyên şaneyên coga henaseyê dibe. Ji ber taybetmendiya meyldariya şaneyê, tu vîrusên riwek û bakteriyan tûşê mirov nabin.

Derbirîna genan di vîrusên ajalan de her tim bi şeweyê asayî ya ADN ARN Proteîn, rû nade. Genoma hinek vîrusan ADN-ya cotşerîdî ye, qonaxên derbirîna genan bi awayekî asayî rû dide. Li di vîrusên din de, dibe ko genom ADN-ya tekşerîdî, ARN-ya cotşerîdî an jî ARN-ya tekşerîdî be.Pêkhateya genomê, duhendebûna genomê û derbirîna genan bo çêkirina proteînên vîrusê diyar dike.

Heke genoma vîrusê ADN-ya tekşerîdî be, enzîmên xaneya xanexwê ji bo zincîra temamker were çêkirin, tên bikaranîn. Bi vî awayê genoma vîrusê diguhere bo ADN-ya codşerîdî. ADN-ya cot şerî êdî mîna ADN-ya xanexwê dikare duhende bibe, were libergirtin û wergerandin.[8]

Heke genoma vîrusê ARN be, vê gavê sê mekanîzmên cuda tên bikaranîn. Di vîrusên ARN-yî de genom yek ji sê coran e; ARN-ya cot şerîdî, ARN-ya tekşerîdî ya negatîf û ARN-ya tekşerîdî ya pozîtîf. Heke genoma vîrusê ARN-ya tekşerîdî ya pozîtîf (+ssRNA) be, rasterast bi wergeran a genomê proteînên vîrusê tên çêkirin. Ango genoma vîrusê mîna ARN-peyamber a xaneya xanexwê kar dike.

Lê heke genoma vîrusê ARN-ya tekşerîdî ya negatîf be, divê genom were duhendekirin bo ARN-ya tekşerîdî ya pozîtîf. Duhendekirina genoma vîrusê ji aliyê ARN-polîmeraza jêrdestê ARN-ya vîrusê (bi înglîzî:RNA-dependent RNA polymerase (RdRP)) ve tê birêvebirin. RdRP di nav vîrusê de tê guhaztin nav xaneya xanexê û ji bo çekirina ARN-ya tekşerîdî ya pozîtîf, ji ARN-ya tekşerîdî ya negatîf tê bikaranîn.[8]

Herwiha enzîma RdRP duhendebûna vîrusên bi genoma ARN-ya cotşerîdî jî rêk dixe. Enzîma RdRP, şerîda negatîf a genoma cotşerîdî ji bo çêkirina ARN-ya tekşerîdî ya pozîtîf, wekî qalib bi kar tîne. ARN-ya tekşerîdî ya pozîtîf a nû çêbûyî, ji bo wergeranê, ji aliyê rîbozomên xanexwê ve tê bikaranîn. Herwiha ji bo çêkirina genomên nû yên cotşerîdî jî, ARN-ya tekşerîdî ya pozîtîf, ji aliyê RdRP ve tê duhendekirin.[24]

Retrovîrus (retrovirus),vîrusên ARN-ya tekşerîdî ya pozîtîf in. Di retrovîrusan de ji bo çêkirina asîda nukleyî ya vîrusên nû, mekanîzmek cuda tê bikaranin. Vîrusa HIV jî retrovîrusek e, li gel genoma ARN-ya tekşerîdî, HIV enzîma transkrîptaza pêçewane (bi înglîzî: reverse transcriptase) jî di poşerê xwe de digire.Transkrîptaza pêçewane, genoma ARN-ya tekşerîdî ya pozîtîf wekî qalip bi kar tîne û kopyayên temamkerê ADN-ya tekşerîdî berhem dike. Ji ADN-yên tekşerîdî, ADN-ya cotşerî tê çêkirin. ADN-ya cotşerîdî têkilê kromozoma xanexwêyê dibe û wekî beşek daîmî ya xaneyê kar dike. Beşa genoma vîrusê ya têkilê kromozomê bûye, wekî provîrus tê navkirin. Qonaxa provîrusê dişibe qonaxa profaja bakteriyofajê ko di dema çerxa têkilbûnê de peyda dibe,lê provîrus piştî têkilbûnê, ji kromozomê naqete.

Nexweşiyên vîrusî di laşê mirov de

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nexweşiyên ko ji ber tûşbûna vîrusan peyda dibin, wekî nexweşiyên vîrusî (bi înglîzî: viral diseases) tên navkirin. Ango di nexweşiyên vîrusî de, hokara nexweşiyê vîrus e. Bi hin nexweşiyên vîrusî yên di temenê zaroktiyê de, piştî saxbûnê, bi gelemperî li dij wê vîrusê bergiriyek demdirêj ava dibe. Wekî mînak nexweşiya xuriya mirîşkan (bi înglîzî: chickenpox) nexweşiyek vîrusî ye, heke mirov di zaroktiya xwe de tûşê vê vîrusê bibe û sax bibe, li dij vîrusê di laş de bergirî ava dibe û bi gelemperî mirov êdî bi vê nexweşiyê nakeve.Lê di laş de, li dij hinek nexweşiyan, bergiriyek xurt ava nabe, loma piştî saxbûnê dibe ko mirov dîsa tûşê vîrusê bibe û bi nexweşiyê bikeve. Wekî mînak, dibe ko mirov di dirêjiya temenê xwe de çendan car tûşê nexweşiya arsimê (sermagirtin) dibe. Ji ber ko hokara nexweşiya arsimê ne yek, lê çendan cor vîrusên cuda ne, bergiriya li dij corek vîrusê avabûyî, li dij vîrusên din, bêbandor e. Loma her ko corek nû ya vîrusa arsimê tûşê mirov dibe, mirov dîsa bi nexweşiya arsimê dikeve. Herwiha di hin corên vîrusan de genoma vîrusê ji ber mutasyonan, zû diguhere. Di rewşek wiha de, piştî saxbûnê, heke rojek îcar vîrusa mutant tûşe mirov bibe, mirov dîsa bi nexweşiyê dikeve. Wekî mînak, vîrusa influenza, mirov tûşê nexweşiya grîpê (bi înglîzî:flu) dike. Influenza bi mutasyonê diguhere û vîrusên bi genoma cuda peyda dibe, li dij vîrusên nû yên mutant di laş de bergiriya avakirî tune, û mirov dîsa bi nexweşiya grîpê dikeve. Hokara hin corên pençeşêran vîrus in. Dermanên dijevîrus tenê li ser hin corên vîrusan bandor dikin. Dermanên dijevîrus, bi gelemperî rê li ber duhendebûna genomma vîrusê digirin. Dermanên dijezindeyî (bi înglîzî:antibiotics) li dij nexweşiyên vîrusî bêbandor in.[25]

Li jêr hinek ji nexweşiyên vîrusê bi awayekî kurt û sade hatine diyarkirin, lê ji bîlî van nexweşiyan hê gelek nexweşiyên vîrusê hene ko tûşê mirov dibin û mirov nexweş dikin.

Nexweşiya harî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hokara neweşiya harî (bi înglîzî: rabies), vîrusa Lyssavirus rabies e. Bi geztina mirov ji aliyê ajala tûşê vîrusa hariyê bûye û hilgirê nexweşiya hariyê ye, vîrusa harî tûşê mirov dibe. Ajalên wekî kûçik, rovî, pisîk, gur hilgirên nexweşiya hariyê ne. Li gor daneyên Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê, nexweşiya harî bi rêjeya %99 ji kûçikan tûşê mirov dibe.[26]Vîrusa harî di laşê mirov de bandor li ser xaneyên koendama demarê dike. Li dijî nexweşiya harî, kutav (vaksîn) heye, lê divê hê ko vîrus di demarexaneyan de cih nebûye, kutav were lêdan.

Grîp (bi înglîzî: influenza- flu) nexweşiyek ji ber tûşbûna vîrusên grîbê ye. Hokara nexweşiyê ne yek, lê gelek cor vîrus in. Herwiha nexweşiya grîpê jî ne yek cor e. Wekî mînak, grîpa asayî, grîpa balîndeyan (bi înglîzî:avian influenza), grîpa berazan (bi înglîzî: swine influenza) heye.Grîpa asayî bi gelemperî di demsala payiz û zivistanê de hê pirtir tûşê mirov dibe, loma ji vê gîpê re tê gotin grîpa demsalî (bi înglîzî: seasonal influenza). Grîp bi rêya koendama hensasyê, ji hewayê tûşê mirov dibe. Ji nişkê ve bilindbûna asta ta (bi înglîzî:fever), kuxik (kuxika ziwa), serêşî, di masûlkeyan û gehan de êş, êşa qirik û gewriyê, sistî û bêteqatiya laş, herika poz, nîşaneyên serekî ne bo nexweşiya grîpê. Bi gelemperî mirov di nav hefteyek de ji nexweşiyê sax dibe, lê dibe ko kuxik zêdetirê du hefteyan bidome.[27]

Arsim (sermagirtin)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nexweşiya arsim (bi înglîzî: cold,an jî common cold) xwe bi herika poz an jî bi xitimbûna poz, serêşî, kuxik, bêhnijîn û êşa qirik û qewriyê nîşan dike. Bi qasî 200 cor vîrus hokarên arsimê ne. Nexweşiya arsim dişibe grîpê, lê di arsimê de bi gelemperî, taya laş bilind nabe. Vîrusên arsimê di koendama henaseyê de, di başa jorê coga henaseyê de cih dibin. Dibe ko mirov di her demên salê de tûşê vîrusên arsimê bibe. Nexweşi bi gelemperî di nav hefteyek de baş dibe.[28]

 Gotara bingehîn: AIDS
Vîrusa HIV-ê êrîşê xaneyên lîmfê dike, loma koendama bergiriya mirovê bi HIV-ê ve tûşbûyî qels dibe, laşê mirov li hember hokarên nexweşiyê bê parastin dimînê.

Nîşana Nemana Bergiriya Destketî (bi înglîzî: Acquired Immune Deficiency Syndrome (AIDS)) nexweşiyek ji ber tûşbûna bi Vîrusa Nemana Bergiriya Mirovan e (bi îngilîzî: Human Immunodeficiency Virus (HIV)). Ango AIDS navê nexweşiyê ye, HIV navê hokara nexweşiyê ye.

Vîrusa HIV-ê êrîşê xaneyên lîmfê dike, loma koendama bergiriya mirovê bi HIV-ê ve tûşbûyî qels dibe, laşê mirov li hember hokarên nexweşiyê bê parastin dimînê.[29]Li ser rûyê parzûna xaneyê yên xaneyên T-alîkar û xaneyên hellûşenera gewre de wergirên taybet ên bi navê CD4 û CCR5 hene. Vîrusa HIV-ê xwe bi van wergiran ve girê dide bi vî awayî tûşê xaneyên lîmfê dibe.Di nav xwîn û şileya laşê kesên bi nexweşiya AIDS-ê de vîrusa HIV-ê heye, heke xwîna van kesan an jî şileya laşê van kesan bi xwîna kesek sax ve têkil bibe, vîrusa HIV-ê jî ji kesê nexweş diguhêze bo kesê sax.Bi kesên tûşbûyî ve peywendiya seksî (zayendî), rêya herî bingehîn e ji bo veguhêztina vîrusa HIV-ê. Bi awayek hewbeş bikaranîna derziyek, ji bo derzîdana madeyên hişbîr an jî ji bo tiştek din jî rê li ber veguhaztina HIV-ê ve dike. Heke dayik tûşê HIV-ê be, dema ducaniyê, bi riya xwînê, piştê zayînê bi riya şîrê dayikê vîrusa HIV-ê ji dayik diguhaze derguşê.Heke kesek bi vîrusa HIV-ê tûşbûyî, wekî bexşîner, xwîna xwe bide mirovekî sax, ew mirovê xwînwergir jî tûşê vîrusa HIV-ê dibe.

Sorik (bi înglîzî: measles) nexweşiyek ji ber vîrusa Morbillivirus hominis e. Ev nexweşî bi gelemperî di temenê zaroktiyê de tûşê mirov dibe. Ji salên 1960yan vir ve li dij sorikê kutav (vaksîn) tê bikaranîn. Bi gelemperî kutava sorikê, bi kutava sorika almanî (bi îglîzî: rubella) û kutava binguhikê (bi înglîzî: mumps) re wekî “kutava têkil” tê kutandin. Ji bo dabînkirina bergiriya laş, zarok du caran tên vaksînkirin.

Vîrusa sorikê bi dilopikên ji dev boz û girika kesên nexweş belavê hawirdorê dibe, bi hensagirtinê jî tûşê mirovê sax dibe. Bi gelemperî 10 heta 14 roj piştî tûşbûna vîrusê, nîşaneyên nexweşiyê peyda dibin. Di laş de taya bi asta bilind, herika poz, çavên bixwîn, li kêlekên nav dev de peydabûna xalên spî nîşaneyên serekî ne. Çendan roj şûn ve, di rû û jorê stû de sorayî xuya dibin, sorayiyên çerm hêdî-hêdî belavê laş dibin.[30]

Îflîca zarokan (polîo)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Îflîca zarokan (bi înglîzî: poliomyelitis an jî bi kurtî polio) bi vîrusa poliovirus tûşê mirov dibe. Îflîca zarokan nexweşiyek gelek vegir e (bi înglîzî: contagious), pir zû belav dibe û tûşê mirovên sax dibe.Vîrusa nexweşiyê di xaneyên koendama demarê de cih dibin û dibe ko di nav çendan saetan de di hin masûlkeyan de rê li ber girjbûn û xavbûnê bigirin û îflîcbûn (bi înglîzî: paralysis) rû bide. Hin caran dibe ko îflîcbûn di masûlkeyên koendama henaseyê de rû bide, di vê rewşê de mirin rû dide. Nexweşî herî zêde di nav zarokên ji 5 salan piçûktir de bi bandor e. Bi kutanê, rê li ber nexweşiyê hatiye girtin. Ji salên 1960yan vir ve li dijî nexweşiya îflîca zarokan kutav tê bikaranîn.

Vîrus bi rêya dev, tûşê laşê mirov dibe. Poliovirus di linceperdeya gewriyê û ya rûviya zirav de cih dibin û di limfegireyên wir de duhende dibin. %1 heta 2 yê van tûşbûnan de vîrus êrîşê demarexaneyên livînê (bi înglîzî: motor neurons) yên demarekoendama navendî dikin. Tûşbûna nexweşiyê ji mirovek ber bi mirovek din rû dide. Ji ber ko vîrus di rûviya zirav de cih dibin, riya sereke ya belavbûna vîrusê pîsayî (gû) ya mirovê nexweş e. Bi gelemperî bi rêya ava qirêj an jî destên qirêj û xurekên qirêj, vîrus tûşê mirovan dibe.Di despêka tûşbûnê de nexweşî, xwe wekî nexweşiya grîpê nîşan dike. Ta, bêhalî, serêşî û hin caran eşa gehan nîşaneyên serekî ne. Di 200 nexweşiyan de bi qasî kesek de, bi gelemperî di masûlkeyên ling û pê de îflîcbûn rû dide.[31]

Hepatît (Kezebkulî, zerik)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Peyva hepatît (bi înglîzî: hepatitis) ji bo rewşa kulbûna (bi înglîzî: inflammation) kezebê tê bikaranîn. Li dewsa hepatîtê di, nav gel de peyvên “zerik” û “kezebkulî” jî tên bikaranîn. Kulbûna kezebê bi gelemperî ji ber tûşbûna vîrusan rû dide, lê dibe ko bakterî an jî madeyên kîmyayî yên wekî alkol jî bibin sedema kezebkuliyê.

5 corên hepatîtê hene ko ji ber tûşbûna vîrusan peyda dibin. Cora hepatîtê navê xwe ji cora vîrusê digire. Vîrusa A,Vîrusa B, Vîrusa C, Vîrusa D û Vîrusa E di kezeba mirov de dibin sedema çêbûna nexweşiyên Hepatîta A,B,C,D û E.[32]

Hin nîşaneyên hepatîtê:

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Êşa masûlke û gehan, di laş de taya bi asta bilind, hestê bêteqatî û westiyayî, xwesteka xwarin û vexwarinê de kêmbûn (bêmadeyî), êşa zikê, mîza bi rengê zer heta rengê qehweyî, pîsayî (gû) ya bi rengê gewr, di çavan û çerm de rengê zerokiyê.

Vîrusa hepatîta A bi xwarin û vexwarinên tûşê pîsayî ya kesên bi nexweşiya hepatîta A bûne, tûşê mirov dibe. Li dijê nexweşiyê kutav heye.

Nexweşiya hepatîta B bi rêya xwînê, ji kesên tûşbûyî belav dibe. Ango dibe ko ji dayika ducanî nexweşî derbasî pitika wê bibe. Herwiha bi reya têkiliya zayendî jî nexweşî ji kesek derbasî kesek din dibe. Ji bo avakirina bergiriyê, li dijî nexweşiyê, kutava hepatîta B tê bikaranîn.

Vîrusa hepatîta C jî wekî mîna hebatîta B, bi rêya xwînê belav dibe. Kesên bi nexweşiya hepatîta C ketine, bi dermanan baş dibin. Lê ji bo avakirina bergiriyê li dijê vîrusên hepatîta C, kutav tune.

Hepatîda D, ji aliyê vîrusa hepatîda D ve tûşê mirov dibe. Lê ev vîrus tenê tûşê kesên bi nexweşiya hepatîta B-yê ne dibe. Ango vîrusa hepatîta D, di hebûna vîrusa hepatîta B de duhende dibe. Nexweşî bi rêya xwînê an jî bi têkiliya zayendî tûşê mirov dibe. Li dijî hepatîta D-yê kutavek taybet tune, lê kutava hepatîta B, mirov ji tûşbûna vîrusa hepatîta D-yê jî diparêze.

Vîrusên nexweşiya hepatîda E bi gelemperî ji goştên xav an jî kêmpijiyayî yên beraz û pezkûviyan tûşê mirov dibe. Ji bo avakirina bergiriyê li dijî vê nexweşiyê kutav tune.

Bandora vîrusan li ser çêbûna nexweşiya şêrpenceyê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hin xebatên zanistî de hatiye nîşankirin ko piştî tûşbûna vîrusan dibe ko beşa laş a tûşbûyî de şêrpence peyda bibe. Wekî mînak, kesên bi nexweşiya hepatîta B yê ne dibe ko bi şêrpenceya kezebê ve rû bi rû bimînin.[33]

Piştî tûşbûna hin corên vîrusa Human papillomaviruses (HPV) dibe ko di stûyê malzarokê (bi înglîzî: cervix) de şêrpence peyda bibe.[34]Dibe ko %15 yê şêrpenceyên mirov ji ber hebûna vîrusan rû bide. Gava vîrus tûşê xaneyê dibe, dikare taybetmendiyên geşebûna xaneyê biguherine. Vîrus di xaneya xanexwê de derbirîna genên dibin sedema şêrpenceyê, han dikin, ji van genan re tê gotin onkogen (bi înglîzî: oncogenes). Bi derbirîna van genan, çalakiya xaneyê jî diguhere û dibe ko şêrpence peyda bibe. Herwiha hin caran jî dibe ko vîrus bixwe onkogenan kod bikin.[2]

Dibe ko têkilbûna genoma vîrusê bi kromozomên xaneya xanexwê ve, gena ji bo kontrolkirina dabeşbûna xaneyê xirab bike. Ev rewş jî dibe sedema çêbûna şêrpenceyê. Di sala 2006 de ji bo di mêyan de rê li ber şêrpenceyên ji ber HPV were girtin, kutav hat çêkirin.[33] Bi kutana vê kutavê, egera çêbûna şêrpenceya stûyê malzarokê tê kêmkirin.

Li dij vîrusan berxwedana xanexwêyê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tûşbûna vîrusan bergiriya laş han dike. Li dij vîrusan, di laşê mirov de bergiriya giştî û bergiriya taybet (bergiriya xaneyî û bergiriya derdanî) çalak dibe. Bergiriya giştî bi gelemperî rê li ber zêdebûna hejmara vîrusan digire. Wekî mînak, xaneya tûşbûyî proteînek taybet a bi navê înterferon berhem dike û der dide. Înterferon di xaneyên tûşbûyî de duhendebûna vîrusan asteng dike.[35] Herwiha interferon bi xaneyên cînar ên hê tûşê vîrusê nebûne ve tê girêdan û wan li dij tûşbûna vîrusê bihêz dike.

Di laşê mirov de lîmfexaneyên B wekî bersîva tûşbûnê, li dij vîrusan, bi bergiriya derdanî, dijeten berhem dikin. Lê gava virusek cara ewil tûşê laş dibe, xaneyên mirov nikarin bi lez dijeten berhem bikin, loma dibe ko bandora dijeten sinordar be.[36] Dijeten bandor li ser vîrîonên li derveyî xaneyan dike. Bergiriya xaneyî jî bi taybetî ji aliyê Xaneyên T ve tê rêkxistin. Di bergiriya xaneyî de, vîrusên nav xaneya tûşbûyî jî tên armancgirtin.

Çandina vîrusan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Çandina di vîtro de xane di nav lûleya ezmûnê de, di nav şûşeya çandina xaneyê de an jî di nav firaqa Petri de tên çandin.

Ji bo naskirina (teşxîskirin) vîrusan, dîtina dermanan bo çareseriya nexweşiyên vîrusî, çêkirina kutavan (vaksîn) û ji bo lêkolînên zanistî pêdivî bi çandina vîrusan heye.

Ji ber ko vîrus mişexwer in û nikarin bi tena serê xwe pir bibin, vîrus di laşê zîndeweran de an jî di xaneyek zindî de dikarin werin çandin û duhendekirin. Heke ji bo çandinê tevahiya laşê zindî were bikaranîn ev çandina vîrusê wekî çandina di vîvo de (bi înglîzî: in vivo) tê navkirin.Peyva “in vivo” di latînî de bi wateya “ di nav tişta zindî” de tê bikaranîn. Ne tenê ji bo çandina vîrusan lê ji bo hemû xebat û ezmûnên ko li ser laşê ajal û riwekan ve tên kirin jî ev peyv tê bikaranîn. [37]

Di çandina di vîvo de xanexwê dibe ko embriyoyek be an jî heka pîtandî ya mirîşkan be. Hin caran jî dibe ko ajalek be. Wekî mînak her sal ji bo çêkirina piraniya kutavên grîbê (bi înglîzî: influenza vaccines), vîrusên grîbê di hêkên mirîşkan de tên çandin. [38]Ango embriyo an jî ajala xanexwê wekî kargeha çêkirina vîrusan kar dikin.

Hin caran jî vîrus li derveyî laşê zîndewer lê di nav xaneyên zîndewerê de di hawirdorek destkarî de tên çandin, vê çandina vîrusan wekî çandina di vîtro de (bi înglîzî: in vitro) tê navkirin. Peyva “in vitro” bi wateya “li derveyî laşê zindewerê” an jî “di şûşeyê de” tê bikaranîn.

Çandina di vîtro de xane di nav lûleya ezmûnê (bi înglîzî: test tube) de, di nav şûşeya çandina xaneyê (bi înglîzî: cell culture flask) de an jî di nav firaqa Petri (bi înglîzî: Petri dish) de tên çandin.

Ji bo çandina bakteriyofajan, pêşî bakterî di firaqa Petrî de li ser tebeqaya agarê tên çandin, paşê, bakterî bi bakteriyofajan ve tên tûşkirin. Vîrus di nav bakteriyan de duhende dibin. Ji bo duhendebûnê, pêdiviya vîrusên ajalan bi ajala xanexwê an jî xaneyên ajalê heye. Ji bo xebatên bi çandina di vîtro de, xaneyên ajala xanexwê di şûşeyên çandinê de tên xwedîkirin, paşê bi vîrusan tên tûşkirin. Ji endam an jî şaneyên ajala xanexwê hinek xane tên derxistin. Di nav şûşeya çandinê de hinek şileya ji bo çandina xaneyan heye. Xane di nav vê şileyê de tên xwedîkirin. Bi dûhendebûnê, xaneyên nû çêdibin û xwe bi rûyê şûşeyê ve girê didin û geşe dibin. Paşê, bi tûşkirina vîrusan, vîrus dikevin nav xaneyan û duhende dibin.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. ^ Lawrence, E. (2005). Hendersons dictionary of biology. Harlow: Pearson/Prentice Hall. ISBN 978-0-13-127384-9
  2. ^ a b Schraer D.W, Stoltze H.J,(1995). Biology (6th ed.). USA: prentice Hall, ISBN 0-13-806630-2.
  3. ^ a b c d e Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  4. ^ a b c d e f g h Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  5. ^ a b c d e f g h i Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  6. ^ a b c d e f Reece, Jane B. Campbell Biology : Jane B. Reece ... [et Al.]. 9th ed., Boston, Ma, Benjamin Cummings, 2011.
  7. ^ J. Cohen. “What’s Old Is New: 1918 Virus Matches 2009 H1N1 Strain. Science 327, no. 5973 (2010): 1563–1564.
  8. ^ a b c d e Parker, N., Schneegurt, M., Tu, A. T., Forster, B. M., & Lister, P. (2016). Microbiology. Houston, Texas: Rice University.
  9. ^ a b c d Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.
  10. ^ Cullen, K. E. (2009).Encyclopedia of Life Science. Newyork: Facts On File, Inc
  11. ^ a b c d Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.
  12. ^ Kasman LM, Porter LD. Bacteriophages. [Updated 2022 Sep 26]. In: StatPearls [Internet]. Treasure Island (FL): StatPearls Publishing; 2024 Jan-. Available from: [1]
  13. ^ "Bacteriophage ." The Gale Encyclopedia of Science. . Encyclopedia.com. 3 Dec. 2024 [2].
  14. ^ International Committee on Taxonomy of Viruses: ICTV [3]
  15. ^ International Committee on Taxonomy of Viruses Executive Committee. The new scope of virus taxonomy: partitioning the virosphere into 15 hierarchical ranks. Nat Microbiol. 2020 May;5(5):668-674. doi: 10.1038/s41564-020-0709-x. Epub 2020 Apr 27. PMID: 32341570; PMCID: PMC7186216.
  16. ^ International Committee on Taxonomy of Viruses: ICTV [4]
  17. ^ Šimičić P, Židovec-Lepej S. A Glimpse on the Evolution of RNA Viruses: Implications and Lessons from SARS-CoV-2. Viruses. 2022 Dec 20;15(1):1. doi: 10.3390/v15010001. PMID: 36680042; PMCID: PMC9866536.
  18. ^ Mahmoudabadi G, Phillips R. A comprehensive and quantitative exploration of thousands of viral genomes. Elife. 2018 Apr 19;7:e31955. doi: 10.7554/eLife.31955. PMID: 29624169; PMCID: PMC5908442.
  19. ^ Eugene V. Koonin, Mart Krupovic, Vadim I. Agol. The Baltimore Classification of Viruses 50 Years Later: How Does It Stand in the Light of Virus Evolution?. Microbiology and Molecular Biology Reviews, 2021, 85 (3), pp.e0005321. ff10.1128/MMBR.00053-21ff. ffpasteur-03698244f
  20. ^ Louten J. Virus Replication. Essential Human Virology. 2016:49–70. doi: 10.1016/B978-0-12-800947-5.00004-1. Epub 2016 May 6. PMCID: PMC7149683.
  21. ^ Postlethwait, J. H., & Hopson, J. L. (2006). Modern Biology. NY, United states: Holt Rinehart & Winston.
  22. ^ Zhang M, Zhang T, Yu M, Chen YL, Jin M. The Life Cycle Transitions of Temperate Phages: Regulating Factors and Potential Ecological Implications. Viruses. 2022 Aug 28;14(9):1904. doi: 10.3390/v14091904. PMID: 36146712; PMCID: PMC9502458.
  23. ^ Wagner, Robert R. and Krug, Robert M.. "virus". Encyclopedia Britannica, 24 Oct. 2024, [5] Accessed 4 December 2024.
  24. ^ "Double-stranded RNA virus replication"[6]. ViralZone. Swiss Institute of Bioinformatics. Retrieved 6 August 2020.
  25. ^ Britannica, The Editors of Encyclopaedia. "viral disease". Encyclopedia Britannica, [7]. Accessed 19 December 2024.
  26. ^ World Health Organisation (WHO).Rabies [8]
  27. ^ World Health Organisation (WHO). Influenza [9]
  28. ^ U.S. Centers for Disease Control and Prevention. Common cold [10]
  29. ^ World Health Organisation (WHO). HIV [11]
  30. ^ World Health Organisation (WHO). Measles [12]
  31. ^ The Institut Pasteur. Poliomyelitis [13]
  32. ^ NHS. Hepatitis[14]
  33. ^ a b Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  34. ^ NHS. Human papillomavirus [15]
  35. ^ British Society for Immunology “Immune responses to viruses”[16]
  36. ^ Johnson, L. G. (1987). Biology. Dubuque, Iowa: Wm. C. Brown.
  37. ^ “In vivo.” Merriam-Webster.com Dictionary, Merriam-Webster, [17] Accessed 24 Dec. 2024.
  38. ^ Wadell G. Cultivation of viruses. Textbook of Medical Virology. 1983:38–44. doi: 10.1016/B978-0-407-00253-1.50010-4. Epub 2014 Jun 27. PMCID: PMC7173560.