Xwînguhaztin

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Xwînguhaztin ,Xwînguhastin an jî guhaztina xwînê, (bi înglîzî: blood transfusion).

Di laşê mirovek gihîştî de bi qasî 5 lître xwîn heye[1]. Dibe ku mêjera xwîna mirov ji ber nexweşiyên wekî kêmxwîniyê, şêrpenceya xwînê an jî ji ber niştergeriyê, birindarbûne kêm bibe[2] . Heke ji xwîna mirov bi qasî 1,5 lître kêm bibe, mirov bi metirsiya mirinê rû bi rû dimîne. Loma divê xwîn bidin kesên wiha. Ango pêdivî bi xwînguhaztinê çê dibe. Xwîna mirov şaneyek sirûştî ye, tenê di laşê mirov de tê dirûstkirin. Ango guhaztina xwîn di navbera du mirov de rû dide, ê ku xwînê dide wekî xwînbexş bi nav dibe, ê ku xwînê digirê jî wekî xwînwergir tê bi navkirin. Hin caran xwîn raste rast ji xwînbexş tê destxistin, lê bi gelemperî xwîna xwînbexş di navendên xwînê(benqeyên xwînê) de tê embarkirin. Gava pêdiviya mirovek bi xwînê hebe, xwîn ji wî navendê tê peydakirin.

Rêbaza xwînbexşînê[biguherîne]

xwîn ji xwînhênera milê xwînbexş ve tê girtin
kîsikê xwînê bi qasî 450 mîlîlître(nezikî nîv lître) xwînê tê tijekirin.

Dema mirov ji boy xwînbexşînê serî li navendên xwînê dide, divê pêşî bersîva hin pirsan bide. Gellek pirsên nivîskî ji xwînbexş tê pirsin. Bi wî awayê bizîşk ji egera hebûna nexweşiyên xwînbexş agahdar dibe. Heke hin nexweşî an jî egera nexweşiyê bi xwînbexş ve hebe, rê li ber xwînbexşînê tê girtin. Lê heke di laşê xwînbexş de nîşanên nexweşiyê tune be, vê gavê pizîşk derbasî qonaxa duyemîna xwînbexşînê dibe.

  • Divê ta ya laşê kesên xwînbexş di rêjeya asayî de be ango germahiya laş li derdora 36-37 0C be.
  • Divê pestoya xwîna xwînbexş di asta asayî de be.
  • Divê xwînbexş ne birçî be.

Heke hemû şert û merc li cih be, vê gavê pizîşk ji boy pişkinîna mêjera xwînê û komeleya xwîna xwînbexş, ji xwînhênera milê xwînbexş hinek xwîn digire. Bi taqiya(test) hemogramê, pêkhateyên xwînê tê jimartin. Bi jimartinê, rêjeya xirokên sor, xirokên spî û perikên xwînê diyar dibe. Ji boy xwînbexşînê divê rêjeya van pêkhateyan di asta asayî de be. Heke ne wisa be ango xwîna xwînbexş kêm be, ji wî kesê xwîn nayê girtin. Ji van gavan şûnde êdî heke hemû şertên xwînbexşînê di cih de bin, xwîna xwînbexşê digirin. Xwîn bi gelemperî ji xwînhênera milê mirov ve tê girtin. Bi navbeynkariya lûleyên plastîk xwîn di nav kisikê plastîk de tê berhevkirin. Mirov her carek dikare bi qasî 450 mîlîlître (nezikê nîv lîtreyê) xwîn bibexşîne. Piştî xwînbexşînê, divê xwînbexş bi qasî 15 xulek rûnê an jî vezele û bihênvede[3]. Şilemeniya(plazma) xwînê di nav 1-2 rojan de dîsa digihîje asta asayî ya berê xwîn bexşînê. Di nav 6-12 hefteyan de moxê hestî xaneyên nû çê dike, bi vî awayê rêjeya xaneyên xwînê jî digihîje asta asayî. Kesên bi temenê 18- 65 salî ü ji 50 kîloyê girantir, dikarin sê mehan carek xwîn bibexşînin.

Rêbaza xwînwergirê[biguherîne]

Bi alikariya rakêşê, xwîn dilop bi dolop ji kîsikê ber bi laşê xwînwergir diherike.

Xwîna bexşandî dibe ku bi awayek tevayî bidin xwînwergir. Wê gavê kisikê xwînê li jorê xwînwergir de tê dardakirin. Bi derzîyek xwînhênera milê xwînwergir tê kunkirin. Bi alikariya rakêşê, xwîn dilop bi dolop ji kîsikê ber bi laşê xwînwergir diherike. Di be ku 450 mîlîlître xwîn bi qasî du seetê(demjimêr) de bê guhaztin[2].Lê bi gelemperî piştî bexşîna xwînê, xwîn tê parzûnkirin, pêkhateyên xwînê yên wekî xirokên sor, xirokên spî, perikên xwînê û plazmaya xwînê ji hev tên cudakirin. Bi vî awayê xwîna xwînbexşek ji boy gelek xwînwergiran tê bikaranîn. Wekî minak heke li kesek nexweşiya kêmxwînî(anemî) hebe, ji boy vî kesê pêdivî bi xirokên sor heye lê pêkhateyên din ên xwînê ne hewce ye. Loma ne xwîna tevayî, lê tenê xirokên sor didin ew kesê[2]. Perikên xwînê jî didin kesên bi nexweşiya şêrpenceyê ketiye. Ji boy guhaztina xwînê an jî pêkhateyên xwînê, divê komeleya xwîna xwînbexş û xwînwergir guncîn(guncav) bin. Heke xwîna wergir û xwîna xwînbexş neguncîn bê, xwîna xwînwergir topel dibe û xwînwergir bi egera mirinê rû bi rû dimîne.

Guncîna komeleyên xwînê[biguherîne]

Di rewşên asayî de xwînwergir bi kîjan komeleya xwînê bê, ew cure xwîn diguhazînin laşê xwînwergir. Wekî minak heke mirovek bi komeleya xwîna A Rh(+) be( xwendina wî: “A er aş pozîtîv”) û pêdiviya wî bi xwîngusatinê hebe, xwîna bexşerên A Rh(+) didin vî kesê. Lê hin caran dibe ku xwîna pêdivî pê heye bi dest nekeve, vê gavê xwînek ji komeleyek din tê guhastin[4] . Her komeleyên xwînê li hev nayên, piranî car xwîna xwînbeş a ne guncîn di laşê xwînwergir de topel dibe û jiyana xwînwergir dikeve bin xeterê. Hin komeleyên xwînê li hev diguncin heke xwînguhestin li gor vî zanyariyê be, ziyanek giran nagihîje xwînwergir. Li gor sîstema ABO û Rh’ê guncîna komeleyên xwînê wiha ye:Kesên bi xwîna komeleya O li gel komeleya O, dikare xwîn bide komeleyên A, B, û AB yê, loma kesên bi xwîna komeleya O wekî xwînbexşên giştî tê bi navkirin[5] . Kesên bi komeleya xwîna AB, dikare ji hemû komeleyan xwîn bigire, loma ev kesan wekî xwînwergirên giştî bi nav dibin[5]. Li gor sîstema Rh’ê, kesên Rh(+) dikarê ji Rh(+) û Rh(-) an xwîn bigire[4]. Kesên Rh(-) tenê ji kesên Rh(-) xwîn digire.

Li gor sîstema ABO û Rh'ê guncîna xirokên sor ên xwîna xwînbexş û xwînwergir.[biguherîne]

kesên bi xwîna komeleya O wekî xwînbexşên giştî tê binavkirin. Kesên bi komeleya xwîna AB, dikare ji hemû komeleyan xwîn bigire, loma ev kesan jî wekî xwînwergirên giştî bi nav dibin.
Xwînbexş
O- O+ B- B+ A- A+ AB- AB+
Xwînwergir AB+ Blood drop plain.svg Blood drop plain.svg Blood drop plain.svg Blood drop plain.svg Blood drop plain.svg Blood drop plain.svg Blood drop plain.svg Blood drop plain.svg
AB- Blood drop plain.svg Blood drop plain.svg Blood drop plain.svg Blood drop plain.svg
A+ Blood drop plain.svg Blood drop plain.svg Blood drop plain.svg Blood drop plain.svg
A- Blood drop plain.svg Blood drop plain.svg
B+ Blood drop plain.svg Blood drop plain.svg Blood drop plain.svg Blood drop plain.svg
B- Blood drop plain.svg Blood drop plain.svg
O+ Blood drop plain.svg Blood drop plain.svg
O- Blood drop plain.svg


Çavkanî[biguherîne]

  1. Postlethwait, J. and Hopson, J. (2006).Modern biology. Orlando: Holt, Rinehart and Winston.
  2. a b c ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA, blood transfusion [1]
  3. NATIONAL HEART, LUNG, AND BLOOD INSTITUTE[2]
  4. a b OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 [3]
  5. a b OpenStax Biology. 2013. [4]