Emînê Hemdûnî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Emin Yavşan hat beralîkirin)

Emînê Hemdûnî (1948, Gundê Hemdûna, Misirc, Sêrt) dengbêjekî navdare.

Sala 1948 î da li Gundê Hemdûna ku gundekî Êzîdî ya girêdayê Misirc a Sêrtêye hat dinyayê. Navê wî bi Tirkî Emin Yavşan e. Sala 1968î da Misirc terk kir û li bajarên Xetay, Îzmîr, Edene heta sala 1980î hemaltî kir. Paşê heta 1985î li Stenbolê cih bu. 1985î da çu Elmanyayê.

Emînê Hemdûnî dengbêjekî girînge û dengbêjî ji bavê xwe hîn buye. Piranî di bin tesîra dengbêjin Xerzanê, Teyîbo û Salihê Qubînê da maye.Ew, yek ji dengbêjên ku kilamênEhmedê îskan”, “Fatê”, “Koçero” herî xweş dibêjeye.

Vê gavê li Almanyayê dijî.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]