Here naverokê

Helebce

(Ji Hellebce hat beralîkirin)
Helebce
Helebce li ser nexşeyê
Map
Helebce li ser nexşeya Başûrê Kurdistanê nîşan dide
Helebce
Helebce
Koordînat: 35°11′0″Bk 45°59′0″Rh / 35.18333°Bk 45.98333°Rh / 35.18333; 45.98333
WelatBaşûrê Kurdistanê
DewletHerêma Kurdistanê
Li beşa îdarî
Paytexta
Dema avabûnê1650 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Îdarî
 • ŞaredarAli Osman Ali Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Qada rûerdê
 • Giştî1599 km2 (617 sq mi)
Bilindahî
721 m (2365 ft)
Nifûs
65.200 (2015) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Helebce bajar û navenda îdarî ya parêzgeha Helebce ya Herêma Kurdistanê ye.

Bajarê Helebce di nav herêma Hewramanê cih digire ku li seranserê ser sinorê Başûrê Kurdistanê û Rojhilata Kurdistanê dirêj dibe. Helebce ji aliye bakurê rojhilatê be ji aliyê herêmên Hewraman û Shnrwe ve hatiye dorbeç kirin ku çiyayê Balambo li başûr û çemê Sîrwanê li rojavayê Helebceyê cih girtine. Kurdên Helebceyê bi piranî zaraveya soranî ya kurdî diaxivin lê hinek gundên li derdorê bajêr bi kurdiya hewramî jî diaxivin.

Dîroka destpêkê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Bermahiyên bajarê kevnar a Bakr Awa

Helebce xwedî dîrokek kevn e ku kolandinên arkeolojîk li herêma wê ya Bakr Awa jî piştrast dike. Hatiye bawerkirin ku bajar di sala 1650ê b.z. hatiye avakirin. Di heman demê de hatiye bawerkirin ku dewlet-bajarê kevnar yê Lolobî ku dîroka dewlet-bajarê di sala 3100 b.z. ye, li başûr an nêzîkî bajarê Helebce ya îro bû. Her çend bermahiyên wargehê nehatibin kolandin jî, perçeyên seramîk ên ji serdema ûrûkê yên dawiya hezarsala 4an b.z. hatine dîtin.[1] Di heman demê de li deverên bajêr avahiyek mezin ji kerpîçên heriyê hatiye dîtin ku bi dirêjiya 30 metre dirêj e bi berfirehî ya 22 metre berfireh e û hewşek kevirî ya bi dirêjiya 11 metre dirêj û bi berfirehî ya 10.5 metre berfireh e ku dîroka avahiyê vedigere dora 2000 salê b.z. (serdema bronzê) ji aliyê arkeologên kurd ve hatiye dîtin û wekê perestgeh hatiye binavkirin. Kolandina qatên jêrîn di dema kolandinên belçîkî de bûye sedem ku avahî ji nû ve ji bo avahiyeke niştecîbûnê were kategorîze kirin. Bi taybetî, taybetmendiyek ku di destpêkê de wekê gorek dihat fikirîn wekê perestgehek navmalî hatiye nas kirin ku ji bo wê demê tîpîk e.[2]

Ji sedsala 13an heta 19an bajarê Helebceyê ji aliyê gelek mîrektiyên kurd hatiye birêvebirin ku di nav wan de mîrektiyên wekê Erdalan, Soran û Baban hanê.

Di goristanê de gorên kesên gelek navdarên dîrokî hene ku di nav wan de kesayetên wekê Ahmed Muxtar Caf, Tayar Beg Caf û Adîla Xanim hene. Di tebaxa 2009an de sê goran bi nivîsên farisî ji sedsala 17an li navçeya Ababilê ya li rojhilata Helebceyê hatine keşifkirin ku ev goran niha li muzexaneya Silêmaniyê ne.[3]

Berevajiya çavkaniyên ku îdîa kiribûn ku bajar di salên 1850î hatiye avakirin ev şûnwarên arkeolojîk nîşan didin ku dîroka bajêr bajar ji vê dîrokê kevintir e. Pêşketinên nûjên ji destpêka sedsala 20an vedigerin. Meqama postê û yekem dibistana fermî di salên 1924 û 1925an de avabûne. Bazarên Qeyserî Paşa û Hemîd Beg di sala 1932an de hatine avakirin. Elektrîkê heta sala 1940ê ne gihiştibpn bajêr.

Di destpêka sedsala 20an de, gelek leşkerên brîtanî li Helebceyê bi cih bûne. Di Şerê Cîhanî yê Yekem de, Adîle Xanim jiyana çend leşkerên brîtanî rizgar kiribû û di encamê de rayedarên brîtanî wê bi sernavê Xan Barhadûr prensesa wêrek, rûmetdar kirine. Adile Xanim berpirsiyarê avakirina girtîgehekê nû û damezrandina dadgehekê edaletê bû ku ew bûye seroka yekem a dadgehê. Herwiha, Adîle Xanim yek ji damezrînerên bazarekê nû li bajêr bû.[4]

Di dema komkujiya Enfalê ya hikûmeta Iraqê ku di navbera adara 1987 û gulana 1988an pêk hatibû, taxên Kanî Aşkan û Mordana di gulana 1987an de wekê tolhildanekî li dijî gel ji bo piştgiriya Pêşmerge di Şerê Îran û Iraqê de hatine tune kirin. Lê Helebce di dema komkujiya Enfalê ku ji aliyê dîkatorê berê ya Iraqê Sedam Huseyn ve ferman hatiye dayîn, di mehên paşîn de jî zêdetir êş kişandibû

Êrîşa kîmyayî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
 Gotara bingehîn: Komkujiya Helebceyê 1988
Dermankirina birîndarên komkujiyê

Gerîlayên Pêşmerge ku ji aliyê hikûmeta Îranê hatibûn piştgirî kirin, di dema dawîn ya şerê Iraq û Îranê, bajarê Helebceyê rizgar dikin. Saet 11:00ê 16ê adara 1988an de, piştî du rojan bombebaran kirina bi artîlerî ji aliyê arteşa Iraqê ve, balafirên Iaqê lûleyên gazê li ser bajêrê avêtin.[5][6] Bajar û navçeyên derdorê bi bombeyên artîlerî û çekdarên kîmyayî hatine bombebaran kirin ku ev êrîşa herî dawî ya herî wêrankar bû. Di vê êrişê de herî kêm 5 hezar kurd jiyana xwe jidest dane û tê bawerkirin ku 7 hezar kes jî birîndar an nexweşiyên dem-dirêj ê ji ber gaza kîmyayî kişandine.[7]

Di êrîşê de, asanên demarî wekê Tabun, Sarin û VX û her wiha gaza xerdelê jî hatine bikaranîn. Lêkolîneke zanîstî a piralî ya sala 2019an de ku piştî 30 salan hatiye lêkolîn kirin nîşan daye ku êrîşên kîmyayî li ser Helebceyê bandorên biyolojîk, derûnî û civakî ya dem-dirêj li ser kesên şahîd û sax mane kiriye. Nivîskarên Mia Söderberg, Fazil Moradi û yên din di derbarê komkujiyê de wiha gotine:

"Bandorên somatîk û psîkososyal ên piştî rûbirûbûnê yên wekî nîşanên nefesê yên CWAyê beşdarên muhtemel ên tenduristiya giştî ya xirab û kalîteya jiyanê di nav kesên sax mane de hene. Em diyar dikin ku mudaxeleyên piralî hewce ne ku bi tevliheviyên biyopsîkososyal ên li kesên sax mane yên rûbirûbûna SMê re mijûl bibin da ku zirara tenduristiya di pêşerojê de kêm bikin û her weha kalîteya jiyana wan ê bi tenduristiya girêdayê vê êrişê pêşve bibin."[8]

Herwiha îdîa hene ku jehra siyanûr jî di nav wan çekên kîmyayî de hatiye bikaranîn lê ew îdîa çend caran ketiye bin gumanê, ji ber ku siyanûr berhemeke xwezayî ya tabûna nepak e.[9]

Berî ku şer bi dawî dibe hêzên dagirker ên Iraqê ketina Helebceyê û bajar bi tevahî wêrankirine.[10] Di adara sala 2010ê de, Dadgeha Bilind a Iraqê komkujiya Helebceyê bi fermî nas kiriye ku ev biryar ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye pêşwazîkirin.

Xweseriya Kurdistanê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Hêzên DYAê û Pêşmergeyên PDKê piştî têkbirina Ensarulîslamê

Li herêma Helebceyê komê îslamî a çekdar ya Ensarulîslam di navbera salên 1994 û 2003an de herêmekê biçûk derdora wê û bajarê Biyareyê dagir kirine ku Biyare bûye paytexta Mîrnişîna Îslamî ya Kurdistanê. Di destpêka dagirkirina Iraqê ji aliyê Dewletên Yekbûyî di sala 2003an de, ev herêm ji aliyê hêzên Pêşmerge yên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ve, bi piştgiriya hewayî ya DYAyê, hatiye rizgarkirin.

Berî ku kurd di sala 1991an de li ser herêma Başûrê Kurdistanê ku Helebçe jî di nav de bû, otonomiyek bi dest bixin, bajarokek nû hatiye damezrandin ku hinek penaberên berê yên kurd paşê lê bi cih bûne. Bajarê nû yê bi navê Helebçe Taza (Helebçeya Nû) îro bi texmînî xwedî 9.000 xaniyan e.[11]

Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî sala 2003an li bajarê kevin hinek hewldanên ji bo ji nû ve avakirinê kirin û dest bi ji nû ve avakirina hinek xanîyên bombebarankirî yên li Helebçeyê û çêkirina rêyên nû kiriye. Ji bo qurbaniyên êrîşên kîmyeyî li bajarê bîrdariyek jî hatiye çêkirin. Lêbelê, niştecihên Helebçeyê ji kêmbûna berdewam a xizmetguzarî û pêdiviyên bingehîn gilî kirine.[12]

Di salvegera êrîşa gazê ya 2006an de, li Helebçeyê xwepêşandanên tund derketin holê. Nêzîkî 7 hezar xwepêşanderan li dijî avahiyên ku ji nû ve hatine avakirin xwepêşandan lidarxistine û îdîa kirine ku rayedar bi awayekî dilsoz pirsgirêkên qurbaniyên êrîşa gazê çareser nakin. Astengiyên li ser rêyan hatin danîn û muzexaneya bîranîna êrîşa gazê hatiye şewitandin. Polîsan gule li xwepêşanderan reşandiye ku encamê de kurekî 14 salî jiyana xwe jidest daye û gelek kesên din jî birîndar bûne.[13]

Di sala 2008an de plana avakirina balafirgeheke navneteweyî ji bo bajêr hatiye ragihandin.

Di sala 2011an de Zanîngeha Helebçeyê hatiye avakirin.[14]

Di 12ê mijdara 2017an de saet 21:18an bi dema herêmî, erdhejek bi qasî 32 kîlometre li başûrê rojavayê Helebçeyê çêbûye.

Wêneya herêma Helebceyê

Helebce bi qasî 210 kîlometre li başûrş rojhilata Hewlêrê ye û 14 kîlometre dûrî sinorê Rojhilata Kurdistanê ye. Bajar li ser bilindahiyekê 700 heta 900 metre hatiye avakirin. Bajar bi cihê xwe yê li deşteke berhemdar ku bi rêzeçiyayên Hewramanê, Shnrwe û Balambo ve hatiye dorpêçkirin, tê naskirin.

Li rojavaya bajêr, çemê Sîrwanê derbas dibe.

Herêm xwedî avhewayeke Deryaya Navîn e ku bi zivistana sar û şil ev ku pir caran bi berf û qeşa ye û di mehên havînan de germ û hişk ku ji aliyê çiyayîyên derdorê ve tê bi bandorkirin.

Germahî û barîna nîvekî ya mehane yê Helebceyê
Rêb. Reş. Ada. Avr. Gul. Pûş. Tîr. Gel. Rez. Kew. Ser. Ber.
Bilindtirîn germahî (°C) 8,2 10,2 14,7 20,2 27,0 32,6 37,4 39,0 32,9 25,6 15,7 10,0 Ø 22,8
Nimztirîn germahî (°C) 2,9 4,5 8,2 13,7 20,1 27,0 31,3 30,8 26,7 19,2 9,9 5,2 Ø 16,6
Germahî (°C) 1,7 0,4 3,0 7,1 12,2 17,6 22,0 21,9 15,7 11,9 4,7 0,8 Ø 9,9
Barîn (mm) 139 138 125 89 35 1 0 0 1 37 79 111 Σ 755
G
e
r
m
a
h
î
8,2
2,9
10,2
4,5
14,7
8,2
20,2
13,7
27,0
20,1
32,6
27,0
37,4
31,3
39,0
30,8
32,9
26,7
25,6
19,2
15,7
9,9
10,0
5,2
Rêb. Reş. Ada. Avr. Gul. Pûş. Tîr. Gel. Rez. Kew. Ser. Ber.
B
a
r
î
n
139
138
125
89
35
1
0
0
1
37
79
111
  Rêb. Reş. Ada. Avr. Gul. Pûş. Tîr. Gel. Rez. Kew. Ser. Ber.


Hatiye texmîn kirin ku cihê Helebce ya îro yekem car di sedsala 17an (~ 1650) piştî avakirina mîrektiya Babanê ji aliyê koçberên ji herêma Hewramanê yekem car hatiye avakirin kirin.

Di sala 1869an de, piştî hilweşandina mîrektiyên kurd a xweser ji aliyê xanedaniya osmaniyan ve Helebce bi fermî wekê navçeyekê di bin rêveberiya osmaniyan de hatiye nas kirin. Di vê demê de bajêr bûye navendeke girîng a çandiniyê û bazirganiyê.

Berî Şerê Cîhanî yê Yekem, Helebce wekê "bajarê helbestvan û zanyaran" hatiye naskirin ku bajêr navendekê wêje û jiyana rewşenbîrî ya kurd bû.

Nifûsa bajêr di sala 2015an de li dora 65.200 dihat texmînkirin. Herêm bi piranî herêmeke çandinî ye û nêzîkî sinorê Rojhilata Kurdistanê ye. Şêniyên Helebceyê bi tevahî têne bi kurdiya soranî diaxivin. Di navbera salên 2009 û 2018an de, mezinbûna nifûsê ya salane bi qasî ji %2,2 bû.[15]

Abîde û Muzexaneya Aştiyê ya Helebçeyê

Helebce navendeke çandinî, bazirganî û çandeke rewşenbîrî ya zindî ye ku bi berxwedan, jiyana hevbeş û pêşketinê ve tê diyar kirin. Piştî êrîşa kîmyayî ya wêranker a sala 1988an, bajêr veguheriye navendeke nûjen ku nirxên kevneşopî yên kurdî bi derbirînên hunerî yên nû û roleke çalak a jinan di rêveberiyê de tevlihev dike.

Kafe û meydanên civakî yên modern guhertina çandî û danûstandinê pêş dixin û ji bo nifşê ciwan xalên hevdîtina civakî peyda dikin. Rêxistinên mîna Hanary Halabja ji bo parastina mîrata herêmî, perwerde û xurtkirina civakê dilsoz in.

Tevî nûjenkirinê, çand bi giranî di kevneşopiya kurdî de kok girtiye ku bi giranî li ser muzîk, nivîsandina afirîner û parastina mîrata çandî ya herêmî ye.

Bîrdarî û Muzexaneya Aştiyê ya Helebceyê bîrdariyek li bajarê Helebçeyê ye ku qurbaniyên komkujiya Helebçeyê bi bîr tîne. Bîrdarî di sala 2003an de hatiye avakirin û ji bircêkî balkêş û muzexaneyekê pêk tê. Pêşangeh êrîşa kîmyeyî ya 16ê adara 1988an bi rêya wêneyan, vegotinên şahidan û kelûpelên kesane yên qurbaniyan belge dike. Bîrdarî hem wekê cihekî bîranînê ye û hem jî wekî çavkaniyek perwerdehiyê ya dîrokî li ser encamên bikaranîna çekên kîmyeyî li dijî sivîlan xizmet dike.

Aboriya Helebceyê bi giranî çandinî ye ku bi giranî li ser çandina genim, fêkî û titûnê ye. Deştên berhemdar û çavkaniyên avê yên berfireh bi taybetî çandina fêkî û hinarê ku herêm pê hatiye nas kirin, guncaw dikin. Ji xeynî çandiniyê, bazirganiya piçûk û sektora xizmetguzariya herêmî di dabînkirina debara nifûsê de roleke girîng dilîzin. Ji dawiya komkujiya Helebceyê û ji nû ve ji avakirina bajêr vir ve, rewşa aborî aram bûye lê li gorî bajarên mezin ên herêma otonom a Kurdistanê, bajêr ji aliyê avahîsaziyê ve qels dimîne û bi giranî girêdayî veberhênana giştî ye.

  1. ^ Al-Soof, Bahnam Abu, "Uruk Pottery. Origins and Distribution", 1985
  2. ^ "Bakr Awa". www.assur.de. Roja gihiştinê 18 nîsan 2026.
  3. ^ "Ancient tombs found in Halabja". AK News. 9 tebax 2008. Ji orîjînalê di 21 tebax 2009 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 7 îlon 2009.
  4. ^ Şuşî, Perî (4 nîsan 2008). "Kurdistan's Women: Adela Khanum-Princess of the Brave". Kurdistan's Women. Roja gihiştinê 18 nîsan 2026.
  5. ^ "Remembering Victims of Genocide: The Chemical Attack on Halabja 1988". rudaw.net (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 18 nîsan 2026.
  6. ^ "1988: Thousands die in Halabja gas attack" (bi îngilîziya brîtanî). 16 adar 1988. Roja gihiştinê 18 nîsan 2026.
  7. ^ "Iraqi Kurds recall chemical attack" (bi îngilîziya brîtanî). 17 adar 2002. Roja gihiştinê 18 nîsan 2026.
  8. ^ Moradi, Faraidoun; Söderberg, Mia; Moradi, Fazil; Daka, Bledar; Olin, Anna-Carin; Lärstad, Mona (2019). "Health perspectives among Halabja's civilian survivors of sulfur mustard exposure with respiratory symptoms-A qualitative study". PloS One. 14 (6): e0218648. doi:10.1371/journal.pone.0218648. ISSN 1932-6203. PMC 6588230. PMID 31226143.{{cite journal}}: CS1 maint: unflagged free DOI (lînk)
  9. ^ "BBC News | Saddam's Iraq: Key events". news.bbc.co.uk. Roja gihiştinê 18 nîsan 2026.
  10. ^ Hirst, David (22 adar 1988). "The Kurdish victims caught unaware by cyanide". The Guardian (bi îngilîziya brîtanî). ISSN 0261-3077. Roja gihiştinê 18 nîsan 2026.
  11. ^ Dagher, Sam (3 îlon 2009). "Uprooted for Decades, Iraqi Kurds Long for Home". The New York Times (bi îngilîziya amerîkî). ISSN 0362-4331. Roja gihiştinê 18 nîsan 2026.
  12. ^ "Revisiting the horror of Halabja". www2.canada.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 18 nîsan 2026.
  13. ^ "Kurdish clash at Halabja memorial" (bi îngilîziya brîtanî). 16 adar 2006. Roja gihiştinê 18 nîsan 2026.
  14. ^ "International Airport to be built in Halabja town (K Sat)" (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 18 nîsan 2026.
  15. ^ "Halabja". www.geonames.org. Roja gihiştinê 18 nîsan 2026.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]