Mewlewiyê Kurd

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Mewlewî
مەولەوی
Statue of Kurdish poet Mawlawi in Sulaymaniyah, Kurdistan, Iraq.JPG
Peykerekî Mewlewiyê Kurd li bajarê Silêmaniyê.
Navê rastî Evdilrehîm Mele Seîd Mewlewî Tawagozî
Zayîn 1806
Helebçe
Mirin 1882 (76 Salî)
Hemwelatî  Başûrê Kurdistanê
Îraq
Esil  Kurd
Dîn Îslam
Dibistan Dibistana Baban
Destûrname Mewlana Xalid
Pîşe Alim, Fîlozof û Helbestvan
biguherîneBelge

Mewlewî Tawegozî an jî Mewlewiyê Kurd (z. 1806 - m. 1882), yek ji helbestvan, alimê îslamê û fîlozofê kurdan e.[1]

Jiyana Mewlewiyê Kurd[biguherîne]

Li herêma Tawegoz a Başûrê Kurdistanê li bajarê Helebçeyê gundê Serşatey Xwarû ji dayîk bûye. Zaroktiya wî gundê Bîcavê yê nêzîkî Helebçeyê derbas bûye. Xwendina Xwe ya ewil li ber bavê xwe kir. Piştî perwerdeya olî û fîlozofî di dibistanên Baban de, dest bi karê wêjeyî dike. Wî helbestên hêja afirandine. Di aliyê fîlozofiyê de riya neqşîbendiyan acotiye.[2]

Berhemên wî[biguherîne]

  • Eqîdey Merziye, pirtûkeke li ser baweriya Îslamê ye. Bi kurdî hatiye nivîsandin û sê caran çap bûye. Çapa pêşî li Qahîreyê, di sala 1933an de li Tehranê çapa duyem û di 1988an de li Bexdayê bi şîrovekirina berfireh a Ebdulkerîmê Muderîs (Mela Ebdolkarim Modares) ya sêyem hatiye çapkirin. Mewlewî herwiha li ser heman mijarî du pirtûkên din jî nivîsandine.
  • El-Fazila, ya bi erebî
  • El-Fawatih, a bi farsî.
  • Eqîdey Mewlewî, pirtûkeke li ser baweriya Îslamê hatiye nivîsandin. Di sala 1977an de li Bexdayê hatiye çapkirin.
  • Dîwana Helbestan, berhema wî ya herî navdar e. Bi zaravayên soranî û hewramî hatiye nivîsandin. Ji aliyê Pîremêrd ve du caran li Silêmaniyê hatiye çapkirin. Ji aliyê nivîskarên kurd ve bi venêrîn û şîroveyan gelek caran hatiye çapkirin.

Galerî[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]