Ebdulla Goran

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ebdulla Goran
Jidayikbûn1904
Helebçe
Mirin18ê çiriya paşîn a 1962 - (58 Salî)
Silêmanî
BernavGoran
PîşeHelbestvan
Zimanê nivîsinêKurdî
Tevgera wejêyîHelbest
Berhemên navdar
  • Beheşt û yadîgar
  • Firmêsk û huner,
  • Siruş û daru,
  • Lawik û payam,
biguhêreBelge

Ebdulla Goran an jî bi nasnavê wî Goran (jdb. 1904, li Helebceyê- m. 18ê çiriya paşîn a 1962 Silêmanî) helbestvanekî kurdî bû.

Jiyana Goran[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Goran sala 1904an li bajarê Helebceyê hatiyê cîhanê. Ji aliyê malbatê ve navê Ebdullah lêdikin. Goran nasnavê wî ye. Lê navê Goran hê bêtir bandor kiriye û navê Ebdullah êxistiye pîleya duyem. Êdî ev nasnav ji aliyê wî ve ji aliyê gel ve jî tê pejirandin û ev weke navê wî derdikeve pêş. Bavê wî karmendekî dewleta Osmanî bûye.

Goran zaroktiya xwe li bajarê Halebceyê bihurandiye. Çand û perwerdeya pêşî ji malbata xwe girtiye. Di temenê xwe yê şeş salî de, ji bavê xwe fêrî Quranê bûye. Di demeke kin de Quranê diqedîne û hînî xwendin û nivîsandina erebî û farisî dibe. Di temenê heşt saliya xwe de li Helebceyê dest bi dibistana seretayî dike. Bi awayek xwezayî dibistanê bi zimanê osmanî dixwîne. Heger em zimanê dayika wî kurdî jî bihijmêrin, zimanên ku Goran dizane dibin çar ziman. Li mal û li dibistanê her çar zimanan jî pêşve dibe. Di bîst saliya xwe de digihe asteke wisa ku digel zimanê dayikê kurdî, bi farisî, erebî û osmanî jî dikare binivîse û helbestan bihûne. Lê giraniya helbestên wî bi zimanê dayikê, ango bi kurdî bûn.

Goran di sala 1919an de ji bo xwendina dibistana mamosteyan, diçe bajarê Kerkûkê û dest bi xwendinê dike. Ji ber tengasiya aborî nikare dibistana mamostetiyê biqedîne. Di navbera salên 1921 û 1925an de, karmendiya dewleta osmanî dike. Di vê navê re waneyên dibistana mamostetiyê xwe bi xwe dixwîne û dikeve ezmûnan: bi ser dikeve û dibe mamoste. Ji sala 1925an dest bi mamostetiyê dike; di dibistana seretayî ya Helebceyê de 12 salan mamostetiyê dike. Bi awayek tekûz zarokan digihîne. Gelek suxteyên wî jê hînî helbestnivîsandinê dibin. Bi taybetî di vê demê de helbesta xwe pêşve dibe û helbestên tekûz dinivîse.

Goran piştî sala 1937an xwe bi temamî dide helbestnivîsînê. Di vê demê de derbasî herêmên Qeredax û Hewramanê dibe. Li van deran li ser helbesta kevin lêkolîneke baş dike. Ji van lêkolînan sûdeke baş digire. Xwe digihîne û di warê helbestnivîsînê de digihe pîleya herî mezin. Êdî helbestên xwe zelaltir û watedartir dinivîse û pêşkêşî xwendevanên xwe dike. Ev dema ku jê tê axaftin dema Mamoste Goran a herî germ û geş e.

Goran di dema şerê cîhanî yê duyem de, ji sala 1940 heta 1945an di radyoya Yafayê ya li bajarê Filistînê de dixebite. Derbarê Rojhilata Nêzîk de bernameyan amade dike. Di heman demê de bernameyên kurdî jî çêdike û diweşîne. Van xebatan bi awayek serkeftî dide maşandin û ji aliyê rêveberan ve tê teqdîrkirin. Piştî bidawîbûna şerê cîhanê yê duyem, guherîneke mezin di cîhanê de çêdibe. Gelek neteweyên bindest rizgar dibin û mafên xwe bidest dixin. Di van mercan de desthilatiya radyoya Yafayê jî tê guhartin. Dagirker ji Yafa û Iraqê derdikevin; herwiha Goran jî ji Yafa qut dibe û vedigere welêt. Ji nûve dest bi helbestnivîsandinê dike.

Goran jî mîna gelek helbestvanên kurd, li ser xwezayê dinivîse. Ji behsa xweşikayî û delaliya xwezayê dike û helbestên xwe bi vî rengî dixemilîne.

Helbestên Goran[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Niha em bi hev re guh didin helbesta Mamoste Evdila Goran a bi navê “Geşt li Hewraman”:

Komela şaxê sext û gerdengeş
Asîmanê şînî girtute baweş

Serpoşe lotikey befrê zor spî
Be daristan reş naw dewlêkibî

Cogey awekan teyaya qetîs naw
Her ew in naken pêçî şax tewaw

Hawar û hajey kef çerînî çem
Bo te neyayî şew layelayey xem

Tole riy barîk tonaw ton pişkin
Rê biwar exate endîşey bêbin

Naw rêga teq teq larê berdî zil
Kehişta gerdonê pêy nedawe til

Gase rew jor e gase rew xwar e
Taliy û şîrînî dinyayê rê biwar e


Mamoste Goran kesekî jêhatî, serwext, jîr û zana bû. Çawa felsefeya îdealîzmê xwendibû ewqasî jî felsefeya diyalektîkê xwendibû. Dîtina wî ya cîhanê sosyalîst û pêşverû bû. Di dawiya temenê xwe de du caran Moskowa ziyaret kiribû û bi wan re danûstandin pêk anîbûn.

Mamoste Evdila Goran, ji temenê xwe yê bîstan û bi jor de, bi siyasetê dilebike. Xebata wî ya zêde li ser sosyalîzm û welatparêziya kurd û Kurdistanê bû. Di serî de bi veşarî lê dûv re jî bi taybetî piştî înqilaba 1958an, ev karên xwe bi eşkereyî meşandin. Di wan salên desthilatdariya Key Faysal û Nûrî Seîd de, gelek caran hatiye girtin û di girtîgehan de ma. Di zindanê de jî helbest dinivîsîn û ji girtiyan re dixwendin. Bi nivîsandin û xwendina helbestan sebra girtiyan jî dianî. Girtiyên ku pê re diman, gelekî kêfa xwe jê re dianîn û jê hez dikirin.

Mamoste Goran di helbestên xwe de, bi taybetî behsa spehîtayî, aştî, evînî, xweşî û hevaltiyê dikir. Bi awayek zêde jî li ser gel û gelên bindest radiwestiya. Ji bo rizgarkirina wan li çareyan digeriya. Bi taybetî helbestên xwe li ser rewşa gelê xwe dihûnandin.

Mamoste Goran sala 1962an, cara dawî derbasî Moskokwayê dibe û li wira nexweş dikeve. Ti derman li nexweşiya wî nayên. Piştî demekê di temenê xwe yê 58an de, gelek berhem li pey xwe hiştin û çû ser dilovaniya xwe. Mixabin mamoste Goran hê dikarîbû gelek berheman biafirîne lê di dema xwe ya herî berhemdar de, koça dawî kir.

Sala 1978an di dawiya heyvên havînê de, Komeleya Nîvîskarên Kurd li Îraqê civînek li dar xist. Berhemên Goran di ber çavan re derbaskirin û dîtin ku gelek berhemên wî yên hêja hene û nehatine çapkirin. Biryar hat standin ku van berhemên Mamoste Goran bidin çapkirin. Li ser vê biryarê ketin nava lêkolîn û lêgerînê. Gelek berhemên Mamoste Goran berhev kirin û dîtin ku gelek berhemên wî hene.

Doktor Îzedîn Resûl Mistefa, di pêşgotina dîwana Mamoste Goran de wiha dinivîse: “Beriya Komeleya Nivîskarên Kurd, Mihemed Mele Kerîm hemû berhemên Mamoste Goran bi xwe dabûn hev û li wan bûbû xwedî. Lê bi daxwaza komeleya Nivîskaran ew radestî wan kirin.”

Komeleya nivîskaran dixwest ku di demeke kin de hemû berhemên Mamoste Goran berhev bike û wan bide çapkirin. Ji ber vê yekê çend kes destnîşan kirin ku vî karî bigirin ser xwe û di vî warî de bixebitin. Mirovên ku yê ev kar bikirana Mihemed Mele Kerîm, Kake Felah, Mihemed Kerîm Fetah û Celal Tebax bûn. Van kesan hemû helbestên Mamoste Goran berhev kirin û ji bo çapkirinê dane komeleya nivîskaran. Komeleyê jî ew di sala 1981an de dane çapkirin.

Di pêşgotinê de Izedîn Resûl Mistefa dinivîse û dibêje “helbestên Mamoste Goran ên pêşî romantîk in lê pişt re helbestên realîst, rexnegir û sosyalîstî ne. Di helbesta Goran de, rengê mirovatiyê tê ber çavan.”

Mamoste Goran, di nava temenê xwe de gelek xebatên hêja ji gelê xwe re kirin û berhemên hêja li pey xwe hiştin.

Ji nivîs û helbestên wî yên bi kurdî, du piyes û çar dîwan mane.

Dîwanên Goran[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Beheşt û yadgar, Bexda, 1950
  • Firmêsk û huner, Bexda, 1968
  • Siruşt û derûn, Silêmanî, 1969
  • Lawik û peyam, Silêmanî, 1969

Piyasên Goran ên bi kurdî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Gula xunê
  • Bu keke nekem

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Ferhat Pirbal (Ferhad Pîrbal), Ebdullah Goran, di Mehmed Uzun (1995). Antolojiya Edebiyata Kurdî, Tümzamanlar, Stembol de.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]