Partiya Karkerên Kurdistanê
Karê berfirehkirina vê gotarê hê jî berdewam e dibe ku ji ber vê yekê di naveroka gotarê de pêwistiya sereraskirinan hebe. Ji bo berfirehkirina vê gotarê tu dikarî bi bikarhêner a ku li ser gotar dixebite re pêwendiyê pêk bînî û alîkariya berfirehkirina vê gotarê bikî. Ji kerema xwe re vê şablonê rake, heke di maweya heft rojan de tê de ti guherîn tine be! Heke karê te bi vê rûpelê re xilas nebûbe ji kerema xwe re şablona {{tê guhartin}} bi kar bîne! Ev gotar herî dawî ji aliyê Penaber49 (gotûbêj| beşdarî) ve berî 5 saniyan hatiye guhartin. (Rojane bike) |
Partiya Karkerên Kurdistanê | |
---|---|
Kurte | PKK |
Rêber | Abdullah Öcalan (rêveberê fikrî) Murat Karayılan (birêvebirê niha) |
Serok | Cemîl Bayik |
Rêvebir | Murat Karayilan |
Axaftvan | Bahoz Erdal |
Avakar | Abdullah Öcalan |
Damezrandin | 27ê çiriya paşîn 1978 |
Sergeh | Çiyayê Qendîlê |
Baskê jinan | Yekîneyên Jinên Azad ên Star (YJA-STAR) |
Baskê Leşkerî | Hêzên Parastina Gel (HPG) |
Îdeolojî | Kurdayetî[1][2][3][4] Sosyalîzma azadîxwaz[5][6][7][8][9][10] Şaredartiya azadîxwaz[11][12] Konfederalîzma demokratîk[12][13][14][15][16] Komûnîzm[17] Femînîzm[18][19] |
Helwesta siyasî | Dûrçepe |
Alîgirên neteweyî | Tevgera Yekbûyî yên Şoreşger ên Gel[20] |
Alîgirên navneteweyî | Koma Civakên Kurdistanê (KCK) |
Reng | Kesk, sor, zer |
Dirûşm | Çerxa Şoreşê |
Malper | |
|
Hêzên Parastina Gel | |
---|---|
Îdeolojî | Sosyalîzm Konfederalîzma Demokratîk Komunalîzm |
Serok | |
Qada operasyonê | |
Mezinahî | 32,800 şervanên çalak[25] |
Partiya Karkerên Kurdistanê bi kurte PKK partî û rêxistineke siyasî yê ku kurd e ku xwedî baskê gerîlayî ye. Partiya Karkerên Kurdistanê di 27ê çiriya paşîn 1978an de li gundê Fîs, Lîce, Amedê bi beşdarbûna 23 kesan bi yekem kongreya xwe damezrandina xwe ragihandiye. Partiya Karkerên Kurdistanê partiyeke sîyasî û tevgereke gerîlayî ye ku wekê bertekek li hemberê êrîş û qedexekirina ziman, çand û hebûna kurdan ku di salên 1970î de ji aliyê dewleta tirk ve pêk hatine, hatiye damezrandin. Partiya Karkerên Kurdistanê hewl dide ku li dijî asîmîlasyona ku ji aliyê dewleta tirk ve pêk hatiye[26] û êrîşên li dijî sivîlên kurd ku ji aliyê artêşa tirk ve pêk tên[27][28] asteng bike an jî li hemberê êrîşan biparêze.
Di destpêkê de Partiya Karkerên Kurdistanê wekê partiyeke marksîst-lenînîst hatibû damezrandin ku navê Partiya Karkerên (PKK) ji aliyê Ferhat Kurtay ve hatibû pêşniyarkirin. Sekreterê giştî (piştre seroke giştî) yê PKKê Abdullah Öcalan e.
PKK ji dema despêka têkoşîna xwe yê çekdarî ve hewl dide ku li Bakurê Kurdistanê bandor, zextên dagirkirina dewleta tirk kêm bike an jî bi temamî asteng bike. Gelek ciwanên kurd bi vê mebestê û ji ber van sedeman beşdarî refê gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê dibin.
Hêzên gerîlayên girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê ji sala 1979ê ve bi leşkerên tirk re tevlî şerên çekdarî bûye lê serhildana berfireh heta 15ê tebaxa sala 1984an dest pê nekir.[29] Şerê berfireh li dijî dewleta tirk di 15ê tebaxa sala 1984an hatiye destpêkirin ku şer ji aliyê yekem fermandarê hêzên gerîlayan Mahsun Korkmaz (Egît) hatiye destpêkirin.[30]
Partiya Karkerên Kurdistanê heta sala 1990an xwedî îdeolojiya Marksîzm-Lenînîzm bû. Piştê sala 1990an îdeolojiya Konfederalîzma Demokratik ku ji aliyê Abdullah Öcalan ve hatiye damezrandin ji aliyê Partiya Karkerên Kurdistanê ve hatiye qebûl kirin. Gerîlayê girêdayê Partiya Karkerên Kurdistanê yan jî bi navê nû Hêzên Parastina Gel (HPG) ji sala 1984an vir ve li hemberê dewleta tirk bi awayeke bê navber şerê xwe yê çekdarî berdewam dike.
Paşberdeh
Bi derbeya leşkerî ya 1971ê gelek aktivîstên çepên şoreşger ji derketina hemberê raya giştî bêpar hatine hiştin ku di nav de tevgerên wek Artêşa Rizgariya Gel a Tirkiyê (THKO) an Partiya Komunîst a Tirkiyê/Marksîst-Lenînîst (TKP-ML) hebûn hatine çewisandin û hatine qedexe kirin.[31] Piştî vê yekê çend aktorên siyasî yên çepên tirk ên ku demekê dirêj e ji siyasetê dûr in li dûrî raya giştî li wargehên zanîngehan an jî di civînên li avahiyên hevpar de xwe birêxistin dikin.[31] Di salên 1972 û 1973an de koma bingehîn a îdeolojîk a Partiya Karkerên Kurdistanê ku bi giranî ji xwendekarên bi pêşengiya Abdullah Öcalan pêk dihatin li Enqereyê ku xwe wekê Şoreşgerên Kurdistanê bi nav dikirin.[31]
Ev koma nû di cîhana kapîtalîst de bal dikişîne ser nifûsa kurdên bindest ên li Bakurê Kurdistanê.[32] Di sala 1973an de gelek xwendekarên ku piştre dê bibin damezrînerên Partiya Karkerên Kurdistanê rêxistina xwendekaran a Komeleya Xwendina Bilind a Demokratîk a Enqereyê ava dikin.[33] Komeleya ku ji aliyê vê koma xwendekarên kurd ve hatiye damezrandin piştê çend mehan ji aliyê dewleta tirk ve hatiye qedexekirin. Piştre komekê li derdora Öcalan ji çepên tirk veqetiyan û nîqaşên berfireh li ser kolonîzekirina Kurdistanê ku ji aliyê dewleta tirk ve pêk hatiye dikin.[34] Piştî derbeya leşkerî ya sala 1980an de zimanê kurdî di jiyana giştî û taybet de bi awayekî fermî ji aliyê dewleta tirk hate qedexekirin.[35]
Gelek kurdên ku bi zimanê kurdî diaxivîn, kesên ku weşanên bi kurdî dikirin, stranên kurdî digotin hatin girtin û hatine zîndanî kirin.[35] Di vê demê de li Tirkiyeyê û li Bakurê Kurdistanê çanda kurdî, bikaranîna zimanê kurdî, cil û berg, folklor û navên bi zimanê kurdî ji aliyê dewleta tirk hatin qedexe kirin.[36] Di pêvajoya înkarkirina hebûna kurdan de, heta sala 1991ê hebûna kurdan ji aliyê dewleta tirk ve hatiye înkarkirin û kurdan “tirkên çiyayî” bi nav kiriye.[36][37][38] Piştre re ji bo ji nû ve avakirina mafên zimanî, çandî û siyasî ya ji bo kurdan Partiya Karkerên Kurdistanê hatiye damezrandin.[39]
Di 26 û 27ê çiriya paşîn a sala 1978an de li gundê Fîsê yê Licê ya Amedê Partiya Karkerên Kurdistanê piştî amadekariyên çend salan di kongreya bingehîn de hatiye damezrandin. Di 27ê mijdara sala 1978an de komîteyek navendî ku ji 7 kesan pêk dihat, bi serokatiya Abdullah Öcalan hatiye hilbijartin. Şahin Dönmez, Mazlum Doğan, Baki Karer, Mehmet Hayri Durmuş, Mehmet Karasungur û Cemîl Bayik endamên din ên Partiya Karkerên Kurdistanê bûn.[40][41]
Îdeolojî
Rêxistina despêka Partiya Karkerên Kurdistanê di destpêka salên 1970î de ji çepên radîkal derkedikeve holê û endamên xwe ji komên çep ên heyî, bi taybetî Ciwanên Şoreşger (bi kurtasî ya bi tirkî Dev-Genç) werdigire. Di salên 1980î de tevgera despêkê ya Partiya Karkerên Kurdistanê bi komên etnîkî yên din ku komên etnîkî yên tirk jî di nav de bûn li pey çepên radîkal bûn ku bi van koman re xebatên siyasî dimeşandin. Rêxistin di destpêkê de xwe wekî beşek ji şoreşa komunîst a cîhanê nîşan daye. Armanc û mebestên Partiya Karkerên Kurdistanê bi demê re ber bi armancên xweseriya neteweyî federasyoneke mîna federasyona Swîsre, Almanya an jî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û piştre jî wekê konfederalîzma demokratîk hatiye guhertin.[42][43][44]
Organîzasyon
Tevî ku Partiya Karkerên Kurdistanê li gelek welatên wekê Iraq, Îran, Sûriye, Rûsya û welatên Ewropayê xwedî gelek nûnerên navdar e, Abdullah Öcalan wekê rêberê bê nîqaş ê rêxistinê maye. Öcalan her çiqas îro girtî be jî dîsa wek rêberê rûmetê û serokê rêxistinê tê dîtin.
Murat Karayilan di navbera salên 1999 û 2013an de rêxistinê bi rê ve biriye. Di sala 2013an de Cemîl Bayik û Besê Hozat bûne rêveberê hevpar a yekemîn ku ji jin û ji mêrekî pêk tên. Rêxistinê "Doktor Bahoz", bi navê Fehman Huseyîn, kurdê Rojavayê Kurdistanê, wekê berpirsê operasyonên leşkerî yên tevgerê destnîşan kir ku tê wateya hevgirtineke demdirêj di navbera kurdên herçar parçeyên Kurdistanê de.
Dîrok
Berî ku PKK were avakirin PKK'yî mîna Apocî dihatin naskirin. Abdullah Ocalan û hevalên xwe li 1ê gulanê sala 1973an li Bendava Çûbûk a Enqerê civînek çêkirin û biryara komê dan. Piştî vê civînê li 1ê kanûna paşîn sala 1977an de li Dîkmen û Tûzlûçayir 2 civînên din hatin lidarxistin û biryara vegera welêt hat dayin.
Pratîka Curnê Reş û Sêwrekê
PKK di navbera salên 1977 û 1979an de li Curnê Reş û Sêwrekê li dijî axa û hevkarên dewletê (mîna Bûcak û Sulêmaniyan) şerê çekdarî meşand. Di tekoşîna Curnê Reş û Sêwrekê de gellek kadroyên PKKê mîna Cûma Tak, Salîh Kandal, Halîl Çavgûn, Mehmet Sevgat jiyana xwe ji dest dan.
Kongreya yekem
Di Kongreya Yekem de PKK li gundê Fîsê hat damezrandin. Roja damezrandinê 27ê çiriya paşîn a 1978an e. Wekî komîteya navendi (MK) heft kes hatin hilbijartin: Abdullah Öcalan, Cemil Bayık, Şahîn Dönmez, Mehmet Karasungur, Bakî Karer, Mazlum Dogan û Mehmet Xeyrî Durmuş.
Derketina Seha Rojhilata Navîn
Berî Darbeya leşkerî ya 12ê îlonê PKKê biryara derketina ji welêt da û li Libnanê li Newala Beqayê bi cih bû. Li vir di kampeke leşkerî û siyasî de kadroyên xwe perwerde kir. Piştî ku Mahsum Korkmaz li 28 adara sala 1986an li çiyayê Gabarê jiyana xwe ji dest da navê vê kampê bû: Akademiya Mahsum Korkmaz.
Şerê çekdarî, avakirina enî û arteşê
PKK di kongreya xwe ya 2em de (1982) biryara vegera welat û şerê çekdarî da. Di 15ê tebaxa sala 1984ê de bi çalakiyên Dih û Şemzînanê PKKê dest bi têkoşîna çekdarî kir. Û bi van çalakiyan îlana rêxistina xwe ya çekdarî, Hêzên Rizgariya Kurdistan (HRK) kir. Fermandarê giştî ê HRKê Mahsum Korkmaz bû. Rêxistina PKKê a eniyê û siyasî Eniya Rizgariya Netewa Kurdistan, ERNK di Newroza sala 1985an de hat avakirin.
Di sala 1986an di 3emîn kongreya PKKê de li dewsa HRKê ARGK-Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistan hat ava kirin. Armanca PKKê avakirina artêşek ji gerîlla bû.
Di sala 2001an de di konferansa 1emîn a HPGê de, dewsa ARGK de HPG hate ava kirin. Vêga fermandarê giştî yê HPGê Dr. Bahoz Erdal e.
Di navbera salên 1984 û 1994an de bi hezaran ciwanên kurd tevlî refên PKKê Û ARGKê bûn. Di destpêka salên 90î de êdî li her deverê bakurê Kurdistanê serhildanên gel dest pê kirin.
PKKê di kongreya xwe ya pêncem de (1995) ala xwe guhert.
PKKê di sala 1993an de cara yekem agirbesta yekalî îlan kir. Ji vê demê û pê de PKKê xwest pirsgirêka kurd bi awayekî siyasî û aşitiyê çareser bike. Bi vê armancê gellek caran agirbest îlan kirin. Serokê giştî yê PKKê Abdullah Ocalan di sala 1998an de ji Sûriyê derket. 12 çiriya paşîn 1998an de hate Romayê û 15 sibat 1999an de jî bi komployek navnetewî hate girtin û radestî Tirkiyê hate kirin. PKKê di kongreya xwe ya 8em de xwe fesih kir (4 nîsan 2002). Di vê kongreyê de KADEK Kongreya Azadî û Demokrasiya Kurdistanê, hat ava kirin. KADEK li çiriya pêşîn a 2003an hate feshkirin û di dewsa wê de KONGRA-GEL hate damezirandin.
Piştre Koma Komalên Kurdistan an KKK di 20ê adara 2005an de wekî sîstemeke konferderalîst hate îlankirin. Li 4 nîsana sala 2004an de ji nû ve damezirandina PKKê hate îlankirin.
Berxwedana zindanan
Partiya Karkerên Kurdistan bi qasî derve, li zindanan jî tekoşînek mezin meşandiye û li ber xwe daye. Di van berxwedanan de gellek kadroyên grîng û endamên komîteya navendî jiyana xwe ji dest dane.
- Mazlum Dogan (Endamê Komîteya Navendî ya Partiyê): Li Newroza 1982an bi 3 darikên şixatê Newroz pîroz kir û ji bo protestokirina kirinên dewletê xwe feda kir.
- Eşref Anyik, Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Mahmut Zengin : Li 18ê gulanêsala 1982an de ji bona protestoya zextên li zindanê bedena xwe dan ber êgir.
- Kemal Pîr, Hayri Durmuş, Ali Çiçek, Akif Yilmaz (Endamên Komîteya Navendî ya Partiyê): Di rojiya mirinê de di sala 1982 jiyana xwe ji dest dan. (Rojiya mirinê, 14ê tîrmehê dest pê kiribû)
Pêvajoya agirbestan
Agirbesta yekem a PKKê a yekalî di sala 1993an de hate îlan kirin. Ji wê rojê û pêve hetanî sala 2007an 5 cara agirbest hate îlankirin.
Agirbesta yekem
Di 19ê adara sala 1993an de serokê giştî ê PKKê li Bekaa civînek çapemeniyê li dar xist. Bi beşdarbûna Serokê YNKê Celal Talabanî, PKKê di dîroka xwe de ji bona cara yekemîn agirbestek yek alî îlan kir. Li ser daxwazên sergirtî ên rayedarên dewleta tirk PKKê biryarek wisa stend. Agirbest wê hetanî 15 nîsana 1993an dewam bikira. Piştre gorî hin daxuyanî û nûçeyên rojnameyan, li ser daxwaza kevneserokkomarê Tirkiyê Turgut Özal, Celal Talabanî ji bona vê agirbestê navbertiyê kiriye.
Roja 15 nîsana 2003an PKKê agirbestê ji bona meheke din drêj kir. Lê hê agirbest xilas nebûbû, Turgut Özal bi awakî nezelal jiyana xwe ji dest da. Ji aliyê PKKê jî êrîşek çêbû û di encamê de 33 leşker jiyana xwe ji dest dan. Piştî vê êrîşê agirbesta yekem a yekalî bidawî bû.
Agirbesta duyem
Di sala 1995an de hate îlankirin. Lê belê ji ber operasyonên leşkerî û sûîkasta ku di dema Tansu Çiller, Dogan Gureş û Mehmet Agar li dijî serokê PKKê Abdullah Ocalan hate kirin, ev agirbest bi dawî bû.
Agirbesta sêyem
Di sala 1998an de hate îlankirin. Ev agirbest jî mîna yên berê bê encam ma. Li gorî daxuyaniyên PKKê daxwaza vê agirbestê ji aliyê serokwezîrê wê demê ê Tirkiyê Necmettin Erbekan hatiye kirin. Lê belê piştî ku li 1ê îlona 1998an agirbest hat îlankirin Tirkiyê û DYA'yê gef li Sûriyê xwarin û mecbûr kirin ku serokê giştiyê PKKê ji Sûriyê derkeve. Piştî vê bûyerê jî agirbest demekê dewam kir. Bi radestkirina Serokê PKKê a Tirkiyê ev agirbest bidawî bû.
Agirbesta çarem
Di sala 1999an de hate îlankirin. li 2 tebax 1999an de PKKê biryara derxistina hêzên xwe yên çekdarî a ji sînorên bakurê Kurdistanê (Tirkiye) da. Li 1ê meha îlonê jî cara çarem agirbesta yekalî îlan kir. Ev agirbest 5 sala ajot. Lê ji ber ku ji aliyê dewleta irk ve ti gavên erênî nehatin avêtin û operasyon hatin domandin, ev agirbest li 1 hezîran sala 2004an bi dawî bû.
Agirbesta pêncem
Agirbesta 5em li ser daxwaza rewşenbîrên kurd û tirk ên Tirkiyê, DTP, DYE, YE, ji aliyê KKKê hate îlankirin. Agirbest li 1ê çiriya pêşîn a 2006an dest pê kir. Li gorî daxuyaniyên rêvebirên PKKê û KKKê heger ti gavên erênî neyên avêtin ev agirbest li gulana 2007an bidawî bû.
Navên tevgerê
Alên tevgerê yên berê
-
Ala PKKê ya sala 1978–1995
-
Ala PKKê ya sala 1995-2000
-
Ala PKKê ya 2002 û pêde
-
Ala KADEK a 2002–2003
-
Ala Kongra-Gel a 2002–2003
-
Ala KCK 2005 û pêde
Çavkanî
- ^ "Kurdistan Workers' Party". Encyclopaedia Britannica. Roja gihiştinê 7 îlon 2020.
Kurdistan Workers' Party (PKK) ... militant Kurdish nationalist organization ...
- ^ "Handbuch Extremismusprävention". Federal Criminal Office. 10 tîrmeh 2020. r. 159. Ji orîjînalê di 3 çiriya pêşîn 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 7 îlon 2020.
... der inzwischen stärker durch kurdischen Nationalismus geprägten PKK. [... the PKK, which is now more strongly influenced by Kurdish nationalism.]
- ^ "Kurdistan Workers' Party (PKK)". Counter Extremism Project (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 15 gulan 2021.
In 2003, Öcalan reformulated the ideological basis of the PKK. Inspired by eco-anarchists Murray Bookchin and Janet Beihl, he advocated for a new anti-nationalist approach he referred to as 'democratic confederalism.'
- ^ O'Connor, Francis (1 kanûna paşîn 2017). "The Kurdish Movement in Turkey: Between Political Differentiation and Violent Confrontation". Peace Research Institute Frankfurt: 16–17. Ji orîjînalê di 9 kanûna paşîn 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 28 îlon 2021.
The PKK has explicitly renounced its demand for an independent state... [Öcalan] describes [his theory] as 'an anti-Nationalist movement [...]'
- ^ Fitzherbert, Yvo (26 tebax 2014). "A new kind of freedom born in terror". OpenDemocracy. Ji orîjînalê di 30 îlon 2015 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 30 îlon 2015.
- ^ Kolokotronis, Alexander (2 çiriya paşîn 2014). "The No State Solutiolin: Institutionalizing Libertarian Socialism in Kurdistan". New Politics. Roja gihiştinê 30 îlon 2015.
- ^ Taylor, Rafael (17 tebax 2014). "The new PKK: unleashing a social revolution in Kurdistan". ROAR Magazine. Ji orîjînalê di 15 îlon 2015 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 30 îlon 2015.
- ^ Tax, Meredith (22 nîsan 2015). "The Revolution in Rojava". Dissent. Roja gihiştinê 30 îlon 2015.
- ^ Jones, Owen (10 adar 2015). "Why the revolutionary Kurdish fight against Isis deserves our support". The Guardian. Roja gihiştinê 30 îlon 2015.
- ^ Legard, Sveinung; David Graeber (17 îlon 2015). "We Have a Lot to Learn". New Compass. Ji orîjînalê di 1 çiriya pêşîn 2015 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 30 îlon 2015.
- ^ Hozat, Bese (25 çiriya paşîn 2013). "Bese Hozat: PKK is a social system today". pkkonline.com. Ji orîjînalê di 12 gulan 2015 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 18 hezîran 2015.
- ^ a b Jongerden, Joost. "Rethinking Politics and Democracy in the Middle East" (PDF). Ji orîjînalê (PDF) di 15 adar 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 8 îlon 2013.
- ^ Öcalan, Abdullah (2011). Democratic Confederalism (PDF). ISBN 978-0-9567514-2-3. Roja gihiştinê 8 îlon 2013.[girêdan daimî miriye]
- ^ Öcalan, Abdullah (2 nîsan 2005). "The declaration of Democratic Confederalism". KurdishMedia.com. Ji orîjînalê di 23 kanûna pêşîn 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 8 îlon 2013.
- ^ "Bookchin devrimci mücadelemizde yaşayacaktır". Savaş Karşıtları (bi tirkî). 26 tebax 2006. Ji orîjînalê di 2 kanûna pêşîn 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 8 îlon 2013.
- ^ Wood, Graeme (26 çiriya pêşîn 2007). "Among the Kurds". The Atlantic. Roja gihiştinê 8 îlon 2013.
- ^ "Kopîkirina arşîvê" (PDF). E-Kurd. Ji orîjînalê (PDF) di 2016-03-15 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 2016.
{{cite web}}
: Nirxên tarîxê kontrol bike:|tarîxa-gihiştinê=
(alîkarî)CS1 maint: archived copy as title (lînk) - ^ Sule Toktas (1 kanûna paşîn 1970). "Waves of Feminism in Turkey: Kemalist, Islamist and Kurdish Women's Movements in an Era of Globalization | sule toktas". Academia.edu. Ji orîjînalê di 4 çiriya paşîn 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 14 tebax 2014.
- ^ Campos, Paul (30 kanûna paşîn 2013). "Kurdistan's Female Fighters". The Atlantic. Roja gihiştinê 14 tebax 2014.
- ^ "Peoples' United Revolutionary Movement established for a joint struggle". Firat News Agency. 12 adar 2016. Ji orîjînalê di 14 adar 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 14 adar 2016.
- ^ Can, Eyüp (14 tîrmeh 2013). "PKK Changes Leadership". (trans. Timur Göksel). Al-Monitor. Roja gihiştinê 5 sibat 2014. Originally published as Karayılan'ı kim niye gönderdi? in Radikal, 11 July 2013.
- ^ Tahiri, Hussein. The Structure of Kurdish Society and the Struggle for a Kurdish State. Costa Mesa, California: Mazda Publications 2007. pp 232 ff
- ^ Bila, Fikret (7 çiriya paşîn 2007). "Kenan Evren: 'Kürtçeye ağır yasak koyduk ama hataydı'" (bi tirkî). Milliyet. Roja gihiştinê 30 tîrmeh 2008.
Şimdi İmralı'dan PKK'yı yönetiyor. Cezaevinden avukatları kanalıyla.
- ^ "Ojalan: Which way now?". BBC News. 21 çiriya paşîn 2000. Roja gihiştinê 1 îlon 2007.
- ^ "The PKK in Numbers". Sabah (bi tirkî). 28 kanûna pêşîn 2015.
- ^ "Hilweşîna siyaseta asîmîlasyonê ya Komarê û Kurdan - Dr. Mustafa Peköz". sendika.org (bi tirkî). Roja gihiştinê 21 çiriya paşîn 2024.
- ^ "Kesên Ugur Kaymaz û Bavê Wî qetil kirin hatin taloq kirin". bianet.org (bi tirkî). Roja gihiştinê 21 çiriya paşîn 2024.
- ^ ÖZTÜRK/ANKARA, Saygı (14 gulan 2005). "Midûrê ku ji bo bûyerên Qoserê dihate sûcdarkirin payeya wî hate bilindkirin". www.hurriyet.com.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 21 çiriya paşîn 2024.
- ^ Gunter, Michael M. (15 gulan 1997). The Kurds and the Future of Turkey (bi îngilîzî). Palgrave Macmillan. ISBN 978-0-312-17265-7.
- ^ Gunter, Michael M. (15 gulan 1997). The Kurds and the Future of Turkey (bi îngilîzî). Palgrave Macmillan. ISBN 978-0-312-17265-7.
- ^ a b c Jongerden, Joost (1 çiriya pêşîn 2017). "Gender equality and radical democracy: Contractions and conflicts in relation to the "new paradigm" within the Kurdistan Workers' Party (PKK)". Anatoli. De l’Adriatique à la Caspienne. Territoires, Politique, Sociétés (bi îngilîzî) (8): 233–256. doi:10.4000/anatoli.618. ISSN 2111-4064.
- ^ Xeletiya çavkanî: Invalid
<ref>
tag; no text was provided for refs named:0
- ^ O'Connor, Francis, edîtor (2021). PKK Pre-conflict Mobilisation (1974–1984). Cambridge: Cambridge University Press. rr. 66–106. ISBN 978-1-108-83850-4.
- ^ "Minority Rules". NY Times.
- ^ a b Aslan, Senem (2015). Nation Building in Turkey and Morocco (bi îngilîzî). Cambridge University Press. ISBN 978-1-107-05460-8.
- ^ a b Hannum, Hurst (12 çiriya pêşîn 2011). Autonomy, Sovereignty, and Self-Determination: The Accommodation of Conflicting Rights (bi îngilîzî). University of Pennsylvania Press. ISBN 978-0-8122-0218-2.
- ^ "Turkey - Linguistic and Ethnic Groups". countrystudies.us. Roja gihiştinê 22 çiriya paşîn 2024.
- ^ Çelik, Yasemin (30 îlon 1999). Contemporary Turkish Foreign Policy (bi îngilîzî). Bloomsbury Academic. ISBN 978-0-275-96590-7.
- ^ Joseph, J. (28 çiriya paşîn 2006). Turkey and the European Union: Internal Dynamics and External Challenges (bi îngilîzî). Springer. ISBN 978-0-230-59858-4.
- ^ "Leading PKK Commander Cemil Bayik Crosses into Iran". jamestown.org (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 22 çiriya paşîn 2024.
- ^ "Arife Doğan, Kardeşi Mazlum Doğan'ı Anlatıyor". bianet.org (bi tirkî). Roja gihiştinê 22 çiriya paşîn 2024.
- ^ Arin, Yado (26 adar 2015). "Turkey and the Kurds – From War to Reconciliation?". Working Paper at UC Berkeley's Center for Right-Wing Studies.
- ^ "What Was It All For?". HuffPost (bi îngilîzî). 3 sibat 2013. Roja gihiştinê 23 çiriya paşîn 2024.
- ^ "Who are Kurdistan Workers' Party (PKK) rebels?". BBC News (bi îngilîziya brîtanî). 10 kanûna paşîn 2013. Roja gihiştinê 23 çiriya paşîn 2024.